KCDK-E Başûr: Bi pêşengiya gerîla em ê li dijî faşîstan bi ser bikevin

KCDK-E Başûr bi daxuyaniyekê bal kişand ser berxwedana gerîla û serhildana gelê Başûr a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir, ku bi pêşengiya gerîlayên azadiyê wê li hemberî faşîzmê bi ser bikevin.

Koordînasyona Komîteyên Başûr a Encûmên Civaka Niştimanî ya Kurdî li Derveyî Welat (KCDK-E Başûr) têkildarî êrişên dewletên Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê hate kirin û hate destnîşankirin, ku li nava bajar û gundan jî nerazîbûn, serhildan û berxwedan heye.

Koordînasyonê diyar kir ku vê yekê bandoreke mezin li rewşa derûnî ya dewleta Tirk kiriye, ew xistiye nava rewşeke aloz û ragihand, "Li hemberî van şikestinên mezin dewleta Tirk bi rengekî hovane êrişî deverên Behdînan û bajarokê Şêladizê kir. Bi hêza leşkerî û balafiran ev dever bombebaran kir. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan."

KCDK-E Başûr xemgîniya xwe ya ji ber vê yekê parve kir û destnîşan kir, ku ev yek di heman demê de cihê şerm û şermezariyê ye ji bo serokatiya herêmê bi taybetî jî PDK'ê.

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Kurd a li qadan a li dijî van êrişan hate bibîrxistin û hate gotin, "Ya ku li herêmê diqewime destnîşankirina hebûn û tunebûna me ye; gelo em ê weke kole bênasname bijîn, ya jî bibin Kurdekî azad ê xwedî nasnameya xwe. Ev rastiya vî şerî ye, ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin û şer dewam dike."

KCDK-E'yê bang li gel kir ku xeteriya vê rewşê bibînin û got, "Dema nakokiyan êdî qediya ye. Bêdengiya li hemberî vê dagirkeriyê xetereke cidî ye. Pêdivî heye ku em çalakiyên xwe bi wijdan, mîna şoreşgeran bi rê ve bibin ku çalakî û meşên xwe li dijî dewletên faşîst ên Tirk û Îranê bidomînin.

Em bi hev re li dijî dewleta Tirk a faşîst kolanan bi coş, bi hêrs dagirin û bi ruhekî berxwedêr û şoreşgerî hefteya hêrsê dewam bikin.

Em bi xwe û gelê azad ê Kurdistanê bawer in ku bi alîkariya gelê me yê şoreşger û bi pêşengiya gerÎlayên azadiyê em ê li dijî faşîstan bi ser bikevin."