Kaya ku cezayê wî xilas bûye jî nayê berdan

Kaya ku cezayê wî xilas bûye jî nayê berdan

Ehmed Kaya ku li Girtîgeha Tîpa L jimar 2 a Enqereyê girtiye, ji ber sedema cezayê dîsîplînê lê birîne nayê berdan.

Ehmed Kaya ku li Girtîgeha Tîpa L jimar 2 a Enqereyê girtiye, pêwîst bû li gorî 4’mîn paketa darazê serbest were berdan, hate ragihandin ku nehatiye berdan. Kaya di nameya şandî de têkildarî pirsgirêkên jiyan dike de wiha got: “Pêwîst bû serbest bême berdan lê ji min re gotin 11 mehan cezayê te ê nasnameyê heye, ez nehatim berdan. 11’ê Hezîranê bêy ku agahiyê bidin ez sewqî Girtîgeha Tîpa L jimar 2 kirim. Dîsan pêwîst bû li gorî zagona ‘Serbestiya di bin kontrolê de’ bême berdan, bi hinceta ku tevlî çalakiya birçîbûnê û weke din bûme, ji ber cezayên dîsîplînê ê ji aliyê îdareya Girtîgeha Tîpa F jimar 2 ve hatî dayîn û li Dadgeha Înfazê li benda erê kirinê ye, nayêm berdan. Cezayekî dîsîplînê yê şixulîna pratîkî tuneyî heye. Li rexmî ku min ji bo gelek girtîgehan daxwaz kir jî, dibêjin ‘cezayê te ê dîsîplînê’ heye min sewq nakin. Li vir ewlekariya canê min tune ye. weke ku ez dibêjim, li gorî pêkanînên niha cezayê min xilas bûye, ji ber cezayê dîsîplînê min digirin. Rojnameya Gundemê jî ji ber sedemên tên zanîn nadin min.”