Karkerên li Bolû rastî lîncê hatin di binê çavan de ne

8 karkerên li Bolûyê rastî êrîşa faşîst û nîjadperestan hatin, hatin binçavkirin. Karker piştî dayîna îfadeyê wê bajêr biterikînin.

Êrîşên nîjadperestan ên mirina leşkerên bûne qurbanê şerê qesra AKP'ê ji xwe re dikin hincet, dewam dikin. Yek ji van êrîşan jî li navçeya Bolû Mûdûrnû rû da.

Karkerên li bajarokê Taşkestî yê Mûdûrnû dijîn, rastî hewldana lîncê hatin. Faşîst û nîjadperestên ji bajarokê Akyazi hatin, îdîa kirin ku karkeran 'ala PKK'ê li înşeatê daliqandine' û li ber konteynira karkeran kom bûn.

8 Karkerên rastî êrîşa nîjadperestan hatin, ji konteynirê derketin û xwe li banê dibistanan hînê tê çêkirin girtin. Êrîşkaran konteynir şewitandin û karker jî bi saetan di bin dorpêçiya nîjadperestan de li banê avahiyê asê man.

Piştre jenderme hatin û 8 karker birin Midûriyeta Jendermeyan a Bolûyê.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Ozgur Gunaydin anî ziman ku piştî wergirtina îfadeyê wê karker werin berdan û got, "Me hînê karker nedîtine, ji ber vê yekê agahiyeke me ya berfireh li ser êrîşê nîne. Lê belê em dizanin ku karker piştî hatin berdan, wê bajêr biterikînin. Ji ber ku li vê derê şert û mercên kar nemaye."