KCD: Emê rê nedin cografya me bi hovane bê bikaranîn
KCD: Emê rê nedin cografya me bi hovane bê bikaranîn
KCD: Emê rê nedin cografya me bi hovane bê bikaranîn
Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a KCD'ê, der heqê 2500 Santralên Hîdroelektrîk (HES) ên li gelemperiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hin ji wan hatine çêkirin û beşek ji wan jî li ber çêkirinê ne, li navçeya Amed Pasûrê daxuyaniyek da çapemeniyê. KCD'ê got, "Tê xwestin daneheviya zanyariya kevnare ya vê axê; bi nirxên dîrokî û çandî werin binavkirin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şewitandina gundan, koçberkirina mirovan û mayinkirina axa berhemdar a Kurdistanê û hat destnîşankirin ku gelê Kurd wê bi pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşerojê ji nû ve ava bike.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de weha hat gotin:
"Roja me, bayê me têra me dike. Bendav û HES'ê di bin navê polîtîkayên enerjiyê de tên ferzkirin, navgînên sereke yên kolekirinê ne. "Tê xwestin, daneheviya zanyariya kevnare ya vê axê; bi nirxên dîrokî û çandî werin binavkirin. Di serî de li Pasûr, Farqîn û Mûnzûrê, li gel nerazîbûan gel jî dixwazin Santralên Hîdroelektrîk û bendavan ava bikin û armanca vê yekê jî bicihanîna polîtîkayên ewlekariyê ye."
Di daxuaniyê de hat ragihandin ku eger 2500 projeyên HES werin bikaranîn jî, wê bi tenê ji sedî 5'ê pêdiviya enerjiyê ya Tirkiyê tedarik bikin û destnîşan kir ku ji bo vê rêjeyê, pêwistî bi ewçend kuştina xwezayê nîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewê rê nedin cografya Kurdistan û Tirkiyê bi hovane were bikaranîn.