Li gorî agahiyan, rayedarên hikûmeta Tirk nexwestine bi raportora Hollandî Katî Pîrî re hevdîtinê bike, lewma serdan hatiye taloq kirin.
Di daxuyaniya Parlamenta Ewropayê de hat ragihandin, serdana Tirkiyeyê ya Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê û Parlamenterê Elman Elmar brok û Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî hatiye taloqkirin. Li ser dema pêkhatina vê serdanê ti agahî nehat dayîn. Tê gotin, ji ber nêrîna neyînî ya aliyê Tirk ev serdan hatiye taloqkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Parlamenta Ewropayê hatine bidestxistin, hikûmeta Tirk ji bo Elmar Brok ti pirsgirêk dernexistiye, lê nexwestiye bi parlamentera sosyalîst a Hollandî raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî re hevdîtinê bike.
Katî Pîrî raporek rexnekirinê li ser Tirkiyeyê amade kiribû û dabû xuyakirin, ku 'bersiva herî baş' a li pêkanînên dîktatorî yên li Tirkiyeyê, sekinandina muzakereyan e. Aliyê Tirk nerazîbûn nîşanî vê gotinê dabû.