Karayilan: Em dixwazin li herêmê dema aştiyê bidin destpêkirin
Karayilan: Em dixwazin li herêmê dema aştiyê bidin destpêkirin
Karayilan: Em dixwazin li herêmê dema aştiyê bidin destpêkirin
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan da diyarkirin ku, bi pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, di gelek kesiman de panîk çêkiriye. Karayilan behsa gûmanên Îran û Iraqê kir û wiha got: “Weke PKK armanca me ne ewe ku, em ji milekê derbaz bibin bi milê din re şer îlan bikin. Em dixwazin li herêmê dema şatiyê bidin destpêkirin.”
Di beşa 11’mîn “Rojên Vekişînê” yên rojnamevan Hasan Cemal ên di T24’ê de tên weşandin, cih da gotinên Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan ên di derbarê Sûriye û Iraqê.
“BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ ÇÊBÛ”
Li beramberî pirsa Hasan Cemal ya “Piştî bakûrê Iraqê, gelo niha Bakûrê Sûriyeyê jî çêbû?” Karayilan got, “erê, çêbû” û wiha got: “Hêjmara çekdarên PYD’ê 10 hezarî derbaz kir. Meclisên xwe ava dikin, hêzên parastinê ava dikin. Pêkhatinekî cûda û nû çêdibe. Pêkhateyekî ji binî ber bi serî... ji be wê çendê ji Iraqê (Herêma Federal ya Kurdistanê) cûda ye...”
Karayilan wiha berdewam dike. “Li Sûriyeyê em aliyê sêyemin... Ne alîgirên muxalefetê, ne jî yên Esadin. Ne ji hêzên mudaxeleyê, ne jî alîgirê hêzên statuparêz yên li dijî mudaxeleyê ne. Em aliyê sêyemin. Kurdên li Sûriyeyê jî wisan, aliyê sêyem... li herêmê Sûriye jî di nav de em biratiya gelan, azadî û demokrasiyê diparêzin.”
ME JI BO BEXDAYÊ ÎZAHATÊN PÊWÎST KIRIN
Karayilan destnîşan kir ku, piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 21’ê Adarê ya Amedê de bangek dîrokî kir û pêvajoyek nû da destpêkirin, di gelek kesîman de panîk çêbû û wiha axiv: “Ew hêzên ku we beriya niha hemû rêzkirin, em li gel hemûyan di nava têkiliyê de ne. Siyaseta nû ya Rêber Apo dayî destpêkirin di gelek kesiman de panîk çêkiriye... Niha herkes çavdêriyê dike, ka dê çi bibe... Dibêjin ku PKK dê aliyê Tirkiyeyê hilbijêre; dibêjin Îran û Sûriye şewitî. Ev jî neraste. PKK dest ji biratiya gelan ya herêmê bernade. Weke PKK armanca me ne ewe ku, em li milekê derbaz bibin bi milê din re şer îlan bikin. Em dixwazin li herêmê dema aştiyê bidin destpêkirin. Di vê navberê de Kerkûk jî di nav de îzahata pêwîste em ji Bexda ji dewleta Iraqê re dikin.”
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik jî vana li ser zêde dike: “Dema ku em hêzên xwe ji herêma şer dikişînin, nayê wê wateyê ku ji bo li hember hêzek din şer bike derbaz dibe. Gotinên wiha şaşin. Eger PKK bixwaze şer bike, ji qada şer ya bingehîn dernediket. Em ji bo aştiyê hêzên xwe dikişînin...”