Kartal: Hêza gelê me heye ku êrîşan têk bibe!

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Borlange yê Swêdê li ser rewşa dawî ya li Tirkiye û Rojava civîneke gel li dar xist.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li civînê axivî û bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên dema dawî zêde bûne. Kartal diyar kir, armanc ji van êrîşan ew e ku pêşî li destketiyên statuya Kurdan bigire û Kurdan bitirsîne.

Kartal bi bîr xist ku li dijî dewleta Tirk berxwedaneke xurt tê kirin û anî ziman, sorkirina şer bûye sedem ku krîza aboriyê li Tirkiyeyê kûr bibe û rejîma AKP'ê xistiye nava pêvajoya têkçûnê.

Kartal diyar kir, gelê Kurd serî li ber zext û êrîşên dewleta Tirk netewandiye, her li ber xwe dide û got, "Hêz û tecrûbeya gelê me heye ku van êrîşan têk bibe."

Kartal bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexne kir ku li pêşberî binpêkirina peymanên navneteweyî bêdeng in.

Remzî Kartal got, gelê Kurd û dostên wan wê li pêşberî biryara DYA'yê ya li dijî 3 rêveberên PKK'ê û tecrîdkirina Ocalan bêdeng nemînin.