KCDK-E 1’ê Gulanê pîroz kir

KCDK-E 1’ê Gulanê pîroz kir û bang kir ku di 24’ê Hezîranê de faşîzma AKP-MHP bidin sekinandin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’ê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya bi sernavê “Di vê 1’ê Gulana em dijîn de, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi xurtkirina têkoşîn û azadiya kedê heye.” û wiha hate gotin:

“Kapîtalîzm ji dervey qezenc û hesabên serweriyê hemû nirxên mirovatiyê tine dihesibîne, bi şer û qirkirina nirxên mirovatiyê û rêxistina xebatê dayî afirandin ji nedîtî ve tê. Di cîhanê de monopolên qezenca xwe di rêjeya herî bilind de zêde dikin, mafê xebatkara, mafê sosyal, wekhevî, demokrasî û mafên ekolojîk ên di cîhanê de di pêvajoya herî xirab de ye.”

‘LI DERDORA HDP’Ê BIBIN YEK’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê ji bo sekinandina faşîzma AKP-MHP’ê di 24’ê Hezîranê de li derdora HDP’ê bibin yek.

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de ev tişt hate gotin: “Ji bo avakirina cîhaneke keda azad û jiyana azad bide afirandin de, bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û hemû beşên muxalîf dikin ku bibin yek, têkoşîna demokrasî û berxwedanê ya me bilind bikin.”