Kawa Germiyanî li Oslo hat bi bîranîn

Kawa Germiyanî li Oslo hat bi bîranîn

Rojnamevan Kawa Germiyanî ku di 5’ê Kanûnê de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Kalarê di encama êrişekî bi çek de jiyana xwe ji dest dayî li Oslo hat bi bîranîn. Germiyanî ji ber dosyayên bêrêtiyê amade kiribûn gel lê hatibûn kirin û li dijî wî doz hatibû vekirin.

Li paytextê Norveç’ê Oslo ji gelek rêxistinên sivîl yên Kurdistanê û endamên partiyên siyasî li pêş Wezaretxaneya Karên Derve a Norveçê bi armanca şermezarkirina cinayetê çalekiyek li dar xistin. Di bîranînê de nûçegihanê Rojnameya Awane yê Norveçê Shwan Hama, nûnerên PJAK, Tevgera Goran, Partiya Karkerên Komûnist yên Kurdistanê ku amade bûn yek bi yek daxuyanî dan.

Rêxistina Rojnamevanên Sînor ne nas (RSF) cinayet şermezar kir. Di daxuyaniya Saziyê de diyar kirin ku li rexmê ku Kawa Germiyanî gef jî di xwarin Hikûmeta Herêmî a Kurd û Iraqê ewlehiyên parastina rojnamevan ne girtine rexne kir û bal kişande ser komkujiyên rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê.