KCD-E: Em komkujiya li Qendîlê bi nefret şermezar dikin
Hevserokatiya KCD-E, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer û komkujiya sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên şermezar kir.
Hevserokatiya KCD-E, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer û komkujiya sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên şermezar kir.
Hevserokatiya KCD-E ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku dewleta Tirk qetilkirina gelê Kurd didomîne û got: "Em komkujiya ku TC a mêtinkar li Qendîlê pêk anî bi nefret şermezar dikin. Êrîşên çetevarî û komkujiyên bi hevkariya AKP-DAIŞ’ê dema faşîzma TC dilxweş nekir, 24’ê Tîrmehê balafirên şer çiyayên Kurdistanê bomberdûman kirine, piştî wê di bin navê ‘Operasyona DAIŞ’ê’ de gelê me li kolanan tê înfazkirin û li navendên parastinê yên YPG’ê didin.”
'EM HÊRSA XWE VEGUHEZÎNIN QADAN'
Di daxuyaniya ev xisûs hatin diyarkirin: "Cenazeyên şehîdên rûmeta gelê Kurd di bin germhiya 50 pile de tên rawestandin, û bi rênîşandana AKP’ya faşîst tê xwestin ku cenazeyên şehîdên me bên şewitandin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Serok Apo bi awayekî bêexlaqî û şantajvarî didome. Di encama ku faşîzma AKP’ê çiyayên Kurdistanê bomberdûman dike û şewatên bi zanebûn derdixe tevayî xwezaya Kurdistanê hidiweşîne. TC a mêtinkar a bi vê têr nebû nîvê şevê li gundên Qendîlê gelê sivîl di xewa wan de qetil kiriye. Û ev di serî de di çavdêriya PDK û sazî û dezgehên navneteweyî yên xwedî berpirsyar de kiriye. Di serî de PDK bêdengiya saziyên navneteweyî yên wek NY, KE manîdar e û di wijdanê gelê Kurd de ku hevkarên sûcê komkujiyê ne çêkiriye.
Di serî de gelê me yê Ewropyê em bang li tevayî hêzên xwezayê, demokrasî û azadiyê dikin ku vî rûyê qetlîamker ên TC teşhîr bikin ji bo saziyên xwedî berpirsyar bixin nav tevgerê hêrsa xwe neqlî qadan bikin. Bêengî hevkariya ji komkujiyê re ye.”