KCDK-E: 2019 wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê me

KCDK-E'ê bi wesîleya sersalê peyamek da û got, "2019 wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê me."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya sersalê peyamek da.

Di peyamê de hate ragihandin, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê gelekî bal kişand û bû hêviya paşeroja mirovahiyê.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E'ê diyar kir, paradîgmaya azadîparêziya jinê û wekhevîparêz a Ocalan di nava gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Fars, Tirkmen de li Rojavayê Kurdistanê bûye modelek û xurt bûye.

Di peyamê de hate bibîrxistin, têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd sala 2018'an çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar tengav kir, faşîzma AKP-MHP'ê anî ber hilweşandinê û hate gotin, komplo û zextên nû li têkoşîna gelê Kurd tên ferzkirin.

Di peyamê de hate gotin, "Li dijî metirsiyên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî li ser Kurdistanê, divê gelên me û dostên me têkoşînê geş bikin û ji bo pûçkirina planên qikirin û dagirkeriyê yên Erdogan ê dîktator, têkoşînê mezin bikin.

Gelê me wê li Kurdistanê û gelemperiya dinyayê têkoşîna azadiyê geş bike, faşîzmê têk bibe û sala 2019'an bike sala azadiya Rêber Apo û gelê me."