Kasirga: Ji bo Swêd lêborînê bixwaze helwesteke hevpar a Kurdan divê

Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat a Karker a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga destnîşan kir, ku ji bo Swêd ji ber kuştina Palme ji Kurdan lêborînê bixwaze, divê partî û saziyên Kurd hemû helwesteke hevpar nîşan bidin.

10'ê Hezîrana 2020'an yek ji rojên dîrokî yên Swêdê bû. Serdozgeriyê ragihand ku wan lêpirsîna li ser bûyera kuştina Serokwezîrê berê Olof Palme piştî 34 salan girtine. Hate ragihandin ku Stîg Engstrom kujerê Palme ye. Lê belê sûcdarkirina kesekî ku beriya 20 salan jiyana xwe ji dest da wijdanê kesî rehet nekir. Yê ku herî zêde ji kuştina Palme zerar dît û kete nava travmayeke mezin gelê Kurd bû. Ji ber ku heta niha lêborîn ji Kurdan nehatiye xwestin û ji bo neheqiya li wan hatiye kirin bê çareserkirin gav nehatiye avêtin, ev nêzîkatî cihê nerazîbûnane.

Hin saziyan ji dewleta Swêdê xwestin ku ji ber gelê Kurd hatiye sûcdarkirin û mohra 'rêxistina terorê' li PKK'ê hatiye xistin, lêborîn ji Kurdan bê xwestin û ew mohr ji ser PKK'ê bê rakirin.

Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat a Karker a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga mijar nirxand.

Kasirga diyar kir ku kuştina Palme encamên neyînî ji bo Kurdan bi xwe re anî û bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdan reş bike bi salan ev bûyera kuştinê bi kar anî.

Kasirga anî ziman ku heman piştî bûyera kuştina Palme gelek Kurd bûn hedef, bûn mexdûr û got, "Berpirsyariya bûyerê bi hêsanî xistin stuyê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Piştî bûyerê mohra terorîst li Tevgera Azadiyê ya Kurd xistin. Dewleta Tirk ev mohr ne tenê li dijî PKK'ê her wiha li dijî Kurdan hemûyan bi kar anî. Dema ku Tirkiyeyê maseya aştiyê qeliband jî sûcdariya terorîstiyê ya li dijî PKK'ê bi kar anî."

EGER RÊXISTINÊN KURD BI HEV RE TEVBIGERIN WÊ LÊBORÎN BÊ XWESTIN

Kasirga diyar kir ku dema dîroka siyasî ya Swêdê bê lêkolîn wê bê dîtin ku zêde lêborîn nehatiye xwestin û got, "Li vir di nava mekanîzmaya dewletê û meqamên wê de çanda lêborînê ya fermî nîne. Bi hezaran sal in neheqî li gelê xwecihî yê Skandînavyayê li Samiyan tê kirin. Hîn jî neheqî li wan tê kirin, lê tevî vê yekê jî dewletê lêborîn nexwestiye."

Kasirga bi bîr xist ku di civîna hefteyên derbasbûyî de ya navbera Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û rêxistinên Kurdan de bûyera kuştina Palme ketiye rojevê û got, "Birêz Wezîr got ku sûcdarkirina Kurdan a ji ber kuştina Palme bêşensiyeke mezin bû. Ez vê gotinê girîng dibînim."

Kasirga destnîşan kir, ji bo dewleta Swêdê bi rengekî fermî lêborînê bixwaze divê rêxistinên Kurdan ên li Swêdê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Kasirga bi bîr xist ku rêxistin û partiyên Kurdan ên li her çar aliyên Kurdistanê li Swêdê şaxên xwe û alîgirên xwe hene û got, "Li gorî çavdêriyên min, di serî de Federasyona Kurdan rêxistinên Kurd dixwazin di vê mijarê de gavên berbiçav biavêjin. Ev yek ji bo Kurdan firsendeke û eger bi hev re tevbigerin dibe ku Swêd lêborînê bixwaze."