KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir

KCD'ê ji bo Cejna Noelê daxuyaniyek nivîskî da û di serî de li Xirîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn Cejna Noelê li tevahiya Xirîstiyanan pîroz kir. 


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî cejna Noelê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejn li Xiristiyanên ku li Kurdistanê dijîn û tevahî alema xrîstiyanan pîroz kir. 

KCD'ê got, ''Cejna Noel’ê (Yaldo) ku 2 hezar sal in ji hêla Xrîstiyanan ve, ku li welatê me dijîn tê pîrozkirin. Em bi wê baweriyê ne ku  wê Cejna Noelê rêzdariya di nava baweriyên cûda de hê bêhtir zexîm bike û wê bibe sedema aşitî û aramiya di nava mirovan de.
 
Bi van hest û ramanan em  cejna Noelê di serî de li Xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn û li tevahî alema Xirîstiyanan pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev cejn bibe sedema aşitî û aramiyê."