KCD’ê nerazîbûn nîşanî biryara Meclîsê da: Vîna gel nayê darezandin

KCD a nerazîbûn nîşanî betalkirina 2 wekîlên HDP’î û 1 CHP’î da got: “AKP a hemû rêgezê û pîvanên demokratîk ji holê rakir, li gel dijminahiya Kurdan, carekî din jî da nîşandan ku dijminê demokrasî û hiqûaê ye jî.”

Meclîsê parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu bi hinceta cezayê wan hatiye erêkirin xist. Piştî parlamenteriya Guven û Farisogûllari hat xistin, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), daxuyanî da û biryar şermezar kir.

KCD'ê diyar kir ku AKP ji bo wan êdî ne partiyek siyasî ye û wiha got: “Divê gelê me û raya giştî zanibe ku wekîlê wan bi darbeya siyasî ya AKP'ê hatin xistin. AKP'ê hemû rêgez û pîvanên demokratîk binpê kirin. Carek din eşkere bû ku li gel gel dijminantiya gelê Kurd, dijminantiya demokrasî û hiqûqê jî dikin. AKP bi vê biryarê vîna gelê Kurd armanc dike. Dixwaze bi vê yekê gelê Kurd têxe nava kaosê û xwe ji vê qeyranê tunebûnê xelas bike. Bi êrîşa Kurdan tu kes bi ser nakeve. Em dixwazin careke din rastiyê bi bîra hemû cemaweriyê bixin ku bi êrîşa Kurdan kes bi ser nakeve. Vîna gel nayê darizandin. Tu hêz nikare vê heqîqetê biguherîne. Bila baş bizanibin ku kesên îro me dadirizînin wê sibê dor bê wan jî. Wê demê bila tiştekî ji gelê Kurd hêvî nekin.

Em bi biryarin ku misyona xwe ya demokratîk ku gel daye ser milê me, di her şert û mercan de bilîzin û pêş bixin. Em bang li gelê xwe û hemû cemaweriya demokratîk dikin ku li dijî vê bê hiqûqiyê li dora Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari bibin xelek û piştevaniyê xurt bikin. Em bang li her kesî dikin ku bertekên xwe yên demokratîk bilind bikin."