KCD: Arîn Mîrkan pêşengtiya azadiya Kobanê kir

KCD 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi bîr anî, di daxuyaniyê de diyar kir ew şoreşgerên enternasyonalîst ên di azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û got, ‘Arîn Mîrkan pêşengtiya azadiya Kobanê kiriye.

Kongreya Civaka Azad (KCD) 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi bîr anî, di daxuyaniyê de diyar kir ew şoreşgerên enternasyonalîst ên di azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. KCD’ê di daxuyaniya xwe de got, Arîn Mîrkan pêşengtiya azadiya Kobanê kiriye.

‘ARÎN MÎRKAN PÊŞENGTIYA AZADIYA KOBANÊ KIRIYE’

Daxuyaniya KCK’ê ya li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wiha ye:

Hêzên dagirker û mêtinger bi awayekî ku tolê ji gelên Rojhilata Navîn hilîne bi hovane êrîşî ser Şoreşa Rojava kirin, ku bi pêşengiya gelê Kurd pêş ketiye. Bi taybetî ji bo Şoreşa Rojava ya bi bi pêşeniya jinên Kurd derketiye holê têk bibin, çekên herî pêşketî dane çeteyan û êrîşî ser Kobanê kirin. Bi vê êrîşê re xwestin şoreşê li bajarê ku lê derketiye holê têk bibin.

Di serî de gelê Kurd, hemû gelên berxwedêr li hemberî hêzên dagirker têkoşiyan. Bi berxwedaneke bêhempa û bi cangorî Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahî û xwezayê parastin. Yek ji sembola berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya li hemberî çeteyan pêşengiya azadkirina Kobanê kir.

‘ŞOREŞGERÊN ENTERNASYONALÎST LI KOBANÊ DIJ ÇETEYAN ŞER KIRIN’

Bi hezaran berxwedêr li Kobanê, kolan bi kolan, mal bi mal li hemberî çeteyan li ber xwe dan û bi vê berxwedanê xwe gihandin gelên dinyayê. Şorgerên enternasyonalîst ji her çar aliyên dinyayê hatin Kobanê li hemberî çeteyan şer kirin. Bi vê berxwedanê Kobanê kirin navenda şoreşê. Di encama vê berxwedanê de li ser bangewaziya nivîskar, zanîst û siyasetmedarên navdar ên dinyayê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin û bi vê ilankirinê re xwedî li şoreşa gelan derketin.

Em Kongreya Civaka Demokratîk, şoreşgerên enternasyonalîst ên di azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi minêtdarî bi bîr tînin. Em vê roja pîroz li hemû gelên berxwedêr pîroz dikin.

Di demeke wiha de ku hemû hêzên mêtinger û hevkar ji bo Kobanê digotin “ket” bi hevkariya şoreşgerên enternasyonalîst re veguherî serkeftinê. Bi serkeftina Kobanê re hat dîtin ku tu hêz û çeteyên wan nikarin xwe li ber berxwedana gelan bigirin. Dê serkeftin teqez a gelên berxwedêr be.