KCD ji bo 10’ê Kanûnê, Heftiya Mafê Mirovan a Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî da û got herî pir di dema AKP’ê de mafê mirovan hatiye binpêkirin û banga têkoşîna hevpar kir.
‘’HERÎ PIR AKP MAFÊ MIROVAN BINPÊ KIRIYE’
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo 10’ê Kanûnê, Heftiya Mafê Mirovan a Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî da û got li dinyayê welatê ku herî zêde mafê mirovan lê tê binpêkirin Tirkiye ye û bi taybetî jî di serdema desthilatdariya AKP’ê de binpêkirina mafê mirovan zêdetir bûye, di sala dawî de bi ragihandina şer AKP’ê û Erdogan serî li rê û rêbazên dijmirovî daye li dijî gelê Kurd û bi berdewamî:
‘’ Bajarên kurdan serobino kirin, bi sedan welatî qetil kirin. Bi hezaran welatî hatin sirgunkirin û bi sedan welatî ji neçarî di bin konan de dijîn. Bi sed hezaran welatî ji mafê tendûristî û perwerdehiyê bêpar hatine hiştin.
‘’TECRÎDA GIRANKIRÎ LI SER OCALAN HEYE’
KCD’ê bi berdewamî bal kişande ser Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got tecrrîda girankirî li ser Ocalan hatiye danîn, hger wiha li girtîgehan binpêkirina mafê mirovan hatiye rewşeke taloke:
‘’Erdogan ji bo desthilatdariya xwe ya "yek zilamî" êrîşî her kesî dike. Ev 18 sal in qasîdê aştiyê birêz Abdullah Ocalan bi tecrîda girankirî re rû bi rû ye. Li girtîgehan mafên girtiyan hatiye asta metirsiyê û her roj zilma li ser wan dijwartir dibe. Di van mehên dawî de Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi hezaran hevşaredar, parlamenter, siyasetmedar, rojnameger û hwd. girtin. Hê jî bi awayekî bê serûber êrîşên xwe dijwartir dikin û şaredariyên gel dagir dikin û kedkaran ji kar davêjin. ‘’
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Bi berdewamî bal hate kişandin ser zilm û zordariya di serdema dîktatoriya Erdogan û AKP’ê de hate gotin ya ku li pêşiya vê dîktatoriyê radiweste gelê Kurd e:
‘’Wextê ku mirov li rewşa Tirkiye'yê dinêre dibîne ku hovîtiya Erdogan û AKP'ê derketiye lûtkeyê û ev yek her ku diçe dijwartir dibe. Îro li hemberî vê hovîtiyê hêza ku li ber xwe dide û pêşiya dîktatoriyê digire gelê Kurd e. Ji ber vê yekê hovîtiya herî dijwar li Kurdan rewa dibînin û şerê herî qirêj li hemberî gelê kurd dimeşîne.
Em wekî KCD'ê radigîhinin ku pêwîstiya hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn bi yekîtî û têkoşîna hevpar heye. Gava vê ya li berçavan ji hêla gelê kurd ve hatiya avêtin û niha pêwîste gelên din jî di vê têkoşîna bêhampa de li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin. Em dibêjin, bi hêza hevpar em dikarin faşîzma Erdogan û AKP'ê vala derxin û ev hovîtiya tê meşandin ji holê rakin. ‘’