KCD: Pêngava duyemîn dê bi têkoşîna civakî teşe bibe

KCD: Pêngava duyemîn dê bi têkoşîna civakî teşe bibe

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku meşên ku BDP bi şîara ‘Hikûmet pêngavê bavêje’ yên  di 30’ê hezîranê de li Edene, Mersîn û Amedê pêk tên, gelek girîngin û banga tevlibûnê kir. KCD’ê wiha got: “Ji bo rawestandina înşaatên qerekol û bendavan, ji bo azadkirina girtiyên nexweş û girtiyên siyasî, ji bo perwerdeya ziman, daxistina bendava hilbijartinê, ji bo Roboskê edelet, rakirina cerdevaniyê, ev meş dê îradeya gel zêdetir derxînin holê.

KCD’ê da zanîn ku pêngava yekemîn ya pêvajoyê  ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, bi vekişîna gerîlayan a Başûrê Kurdistanê û di vî alî de bi awayekî vekirî nîşandana îradeyê pêvajo temam kiriye û got: “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi Heyeta BDP’ê re îfade dike ku pêngava yekemîn temam bûye û daxwazên hevpar yên ji sedî 90 ên civakê ji hikûmetê re hatiye ragîhandin.

KCD’ê destnîşan kir ku di alî civakî û gelan de ne mijara gotinê ye ku azadî û demokrasî ji însiyatîfa AKP’ê re bê hiştin û got: “Pêşvekirina demokrasî û pratîkkirina siyaseta demokratîk bi têkoşîna civakî mumkune. Duyemîn pêngava pêvajoyê bi têkoşîna civakî dê teşe bibe.

Meşa BDP’ê ya bi şîara ‘hikûmet pêngavê bavêje’ ya di 30’ê hezîranê de li Edene, Mersîn û Amedê pêk tên gelek girîngin. Ji bo rawestandina înşaatên qerekol û bendavan, ji bo azadkirina girtiyên nexweş û girtiyên siyasî, ji bo perwerdeya ziman, daxistina bendava hilbijartinê, ji bo Roboskê edelet, rakirina cerdevaniyê, ev meş dê îradeya gel zêdetir derxînin holê.

Di vê esasê de em bang li hemû STK û hemû kesên li aliyê aştî, demokrasî û azadiyê dikin kut evli meşê bibin.