KCD'ê cejna Remezanê pîroz kir

KCD'ê bi wesîleya cejna Remezanê peyamek weşand û got, "Em cejna Remezanê ya alema Îslamê û gelên xwe pîroz dikin û dixwazin bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û cejna hemû alema îslamê û gelê Kurd pîroz kir. KCD'ê di peyamê de wiha got: "Em cejna Remezanê ya alema Îslamê û hemû gelên xwe pîroz dikin û dixwazin bibe wesîleya aşitî, aramî û demokrasiyê. Di tevahî meha Remezanê de bê hiqûqî, binpêkirin û mirin qet ranewestiyan. Pêkûtî û binçavkirinên li hemberî Kurdan, siyasetmedar û jinan ligel meha Remezanê ji roja bapêşa coronayê destpêkirî heta îro bê navber berdawemkir."

KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Di vê meha pîroz de hejmara xizanan zêde bû, dewlemend hêj dewlemend xizan jî hêj bêhtir xizan bûn. Di vê mehedê li hêlekê mirovan ji ber baweriya xwe li hêla din jî hin mirovan ji bo azadiya xwe rojî girt. Lê mixabin bi awayekî xemgînî em dixwazin bibîr bixin ku mirovên ji bo azadiya xwe rojî girtin di vê meha pîroz de jiyana xwe ji dest dan. Civakê rojiya xwe pevnexist. Ligel ku rojiya pîroz bidawî bû jî hêj mirovên ciwan ji bo azadiya xwe di rojiya mirinê de ne. Ji bo windahiya can zêde nebe divê daxwazên mirovên di rojiyê de ne bicih bên û bigihêjin tenduristiya xwe. Di vê wateyê de çûyîna rewşa Tirkiye ne çûyinek ji xêrê re ye. Çûyina niha sînorê exlaqî, siyasî û hiqûqî ji holê radike û didome. Hîmên civakî û dîrokî yên gel ji bingehê vê diheje. Ji bo gelên me ji vê kaosê rizgar bibin em ê di vê mijarê de mil bi mil têkoşîna xwe berdewam bikin. Wekî hemû raya giştî dizanê talûkeya bapêşê li tevahî cîhanê didome. Em hêj neketine pêvajoya asayî, lê mixabin tê xwestin ku civak hînî bapêşê bê kirin. Bi wesîleya cejnê em careke din pêwistiyê bi bangê dibînin. Divê gelê me mesafeya xwe ya fizîkî biparêze. Di tevahî cejnê de divê gelê me di serî de li mesafeya fizîkî baldar be, ji ziyaret, mevlut û xwarinên giştî dûr bisekinin. Ji ber ev mijar ji bo tenduristiya gelê me rewşek jiyanî ye divê hevdîtinên bi vî rengî demeke din jî bên taloqkirin."

KCD'ê herî dawî cejna hemû gelê Kurd û alema îslamê pîroz kir û got: "Wekî Kongreya Civaka Demokratîk di serî de em Cejna Remezanê ya gelê Kurd û hemû civakan pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aşitî û aramiyê. Em dixwazin cejn ne tenê bi pêşniyazan, her wiha di pratîkê de jî li gorî wate û naveroka xwe bê pîroz kirin. Ji ber pêdivî û afirandina hedefa me ya civaka demokratîk û aştiyane em bi biryar in ku têkoşîna xwe berdewam bikin."