Li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku, li rexmî salek li ser komkujiya Roboskiyê re derbaz bû hêjan kujer nehatine dîtin û her wiha hemû xebatên têne meşandin jî ji bo bincil û berovajî kirina komkujiyê ne. Kaya da zanîn ku, ev komkujî bi erêkirina AKP’ê û hikumeta wê pêkhatiye.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya di derbarê komkujiya Roboskiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku, ew weke girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê êşa komkujiya Roboskiyê parve dikin.
Denîz Kaya di daxuyaniya nivîskî ya weşandî de wiha got;
“Roboskî xeleka dawî ya zincîre komkujî û qetlîamên ji gelê Kurd re rewa tên dîtine. Di 28’ê Kanûna 2011’an de di nav de piranî xwendekar û zarokên temenê wan ji 18 saliyê biçûktir 34 mirovên me yên sivîl bi erêkirina AKP û hikumeta wê ji aliyê balefirên şer yên F-16 bi awayek hovane hatin bombebaran kirin û qetilkirin. Di serî de Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan rayedarên hikumet û dewletê, di nava xemgînî û rondikên direw de soz dan ku ew dê kiryar û berpirsên komkujiyê bibînin, lê li rexmî salek li ser komkujiyê derbaz bû jî hêjan pêngavek ber bi çav ne avêtine. Bi vê armancê xebatên ku têne birêve birin, ne ji bo derxistina berpirsyarên komkujiyê ne. Her roja ku diçe hîn baştir tê fêmkirin ku, ev xebatane ji bo bincilkirin û berovajî kirina bûyerê ne.
Em dixwazîn bibîr bînin ku, gelê Kurd ne kole û Kurdê berê nîne, her wiha gelekî zana û polîtîke û ti caran dê serê xwe li hemberî zilmên wisan ne tewîne. Em weke girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 1’mîn salvegera Komkujiya Roboskiyê êşa wan parve dikîn û ji bo kujerên komkujiyê neyên ji bîr kirin bang li raya giştî ya demokratîk ya Tirkiyeyê û hemû mirovên pêşvero dikîn ku li derdora Roboskiyê xwe bikin yek, her wiha li ser vî bingehî em her kesê vedixwînîn ku erkê xwe yê mirovahiyê pêk bînîn.”