Li gel wezîfedarkirina qeyûmê ya ji bo Şaredariya DBP’ê ya Îpekyolûya Wanê, gelek xebatkar bi taybet ji Saziya Midûryetê û Derdor ji kar hatin derxistin. Şaredariya ya ku xwedî erkê paqijkirina bajêr di warê endaman de kete valehiyek mezin. Li gorî mercên asayî karker 8 saetan dixebitîn, lê bi hatina qeyûman re ev saetên kar gihişte 15’an. Li şûna ku karê 5 karker bike ji ber ji kar derxistina karkeran ev kar 1 karker dike û dibe sedemê qezayan.
Karkerê paqijiyê yê bi navê Îbrahîm Taytoglû yê ku di yekineyên şev de kar dikir ji ber zêdebûna kar, di saet 00:30’an de ji wesayîtê ket û jiyana xwe ji dest da. Taytoglû (42) ê ku xwediyê 2 zarokan ku li Taxa Cûmhûryetê karê paqijiyê dikir ji ber zêdebûna kar ma dibin wesayîta kar de û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taytoglû hate definkirin û li gundê Karpûzalanê konê sersaxiyê hatiye vedan.
Ji 300 kerkerên paqijiyê yên Şaredariyê 103’ê piştî wezîfedarkirina qeyûmê ji kar hatin derxistin.