KCD’ê cejna Êzdiyan pîroz kir

KCD’ê cejna Êzdiyan pîroz kir

Komîsyona Gel û Baweriyan a KCD’ê der barê cejan Êzdiyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew cejna Êzdiyan pîroz dike.

Komîsyona Gel û Baweriyan a KCD’ê daxuyaniyek nivîskî da û  destnîşan kir ku di dîroka mirovahiyê de cejn her tim wateya tesîskirina aştiyê, pêşvebirina alîkarî û şêwirmendiyê dihundirîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê me yê Êzdî jî li vê erdnîgariyê xwedî taybetiyeke gelek mezin e. Jin baweriyeke qedîm ya gelekî ye. Heta roja îrok di têkoşîna azadiyê ku hatiye dayîn de û di seranserê dîrokê de li dijî taritiyê ronahî, li jî xerabiyê başî, li dijî mêtîngeriyê azadî derxistiye pêş.  Azadî wek felsefeyekê dane berxwe û bûne şervanên vê.

Ji ber vê em cejna Gelê xwe yê Êzdî pîroz dikin, hêviya me eve ku bibe wesîleya aştî û başiya civakê.