Karkerên PTT'ê vegeriyan ser karê xwe
Karkerên PTT'ê vegeriyan ser karê xwe
Karkerên PTT'ê vegeriyan ser karê xwe
190 Karkerên PTT'ê yên bajarên Tirkiye Îzmirê û Manisa ku hemaliya belavkariyê dikirin û ji kar hatibûn avêtin, piştî têkoşîna demek dirêj dîsa li karên xwe vegeriyan.
Li Îzmir û Manîsayê 190 karkerên PTT'ê yên hemaliya belavkariyê dikirin, bi hinceta şîrketa taşeron hat guhertin ji kar hatibûn derxistin. 130 karkerên posta û 50 karkerên kargo û li Manisayê jî 10 karkerên posta di 1'ê Sibatê de li ber Midûriyeta Postayê ya PTT'a Bornovayê dest bi çalakiyê kiribûn.
Karkerên ku 4 rojin çalakiyêk tînin daxwaa wan hat qebûlkirin û dîsa li karên xwe vegeriyan. Karkeran du bi rêveberiya PTT'e de hevdîtin kir û dîsa li karên xwe vegeriyan.
Serokê Şaxa Haber-Senê ya Îzmirê Huseyin Ozdem, diyar kir ku karkerên PTT'ê ji ber têkoşkîn û biryara xwe mafê xwe bi dest xistin. Ozdem, anî ziman ku ev serkeftina biryar û yekîtiyê ye.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê jî bi boneya piştgiriyê bide karkerên PTT'ê li ber Edliyeya Bayrakli kom bûn û heta PTT'a Bornovayê meşek pêk anîn. DİSK û Turk-Îşê jî piştgirî da wan. Komê di meşê de bê navber sloganên "Bila karê hemaliyê rabe", "Em dê bi kombûnê bi ser bikevin" berz kirin. Li ser navê komê Berdevkê Platformê û Serokê Şaxa Egîtîm Senê Îsmaîl Akyol, diyar kir ku ew dê di her qadê de xwe bêtir bi rêxistin bikin û mafê xwe bi dest bixin. Akyol, anî ziman ku dê her tim li pişt karkerên PTT'ê bin.