Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KCDK-E: Divê di çalakiyê Ocalan de beşdarî di asta herî jor de be

KCDK-E, ji bo çalakiyên ‘Ji Ocalan Re Azadî’ banga beşdariya xurt li hemû Kurdistan û dostên wan kir.

Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ê Ewropayê (KCDK-E), têkildarî pêvajoya çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîze dikin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev pêvajoyekî nêzî 20 sal in li Greva Îmraliyê Rêbertiya me li dijî hişmendiya faşîst a ku di kesayeta wî de li ser gelê Kurd di sepîne di nava berxwedanekî bê eman de ye. Ev berxwedana li Rojhilata Navîn bi Şoreşa Rojava re ji bo hemû cîhan û mirovahiyê bû ronahiyek ya hêviyê. Hişmendiya faşîst a AKP’ê ya ku ev dît, di salên dawî de tecrîd şidand û êrîşî destkeftiyên gelê Kurd û Rêbertiyê ma dike. Em weke hevparên KCDK-E’yê azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan azadiya xwe û hemû mirovahiyê dibînin.”

Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser biryarên ku di kongreyê de hatine girtin û wiha hate gotin: “Li ser biryara ku di Kongreya 2’emîn a KCDK-E yê ku em ê xwedî li Rêbertî û azadiya wî derkevin, biryara çalakiya ya salekê bê navber 19’ê Hezîranê Strasboûrgê di çalakiya Nobeda Azadiya Rêbetiyê weke hevserok û hevparên wê, me dewirgirtibû, destpê kiribû.”

ROJÊN ÇALAKIYAN

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev çalakiya me ya ku wê hefteyekê bê navber dom bike 26’ê Hezîrana 2017’an bi beşdariyekî pir xurt wê bi mîtîngekê dewrî pêkhateye din bike. Di pêvajoyekî bi vî awayî de ji bo xwedîderketina hê xurtir a li Rêbertiyê erkê herî esasî yên Kurdistanî û dostên me ne. Ji ber vê sedemê 26’ê Hezîranê di mîtînga ku bê lidarxistin de wê gelek kesên nas û dost yên ji bo azadiya Rêbertiyê xebat didin meşandin wê beşdar bibin û daxuyaniyekî hevpar bidin.

Dîsa li ser bingehê azadiya Ocalan wê 19’ê-24’ê Hezîrana 2017’an li navendên me yên civakî û rêyên qelebalix çalakiyên kon bê danîn. Her wiha li gel aktivîteyên cûr be cûr û xwepêşandanên li kolan, pîşandana sînevîzyon û xebatên çandî jî bên lidarxistin. Dîsa di van çalakiyan de wê meteryalên ku Rêber Apo bide nasîn bê belavkirin û banga xwedîderketinekî xurt bê kirin.

24’ê Hezîranê di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad de li hemû eyalet û welat bi dirûşama ‘Ji Ocalan re azadî’ wê meş bên lidarxitin. Di serî de meşên ku bi beşdariya hemû ciwanan û jinên ciwan ên li hemû Ewropa, Kanada, Awûstûrya û Jeponya, di ser de divê hemparên KCKD-E û hemû meclîsên me bi awayekî xurt xwedî lê derbikeve.

KCKD-E ya ku ev biryara çalakiyê ya dayî destpêkirin wê bigihîne astekî bilind û bi awayekî cidî xwedî lê derkeve. Çalakiya Nobeda Ocalan a ku kete sala 5’an wê 26’ê Hezîranê bi mîtîngê bê tacîdarkirin. Mîtînga 26’ê Hezîranê bi beşdariya girseya me ya ji Başûrê Elmanya, Swîsre, Strasboûrg ku digire nava xwe wê çalakiyekî xurt be. Dîsa çalakiyên kon ên hemû navendên civakî yên me yên 19-24’ê Hezîranê û dîsa bi meşên ku di 24’ê Hezîranê di pêşengtiya ciwan û jinên ciwan de ku li hemû eyaletan bê lidarxistin bigihînin asta herî jor.

‘BEŞDARBÛNA GIRSEYÎ BI HÊ BI WATETIRE’

Ev çalakî di aliyê girseyî de wê ji bo peyam dayînê, xwedî wateyekî girîng e. Ji ber ku çalakî di nava hefteyê de tê lidarxitin, ji bo beşdarbûna çalakiyê ya hemû endamên meclîsan, meclîsên jinan, meclîsên jinan û hemû Kurdistanî ji cihên xwe yên kar destûr bigirin, bi ruhekî seferberiyê beşdarî çalakiyê bibin. Divê yek ji endamên me nemîne ku beşdarî çalakiyê nebe. Ji bo vê çalakî û çalakiyên pêşiya me bên lidarxistin divê gelê me cidî nêz bibe, xwedî li Rêbertî û Kurdistanê derkevin. Em gelê xwe û dostên xwe bi ruhê seferberiyê vedixwînin çalakiya xwedîderketina azadiya Rêbertiyê dikin.”