KCD-E banga tevlîbûna çalakiyên xwerêveberiyan kir

Hevserokatiya KCD-E, li dijî terora AKP’ê ya li ser Kurdistanê, banga piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyê kir.

Hevserokatiya KCD-E, li dijî terora AKP’ê ya li ser Kurdistanê, banga piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyê kir.

Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyek nivîskî weşand, got, “Roja serhildanê ye” û wiha got:

“Faşîzma TC ya mêtinger bi tevahî hêza xwe bi hovîtî êrîş dike. Êrîşên TC ya mêtinger wê demek dirêj berdewam bike. Bi operasyonên siyasî ve yek bi yek pêşengên gel ên hilbijartî digirin. TC ya mêtinger, artêşa xist meriyetê, li bajarên xwerêveberiyê tank bi cih kir, ev jî peyama di mêtingeriyê de israrê ye. Berxwedana gelê me ya destanî ya di pêşengiya YDG-H, êdî mirov nikare wek rewşek bertekî ya rojane bigire dest. Di navenda vê berxwedanê de, felsefeya Rêber Apo û li pey berxwedanê jî ked û xeyalên bi hezaran şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heye. Gelê me yê di şexsê Sûr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê li ber xwe dide de zanebûna ku azadiya tevahî gelê Kurdistanê bi vê berxwedanê gengaz e, heye. Ji ber vê ye ku li hember tank û topan teslîm nabe û wê ti carî teslîm nebe; ji aliyê gelê Kurdistanê bi biryarî tê ziman ku ya wê teslîm bibe û ji Kurdistanê biçe mêtingeriya TC ye.”

‘HER DER PÊWÎST E BIBE QADA BERXWEDANÊ’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her der veguhere qada berxwedanê wê serketin bi dest bikeve, wiha berdewam kir: “Heta azadiya Rêber Apo û avakirina xweseriya demokratîk, divê gelê me her kêlî û li her qadê bi çalakiyan berxwedanê mezin bike.”

BANG LI GELÊ KU LI EWROPA DIJÎ

KCD-E, ev bang li gelê li Ewropa dijî kir:

“Divê gelê me yê li Ewropa, tevlî çalakiyên ku di pêşengiya hevbirên KCD-E de pêş bikeve bibin, bi sekinandina jiyanê ve rabin serhildanê. Gelê me yê mîsyona xwe bi fedakariyê bi cih tîne, dîsa bi heman mîsyonê ve, bi taybet pêwîst e 18-19’ê Kanûnê rabe serhildanê û çalakiyên demokratîk bidomîne.

Li Ewropa di serî de gelê me yê welatparêz, her kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê, em bang li wan dikin ku bi şîarên, ‘Ji Bo Azadiya Rêber Apo Em Berxwedanê Mezin Bikin’ û ‘Li Dijî Mêtingeriyê Xweseriya Demokratîk, Li Dijî Koletiyê Jiyana Azad’, bi rûhê serhildanê ve em berxwedanê mezin bikin.”