Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Kayayilan ê ji Radyoya Dengê Welat re axivî, anî ziman ku divê mirov dost û dijminê xwe baş binase. Karayilan destnîşan kir ku tu rabî dijminê bav û kalên xwe wek dost bibînî û yên ku divê hevalbendên te bin, wana jî bidî hemberî xwe û wek dijmin bibînî tu naçî serî û wiha got: “Ev careke din îspat bû. Eger mirov dost û dijminê xwe baş nas neke, wê mirov biçe şaşîtiyê. Divê mirov di wê astê de baweriyê bi dagirkeriya li ser axa Kurdistanê neyne, pişta xwe nede her kesekê. Divê mirov pişta xwe bide xwe, bide gelê xwe, bide hêza xwe. Ev tiştên pir girîng û sereke ne. Bi taybetî ji bo serkeftin û encamgirtinê vana tiştên nebin nabine.”
Karayilan bal kişand ser êrîşên niha yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê jî wiha pêde çû: “ Divê gelê me yê Efrînê vêya baş bizane; çawa ku gelê me Kobanê bi tenê nehişt, wê gelê em yê bi rûmet ê Efrînê jî bi tenê nehêle. Di vê mijarê de divê gelê me yê Efrînê reht be. Divê ji beriya her tiştî baweriya wê bi xwe hebe, ji hêza xwe, ji şervanên YPG/YPJ’ê bawer be.”
Dirêjiya axaftina Karayilan wiha ye:
Roja îro têkoşîna azadiya gelê Kurd di qonaxeke pir girîng û hesas re derbas dibe. Di vê qonaxê de tiştê li Başûrê Kurdistanê jiyan bûyî hem em, hem jî tevahî gelê me xemgîn kir. Ji bo me hemûyan cihê xemgîniyê ye. Bi rastî me di wextê wê de hişyariyên pêwîst kirin. Hem bi rêya hevdîtinan, hem jî bi rêya çapemeniyê di vê der heqê de me gelek caran hişyarî bi pêş xistin. Feqet ev hişyariyên me negirtin dîqatê. Em dizanin gelek kesên ji derveyî me jî bi heman şêwazî nêrîn û hişyariyên xwe bi pêş xistin.
Ev heqîqetek e; roja îro ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo doza gelê Kurdistanê firsendên dîrokî hene. Divê mirov van firsendan bi kar bîne û êdî gelê Kurd jî li ser vê axê bi şêwazekî azad û serbixwe bijî. Lê em ê vê firsendê çawa bi kar bînin, ev mijarek girîng e. Rê û rêbazên ji bo serkeftinê divê rê û rêbazên rast bin.
Beriya hemû tiştî yekîtiya navxweyî mijara sereke ye. Yanî divê mirov di nav xwe de yekîtiyê bi pêş bixe. Yekîtiya navbera parçeyan û her parçeyek jî di navbera xwe bi xwe de pêwîst e yekîtiyê çêbike. Gelek siyasetmedarên Kurd vê mijarê wekî pêwîstiya hizban, partiyan digirin dest. Na. Yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke neteweyî ye. Ji bo ku em bibin neteweyek, miletek pêwîst e helwesteke me ya yekdest hebe. Lê me nikarîbû em vê bidin fêmkirin û bikin rojeva esasî.
Ji bo mirov bi ser bikeve, divê beriya hemû tiştî dost û dijminê xwe baş û rast destnîşan bike. Tu rabî dijminê bav û kalên xwe wek dost bibînî û yên ku divê hevalbendên te bin, wana jî bidî hemberî xwe û wek dijmin bibînî tu naçî serî. Ev careke din îspat bû. Eger mirov dost û dijminê xwe baş nas neke, wê mirov biçe şaşîtiyê. Divê mirov di wê astê de baweriyê bi dagirkeriya li ser axa Kurdistanê neyne, pişta xwe nede her kesekê. Divê mirov pişta xwe bide xwe, bide gelê xwe, bide hêza xwe. Ev tiştên pir girîng û sereke ne. Bi taybetî ji bo serkeftin û encamgirtinê vana tiştên nebin nabine. Me dît, di siyaseta Başûrê Kurdistanê de di van derheqan de şaşîtî û kêmahî jiyan bûn û encam jî wisa derket holê. Wekî min got, ji bo vê encamê mirov xemgîn dibe. Ji van kiryarên heyî divê êdî ders bên girtin. Tiştê pêwîst ev e. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê bizanibe derfetên ji bo azadiya gelê Kurd îro hîn zêde hene. Her çiqas ev bûyer qewimî jî, divê gelê me morala xwe winda neke. Rê û rêbazên rast hene û em bawer in bi rê û rêbazên rast hem li tevahî Kurdistanê, hem jî li Başûrê Kurdistanê gelê me wê bigihe armanca xwe.
Divê gelê me bizanibe, rexmê ku em bi hêzeke hindik li Kerkûkê bûn, hêza herî dawî kişiyayî jî em bûn. Kengî hate dîtin ku êdî gel jî dikişe, şert û mercên mirov li wir bisekine, biparêze nemaye; wê çaxê rojekê bi derengî hêzên me paşve kişiyane. Li Kerkûkê jî wisa bû, li Şengalê jî heman tişt bû. Heta agahî jî nedane me. Mesela, li Kerkûkê destpêkê beriya wê du rojan, li Meyafil hemû hêzên xwe paşde kişandine, agahî nedan me, yekîneyeke me li wir bû, ew tenê mabûn. Piştre hêzên me pê dihesin û xwe paşde didin. Ango ev birader agahî jî nadin!
Gelê me divê bizanibe, ger rêveberiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwestek bigirta, me ew bi tenê nedihiştin. Lê biryar girtin û paşve kişiyan. Pêşmerge dikarî şer bike, lê biryar hebû; li gor biryarê paşve dikişin. Dema em van hemûyan tînin ber çavan, em naxwazin kesek bibêje, “Vaye Başûrê Kurdistanê di qonaxek hesas re derbas dibe û rexne zêde tên kirin, an pêşî lê tê girtin.” Em naxwazin tiştekî wisa çêbibe. Em dixwazin cardin bibin alîkar, rêya rast esas bigirin û tiştê li ser me dikeve bikin.
Beriya hemû tiştî ev derket holê; mirov dike çi bike, divê mirov berê amadekariya wê bike. Yanî amadekarî nebe, tu çi karî bikî tu nikarî bi ser bikevî. Rast e, referandûm xistin rojevê. Lê ne di hundir de amadekarî hatin kirin, ne jî li derve. Di hundir de pêwîstî bi yekdestî û biryarê heye. Li derve jî wê kî piştevaniya me bike, em ê çawa vê bi raya giştî bidin qebûlkirin? Di van der heqan de çi hesap nehatiye kirin. Ev şaş e. Me ev di wextê wê de jî got û encama xwe jî wisa derket. Divê mirov cardin bi şaşî nêzî dema nû nebe.
Niha rewşek nû derketiye holê. Her kes ê derveyî xwe tawanbar dike. Mirov ditirse ku ev tawanbarî kûr bibe, nakokiyên navxweyî hîn zêde kûr bibin û bibe sedema parçebûn û şerekî navxweyî. Niha xeteriya herî mezin, metirsiya herî mezin ev e. Ji bo wê em dubare bang dikin û dibêjin; rast e, referandûm çawa ku mafê hemû gelan e, mafê gelê Kurd bû jî. Lê eşkere ye ku nebû çare. Fêm dibe ku ne wexta xwe bû, bê amadekarî bû û bêyî ku wext rast bê tespîtkirin, ev gav hat avêtin û ev şaş bû. Divê cardin şaşî neyê kirin. Hîna bi usûlê rast nêzîkbûn divê bi pêş bikeve. Zelal bû ku tenê çare, yekîtiya neteweyî ye. Em hêvî dikin ku taybet hêzên di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe heyî PDK û YNK hîn zêde bi berpirsyarî nêz bibin, nakokiyên navxweyî kûr nekin. Rexne dibe, lê dema mirov nakokiyên navxweyî zêde kûr bike, wê ev bi xwe re tiştên neyînî bîne.
Serok APO berê destnîşan kiribû û gotibû: “Divê konseyeke Kurd hebe, dadgeheke neteweyî hebe û divê hêzên parastinê yên Kurd hevbeş bin.” Eger ev saziyên neteweyî hebûna, wê niha rûniştan û bigotan filan tawanbar e, filan jî mafdar e. Niha tiştekî wisa nîn e, alî hevdû tawanbar dikin! Eşkere ye hinek kêmahî û şaşî hene, lê di ber van kêmahiyan de kî çiqas berpirsyar e, ev mijar mijara gotûbêjê ye. Di vê der heqê de tiştê herî girîng ku mirov li ser raweste, divê bi rêbazên di cih de nêzbûn bi pêş bikeve. Em ê wekî netewe di Başûrê Kurdistanê de çawa xwe komî hev bikin, em ê çawa rê û rêbazên rast bimeşînin; divê ev rojeva esasî be. Rêya vê ya sereke jî yekîtî ye, Yekîtiya Neteweyî ye. Divê mirov vê tiştê bi pêş bixe.
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê xeman nexwe. Doza Azadiya Kurdistanê îro lidar e, têkoşîna me wê bi ser bikeve. Em wek gel, wek netewe gelê herî kevin li vê herêmê bi cih bûne û mafê me yê ku em azad, serbixwe li ser vê axê jiyan bibin heye. Çi hêz, çi quwet nikare li pêşiya vê bibe asteng. Lê divê em rê û rêbaz rast bimeşînin. Niha tiştê esasî hem pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê, hem jî pirsgirêkên di navbera hêzan a navxweyî de divê bi diyalogê bên çareserkirin; ne bi tundî û tûjî. Divê bi diyalog, bi guftûgo pirsgirêkên wisa bên çareserkirin. Niha tiştê ku mirov herî zêde esas bigire ev e û em bi hêvî ne di vê serdema dîrokî de gelê Kurd wê mutleqa bigihe armanca xwe. Li ser vê bingehê divê kûrbûn çêbibe û têkoşîna doza azadiyê hîn zêde bilind bibe.
‘ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, DEWLETA TIRK BIRÊXISTIN KIR’
Rola dewleta Tirkiyê jixwe rola esas e. Van kiryaran dewleta Tirkiyê dike. Rast e, belkî niha yê ku dixe meriyetê wekî dewleta Iraqê, hêza Iraqê ne, lê divê em vê ji bîr nekin, di herêmê de dewleta ku ji bo doza Kurd herî nerm nêz dibe Iraq e. Dewleta Tirk şoven, nîjadperest û dijmin e. Ger dewleta Tirkiyê ewqas helwest bi pêş nexista, neçûya gel Îranê û Iraqê, tev wisa îtifaq pêş nexistana, ez bawer nakim dewleta Iraqê wisa nêz bibûya. Yanî yê niha di van kiryaran de xwedan rol bi esasî dewleta Tirkiyê ye. Li ser vê erda cîhanê dijminê gelê Kurd ê herî mezin, dewleta Tirkiyê û Erdogan e. Jixwe ger artêşa Iraqê neketa dewrê, wê artêşa Tirkiyê têketa dewrê. Dixuye ku guman e Tirkiyê gotibe, “ger hûn naxwazin qeyran mezin bibe, di navbera me de rewşeke şer çêbibe, divê hûn vê meseleyê çareser bikin û pêk bînin.” Jixwe her pêngavê dibêje, “em li pişt in”, heta dibêje, “Iraq hindik dike.” Yanî Iraq jî di bin zextekê de ye. Xuya ye peyman çêkirine.
Pêwîst e em dijminê xwe baş nas bikin. Hinek kesên Kurd li Bakurê Kurdistanê hene îxanetkar in, xwe firotine; ji bo di desthilatê de cih bigirin, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî xwe firotine desthilata Tirk û belav dikin, dibêjin, “Erdogan dostê Kurd e.” Ne wisa ye. Erdogan dijminekî ku rêbazê xwe, uslûbê xwe guhertiye. Heqîqet wisa ye. Me berê jî got, Erdogan Sedamê demê ye, heta ji Sedam jî hîn dijwartir e. Ev beriya vê du salan me gotiye. Her roja derbas dibe, ev gotina me dîrok îspat dike. Yanî îtifaqa Erdogan û Bahçelî ne tenê li ser esasê ku li dijî PKK’ê şer bike û PKK’ê li Bakurê Kurdistanê tesfiye bike. Îtifaqa wan ev e; li dijî hemû destkeftiyên Kurd li hemû beşên Kurdistanê têkoşîn bikin. Di hinek waran de bi leşkerî, di hinek waran de bi dîplomasî, siyasî û aborî bi her şêwazî konsepteke nû bi pêş xistine û armanca vê konseptê destkeftiyên gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê tesfiye bikin. Ev heqîqetek e. Mirov ku vê nebîne, wê çaxê bi siyasî kor e. Her yekî siyasî ne kor, pêwîst e êdî vê heqîqetê bibîne.
Ez bawer im îro di vê der heqê de heqîqet hîn zêde eşkere bûye. Me ev yek berê jî dizanîbû, lê niha yên ku vê nedîtibûn an jî nizanibûn, bi şêwazekî ku êdî ew jî bibînin her tişt zelal bûye. Di van bûyeran de rola dewleta Tirkiyê, rola Erdogan roleke sereke ye. Jixwe ew naveşêrin jî. Niha mirov li beşek ji çapemeniya Başûr dinêre, tim dixwazin vê zimandirêjiya Tirkan û heqaretên Tirkan di şexsê rêveberiya Başûr de dikin û wê êrîşkariya wan nerm bikin. Ev şaş e. Dijmin dijmin e, tu çiqas nebînî jî, ew dijminatiya xwe berdewam dike. Mesela, tetbîqat li Silopya heye. Heya kengî wê dom bike? Dibêjin, “Heya Deriyê Xabûr, an jî bi navê din Deriyê Îbrahîm Xelîl bikeve destê Iraqê, ev tetbîqata leşkerî wê berdewam bibe.” Va ye niha gotûbêje ku peyman çêbûye. Belkî ji îro û şûn ve tetbîqata leşkerî rawestînin. Tetbîqata li ser sînorekê ji bo çi tê kirin? Ji bo ço li ser wê dewletê yan jî li ser wî miletî bihejînin, tê kirin. Yanî gef in. Dewleta Tirkiyê heya niha Kurdistan înkar kiriye, siyaseta qirkirinê lê meşandiye, her tim sîstemeke faşîzmê li Kurdistanê bi pêş xistiye û niha jî dixwaze heman siyaseta xwe dom bike. Hinek kes hîn jî wisa dibînin: Kurdistana me Kurdistana Rojhilat e, ya Başûr e, ya Bakur e. Ango Kurdistanê parçe dikin. Lê dijmin parçe nake. Li gel dewleta Tirk Kurdistan yek e, Kurd hemû yek in, çi Kurdê Bakur, çi Kurdê Başûr lazim e maf negire. Di siyaseta xwe de yek digirin dest. Lê ev bûyera herî dawî çêbû eşkere kir ku, hêzên vê siyaseta yek parçeyî dimeşînin, nikarin bi ser bikevin. Ev cardin îspat bû. Bi rêbazê yek parçeyî na, divê tu bi neteweyî nêz bibî û wisa li yek parçeyê têkoşîn bikî. Rast e, divê tu li yek parçeyê, li gorî şert û mercên wê parçeyê têkoşîn bikî. Lê divê tu her sê parçeyên din jî bidî ber çavan, siyaseta te li gorî wê be. Yanî divê siyaseteke neteweyî hebe, tê wisa bikaribî li wê beşê bi ser bikevî. Jixwe dewleta Tirk jî bi vî rengî nêz dibe.
Erdogan û Bahçelî ango rejîma AKP’ê, ji ber vê sedemê niha li ser Rojavayê Kurdistanê ewqas êrîşkariyê bi pêş dixin, li ser Başûrê Kurdistanê ewqasa êrîşkarî û zimandirêjiyê dikin, li Bakurê Kurdistan cardin li ser Rêber APO û li ser gelê me zilmeke ku di cîhanê de hempayê wê nîn e, bi pêş dixin. Yanî êdî divê her kesek vê rastiyê bibîne. Eger Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever û Şirnex wisa bi erdê re kir yek, divê siyaseta Başûrê Kurdistanê jî ji vê ders derxista û wisa helwesta xwe bi pêş bixista, tedbîrên xwe bigirta, siyaseta xwe birêve bibira.
Ez bawer im ev bûyera niha çêbûyî rast e, ji bo me tê de windahî hene, lê tê de dersên mezin jî hene. Ger em ji van dersan encam bigirin û siyaseteke demokratîk a yekbûyî, neteweyî bi pêş bixin em ê bi ser bikevin.
‘SERKEFTINA REQA, ENCAMA YEKÎTIYA GELÊN KURD, EREB Û SÛRYANIYANE’
Beriya hemû tiştî ji bo Zafera Reqayê me berê gelê me û şervanên Destana Qehremaniyê ava kirîn, pîroz kirin. Em cardin dubare wan şervanên qehreman û tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê silav dikin. Niha 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Ez vê roja 1’ê Mijdarê ya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê li tevahî gelê Kobanê, li tevahî gelê Rojava û Kurdistanê pîroz dikim. Di şexsê fermandarê mezin, fedaî rêheval Gelhat û fedaî rêheval Arîn Mîrkan de tevahî şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînim, soza me dayî wana bi vê wesîleyê careke din dubare dikim.
Berxwedana Kobanê di dîroka gelê Kurdistanê de peleke zêrîn e, destaneke qehremaniyê ye. Berxwedana ku doza gelê Kurd, têkoşîna azadiya Kurdistanê, têkoşîna jina azad a Kurd bi hemû cîhanê dayî nasandin e. Roja 1’ê Mijdarê li ser vî esasî wateyeke xwe heye. Cîhan hemû li berxwedana Kobanê xwedî derket. Divê em vê ji bîr nekin ku, ev berxwedana pîroz bi meşa fedaiyên qehreman ên ji çiyayên Botanê, ji çiyayê Amedê bi rê ketîn û berxwedanek dîrokî bi pêş xistîn hatiye afirandin. Ev berxwedan û ev roj bi rastî bi meşa wan qehremanan, bi meşa wan fedaiyan hatiye avakirin.
Wekî tê zanîn, di berxwedana Kobanê de bi taybetî ji 4’ê Cotmehê heya 1’ê Mijdarê pêvajoyeke pir dijwar û dîrokî heye. Bi hêza xwe ya cewherî, bi qilêş û bombayê berxwedana hatî meşandin, bala hemû hêzên cîhanî kişand û piştî ew berxwedan êdî ji parastinê ket êrîşê, hingê hêzên cîhanî jî dîtin ku va ye cewhereke dikare li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe bide û bi ser bikeve dixuye; li kolanên Kobanê bi hejmarek însanên hindik, bi sed kesan wisa tenê bi çekên sivik êrîşên DAÎŞ’ê şikandin û ketin êrîşa dijber. Piştî ku ev dîtin şûn de biryara piştevaniya hewayî girtin. Yanî wan egîdan, wan şehîdên hêja yên qehreman bi rijandina xwîna xwe, bi cesareta xwe ya mezin ji bo tevahî cîhanê bûn bang, bûn qêrîn û wisa cîhanê wan dît. Tê zanîn ku teknolojî bi pêş ketiye. Ji hewayî ve bi balafirên keşfê hemû dişopandin, her kesî temaşe dikir. Yanî wekî fîlmekê ku tu dinêrî, lîsk diçe diçe, yên serkêşiya fîlmê dikin ango yên mafdar lewaz dibin, dikin êdî bikevin; lê cardin hêz tê, wisa xwe kom dike û radibe, hemle dike û bi ser dikeve; her kesê temaşevan jî pê kêfxweş dibe. Kobanê jî bi heman awayî bû. Fîlma Berxwedana Kobanê li pêş çavên cîhanê wisa bi rê ket û bi vî awayî ew piştevaniya hêzên koalîsyonê kete rojevê. Yanî wan egîdan hemû tişt bi xwîna xwe kirin.
Ji bo wê bi rastî hem gelê Kobanê, hem gelê Rojavayê Kurdistanê û em tevahî Kurd li hemberî wan şehîdên qehreman deyndar in. Bi taybetî fermandar rêheval Gelhat ku 4’ê Cotmehê gihîşt hawara Kobanê û mîhwera şerê di Kobanê de di pêşengtiya xwe de guhert, şer ji parastinê xist êrîşê û 29’ê Cotmehê jî di êrîşeke qehremanî de gihîşt şehadetê. Bi rastî fermandarên vî gelî yên wisa qehreman û hêja bingehê roja 1’ê Mijdarê danîn, bingeha Zafera Kobanê ava kirin û zafer kirin heqîqet.
Di vê der heqê de heya niha pir tişt hatine gotin. Ez jî wekî kesekî ku Berxwedana Kobanê ji nêz ve şopandî dikarim tiştina bibêjim. Lê ez di wê baweriyê de me, em niha çiqas tiştan bibêjin jî wê kêm be, em nikarin heqê wê tam bidin. Ev wek mijarek hîn mezin e, heqîqetek hîn mezin e. Ez bawer im ji bo mirov vê heqîqetê veke û bide naskirin, hinek din jî pêwîstî bi wext heye.
Me got, Zafera Reqayê pêngavek hêja bû. Zafera Reqayê wekî tolhildana Kobanê û Şengalê ye. Rast e, serkeftina Reqayê gelek wateyên xwe yên wekî derî li yekîtiya gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryan vekir, derî li şoreşa Rojhilata Navîn vekir, hene. Lê bi esasî pêngaveke tolrakirinê bû jî.
Em dizanin, ev êrîşa li ser Kobanê bi esasî plana DAÎŞ û AKP’ê bû. Kobanê bi ser ket û serkeftina Kobanê bû destpêka tunekirina DAÎŞ’ê. Lê AKP û dewleta Tirk xwe veşartin, ew di pişt perdê de bûn. Niha li Efrînê êdî perde rakir, derket holê. Niha gotûbêj heye ku, dewleta Tirk ango AKP vê carê jî destdirêjiyê li ser Efrînê bike. Dibêjin ya, “pêhlewanek hebû, her dikeve ji ketinê têr nabe”, yê dewleta Tirk jî wisa ye. Ew li Kobanê ketin; ew wê li ser xwe nagirin. Cardin dixwazin li Efrînê jî destdirêjiyê bikin. Jixwe vê jî eşkere dibêjin.
Ez dikarim vê jî bibêjim, divê gelê me yê Efrînê vê bizanibe; çawa me gelê Kobanê bi tenê nehişt, em gelê xwe yê Efrînê yê hêja jî bi tenê nahêlin. Di vê derheqê de gelê me yê Efrînê divê piştrast be. Lê divê berî hemû tiştî bi xwe bawer bike, bi hêza xwe bawer bike, bi leşkerên xwe yên YPG-YPJ’ê bawer bike. Yanî pişta xwe nede kesî, bi xwe bawer bike, bi şervanên xwe bawer bike. Wisa lingê xwe di axa xwe de baş bi cih bike, kûr bike. Eger wisa nêz bibe û piştevaniya ji vê re heyî, wê berxwedana Efrînê bi ser bixe. Çawa ku zafera Kobanê bû destpêka tunekirina DAÎŞ’ê, vê carê zafera Efrînê wê bibe destpêka tunekirina rejîma AKP’ê. Ev tiştekî misoger e. Ji bo wê jî berxwedana li çiyayê Efrînê bi pêş bikeve, tenê ne ji bo çiyayê Efrînê, ji bo tevahî Kurdistanê wê rolek xwe hebe. Heta ne tenê ji bo tevahî Kurdistanê, ji bo Sûriyê giştî, ji bo Tirkiyê, ji bo Rojhilata Navîn wê roleke xwe ya girîng hebe. Ji ber ev pêla ku di aliyê Erdogan û Dewlet Bahçelî de tê pêşxistin, ev êrîşkariya faşîst ji bo gelê Tirkiyê jî, ji bo gelê Ereb jî û ji bo tevahî gelê Kurd jî xeteriyek mezin e. Eger ew li Efrînê destdirêjiyê bikin, wê ew şaşîtî bikin û ew şaşîtî wê bibe dawiya wan û bibe serkeftina gelan. Yanî berxwedana Efrînê wateyeke xwe ya wisa heye; wê tenê nebe berxwedana Efrînê, wê bibe berxwedana tevahî gelê Kurd, wê bibe berxwedana gelan a li hemberî faşîzma AKP’ê. Ji bo wê divê her Kurdek û her kesekî/e demokrasîxwaz jî di vê çarçoveyê de nêzî têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî berxwedana Efrînê bibe.
Ez bawer im di vê xisûsê de gelê me wê qet zêde zehmetiyê nekişîne, têkoşînê di nav xwe de xurt bike. Wekî me got, ger bi xwe bawer bike, wê serkeftin ji sedî sed a me be.”