Kaya: Polîtîkaya yekcil feraseta tekparêz e
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’jî û PAJK’î nerazîbûn nîşanî polîtîkaya AKP û MHP’ê yên ku dixwazin li zindanan tenê cil û bergekî li ser girtiyan ferz dikin da.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’jî û PAJK’î nerazîbûn nîşanî polîtîkaya AKP û MHP’ê yên ku dixwazin li zindanan tenê cil û bergekî li ser girtiyan ferz dikin da.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên di girtîgehan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde diyar kir ku modernîteya kapîtalîst dixwaze civakan teşe bike û wê ji cewhera wê dûr dixe û rengînî, dewlemendiyan tehdît dike.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di nav sîstema tifaqa AKP-MHP’ê de li ser navê heq, hiqûq û edaletê tiştek tune û ji ber vê jî em nikarin qala demokrasî û azadiyê bikin. Li ser navê Rewşa Awarte bi sedan kes avêtin zindanan û dixwazin pêkutiyê li ser girtiyan bikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î me ti carî stûyê xwe xwar nekir û em ê xwar jî nekin. Çawa ku Kemal, Mazlûm, Xeyrî, Sara û Semayan li hemberî faşîzmê li ber xwe dan em ê jî li ber xwe bidin.
Em polîtîkaya lixwekirina cilên wekhev wekî feraseta yekparêz diyar dikin. Ev feraset dixwaze her tiştî bike wekî hev û pê re jî mirinê bi xwe re tîne û cudahiyan ji holê radike. Gotina rêbertiya me; ‘Eger ku mirov bişibe hev, ev mirin e’ têra xwe vê meseleyê rave dike.
Polîtîkaya yekcilan ji bo şikandina vîna kesan hatiye hesapkirin. Polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê dişibe ya faşîzma Hîtler. Îro jî dixwazin wekî kampa Aûschwîtzê li girtîgehan jî heman pêkanînên faşîst têxin meriyetê. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î em vê polîtîkayê qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Em bangî hemû kesên rewşenbîr û demokrat dikin ku li dijî faşîzma AKP û MHP’ê dengê xwe bilind bikin. Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye.”