Kartal: Me li hemberî hemû cîhanê ispat kir ku em ligel aştiyê ne
Kartal: Me li hemberî hemû cîhanê ispat kir ku em ligel aştiyê ne
Kartal: Me li hemberî hemû cîhanê ispat kir ku em ligel aştiyê ne
Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal, pêvajoya çareseriya demokratîk nirxand û got Tevgera Azadiya Kurd her cureyê îhtîmalê hesab kiriye û got: “Me li hemberî hemû cîhanê îspat kiriye ku em ligel aştî, û çareseriya demokratîkin.”
Kartal, li paytexta Oslo Norveçê tevli vekirina cihê nû yê Komeleya çanda Kurdistan a Norveçê bû. Ji çar paçeyên Kurdistanê nûnerên KDP, YNK, Goran û nûneên saziyan tevli bûn. Piştî vekirinê civîna gel der barê pêvajoya Sûriye, Rojava, Bakûrê Kurdistan-Tirkiyeyê pêk hat.
Civîn nêzî 3 saetan berdewam kir. Remzî Kartal axivî û got: “Gelê me divê her îhtîmalê bide ber çavan û biryaran bigire. Ji ber vê Tevgera Kurd beriya pêvajoyê bide destpêkirin lîstikên AKP’ê xist hesab. Lê me her tim zimanê aştÎ û çareseriyê bikaranî. Em ligel aştiyê bûn û me ev ispat kir.”