Kartal ji Der Spiegelê re axivî: Erdogan neçar e bazariyê bike

Kartal ji Der Spiegelê re axivî: Erdogan neçar e bazariyê bike

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal, pêvajoya ku bi hevdîtina bi Ocalan re hate destpêkerin, ji kovara nûçeyan a Alman Der Spiegelê re nirxand. Kartal diyar kir ku ew li bendê ne Tirkiyeyê ji bo çaresiyeriyê gavên ku baweriyê bide wan biavêje û wiha got: "Erdogan di bin zextê de ye û neçar e bazariyê bike."

Hefteya borî bi hevdîtina Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata ya li girava Îmraliyê bi Ocalan re kirin, di çareseriya kêşaya Kurd de qonaxeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo di rojeva çapemeniya navnetewî de ye jî. Kovara sereke ya nûçeyan a Alman Der Spiegel ku heftê carekî derdikeve, di hejmara xwe ya dawî de cih da hevpeyvîna bi Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal re û derbarê vê pêvajaya nû de pirsên xwe kir.

'REWŞA KURDAN HATE GUHERTIN'

Kovarê sernivîsa "Erdogan neçar e bazariyê bike" bi kar anî ku yek ji gotinên balkêş ên Kartal bû. Kartal diyar kir ku ew li bendê ne ku bi hevdîtina dawî ya li girava Îmraliyê pêvajoyekî nû ya diyalogê dest pê bike û wiha axivî:

"Heta niha min bawer nedikir ku Erdogan vê pirsgirêkê di wateya rast de çareser bike. Lê belê di nava pêvajoyê de û pêşketinên li herêmê bû sedem ku rewşa Kurdan were guhertin. Erdogan niha di bin zextê de ye û ji bo vê jî neçar e ku bazariyê bike."

Kartal, li ser pirsa kovarê ya "Gelo PKK ji rejîma Sûriyeyê alîkariya çek werdigre?" vê bersivê da: "Ev yek qet ne rast e û derewên Tirkiyeyê ne. Ya rast ev e; Piraniya Kurdên Sûriyeyê êdî xwe bi rêxistin kirin e û ne alîgerê Esad û ne jî alîgirê muxalefetê ne."

Herwiha Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser pirsa Der Spiegelê ya "Çekdanîna PKK'ê çima ne hêsan e?" jî wiha axivî: "Ji bo em dest ji têkoşîna gerîla berdin, divê em gavên hikûmetê ên ku baweriyê bide me, bibînin. Hê em baş nizanin; dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, an PKK'ê tune bikin?"