Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku hewldanên Rêber Apo û çarçoveya çareseriyê ya ku raber kiriye xwedî girîngiyeke mezin e û got, herêm di dema ji nû ve dîzaynkirinê de ye û ji her kesî re tercîheke mezin pêşkêş dike. Karayilan got, hem ji bo gelên herêmê û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê ev çareseriyek rast e û wê sûdê bide gelan. Karayilan, destnîşan kir ku heta niha di asta dewlet û desthilatdariyê de ti nîşaneyên pêvajoyeke nû nehatiye dîtin, berovajî her roj qala gef û hilweşîn û tundiyê tê kirin û got, "Em fêm dikin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hin hevdîtin kirine, lê belê xwedîderketineke fermî ya desthilatê ya ji bo vê hîna derneketiye holê. Divê were zanîn ku di vê merheleya girîng a dîrokê de hewldanên Rêber Apo yên li ser bingeha xwişk-biraiya Tirk-Kurd bi pêşxistin ne ji rêzê ne, lê dîrokî ne. Ev yek ji bo berjewendî û siberoja tevahiya civaka Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Divê ev hewldanên girîng bên rast bên destgirtin. Li cihê ku bersivek erênî bê dayîn, tevger û gotinên ku dibin sedema fikarên cidî hene."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan pirsên ANF’ê wiha bersivandin.
* Em di meha Çileyê de ne. Meha Çileyê ji aliyê têkoşîna we ve meha şehadetan e. Bi boneya vê mehê hûn dixwazin çi bibêjin?
Di serî de ez di şexsê hevrê Sakîne Cansiz, Leyla Sorxwîn û Rûbar Dîcle de hemû şehîdên me yên meha Çileyê bi bîr tînim. Helbet weke mehên din di meha Çileyê de jî şehîdên me yên pir girîng û hêja hene. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de di 4'ê Çileyê de hevrêyên me Sevê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û Îslam Atak bi hovane hatin şehîdxistin. 6'ê Çileyê, di encama êrîşeke hovane de hevrêyên me Xelîl (Nihat Ayaz) û Mûrat (Ahmet Kiliç) ligel fermandarê hêja û hevrêyê me yê pêşeng Rûbar Dîcle (Huseyin Poyraz) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Dîsa şehadeta herî girîng a vê mehê di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê pêk hat ku ligel damezrînera Partiya me û pêşenga Tevgera Jinên Azad hevrê Sakîne Cansiz hevalên me Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama êrîşa terorê ya MIT'ê de bi xiyanet û hovîtî şehîd ketin. Êrîşeke bi vî rengî hovane ku di pêvajoya çareseriyê de pêk hat, piştî çend salan bi şehadeta endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî û hevrêyên wî Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer rû da. Balkêş e ku ev şehadet li Parîsê pêk hatine. Heger dewleta Fransayê van qetlîaman zelal neke, bi awayekî eşkere ew ê jî bibe şirîkê van qetlîman.
Dîsa di sala 2023’yan de li Gabar û Bestayê şehîdên me çêbûn. Di 9'ê Çileya 2023'yan de hevrêyên me Evrîm, Hogir, Şervan û Rênas bi berxwedaneke lehengî gihiştin şehadetê. Bi heman awayî 23'yê Çileya 2023'yan endama Komîteya Navendî ya Partiya me û di heman demê de endama konseya Fermandariya HPG’ê hevrê Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) û Rojbîn Dersîm (Raîfe Kutlak) jî di nav de 6 hevrêyên jin bi sê rojan li Bestayê li ber xwe dan û şehîd bûn. Her wiha di 14'ê Çileya 2020'an de hevrê Sebrî Bagok şehîd ket; dîsa di pêvajoya Pêngava Şoreşgerî ya sala borî de, di 12'ê Çileyê de hevrêyên me Serxwebûn Serhat û Rizgar Çavreş şehîd bûn. Helbet ji xeynî yên ku min behsa wan kir, di vê mehê de gelek şehadetên girîng hene.
Ez hemû şehîdên me yên di meha Çileyê de xatir ji me xwestine di şexsê van hevrêyan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û soza ku em ê bîranînên wan di meşa Rêberê Azad Kurdistana Azad de jîndar bikin, dubare dikim.
*Piştî Omer Ocalan serdana Îmraliyê kir, şandeya DEM Partiyê jî çû û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Niha di rojeva siyasî de li ser vê yekê nîqaşên cuda tên kirin. Tevî ku yên dibêjin pêvajoyeke nû destpê kiriye hene, yên ku li asta nîqaşan dinêrin û dibêjin tu guhertin nîne jî hene. Hûn ê têkildarê vê mijarê çi bibêjin?
Erê, piştî demeke dirêj a tecrîd û îzolasyonê, piştî serdana Omer Ocalan şandeya DEM Partiyê serdana Rêberê me kir. Vê yekê di warê agahdarbûna me ya ji tenduristiya Rêbertî, wergirtina silavên wî û belavbûna peyamên wî yên têkildarî pêvajoyê di çapemeniyê de Partiya me û gelê me pê gelek kêfxweş bûn. Ev ji bo me rewşeke pir girîng e. Bi taybet hevdîtina Birêz Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê ya bi Rêber Apo re gelek muhîm e ku wan jixwe beriya niha ji bo çareseriyê bi Rêber Apo re gelek hevdîtin kiribûn. Em jî vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin.
Rêber Apo di van 32 salên dawî de ji bo ku çareseriyeke siyasî-demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd peyda bike, bi her awayî hewl daye hemû derfetan bi berdewamî bi kar bîne. Ji bo vê armancê heta niha gelek ked daye. Rêber Apo, herî dawî li ser banga Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî careke din dixwaze ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikeve nava tevgerê. Em dibînin ku Rêberê me di vî warî de hewldaneke girîng raber dike.
Niha DEM Partî dê bi çend partiyan re rêzehevdîtinekê pêk bîne. Ev xebateke gelek hêja û binirx e. Me wekî Tevger bi awayekî fermî ragihand ku em ê piştgiriyê bidin pêvajoya ku Rêber Apo dê pêş bixe. Tevger û Partiya me heta hetayê girêdayî Rêber Apo ye û baweriyeke xurt heye. Di vî warî de tu pirsgirêk nîne.
* Desthilatdarî heman hesasiyetê nîşan nade...
Dema ku mirov girîngiya meseleyê û taybetmendiyên wê yên dîrokî û civakî li ber çavan digire, xuya dibe ku ev pirsgirêk bi nêzîkatiyên yekalî nikare bê çareserkirin. Derbarê vê meseleyê de heta niha ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tu nîşaneyên pêvajoyeke nû nînin. Berovajî wê her roj gefên tunekirinê û tundiyê li me dixwin. Ev nakokî ye. Em ji van geşedanan fam dikin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hin hevdîtinan pêk tîne, lê belê dewlet heta niha nêzîkatiyeke xwedîlêderketinê nîşan nedaye. Divê bê zanîn ku hewldanên Rêber Apo yên ji bo xweşk-biratiya Tirk-Kurdan yên di vê pêvajoya dîrokî de, ne hewldanên ji rêzê ne, hewldanên dîrokî ne. Ev yek ji bo siberoj û berjewendiyên hemû civaka Tirkiyeyê gelek girîng e. Divê ev hewldanên girîng bê bersiv nemînin. Heta niha tu bersiveke fermî nehatiye dayîn. Bersiveke erênî li aliyekî tew kiryarên wan dibin sedema metirsiyên cidî.
Ji bo vê mıjarê zimanê ku ji aliyê çapemeniyê ve tê bikaranîn jî diyarker e. Di vî alî de hûn hem derbarê ziman û uslûbê desthilatdariyê hem jî ya çapemeniya alîgir bikar tîne, çi dibêjin?
Di çapemeniya azad de hin nivîskar, ji bo uslûba çapemeniya Tirk pênaseya ‘zimanê jehrî’ bi kar anîn. Zimanê çapameniya heyî û bi taybetî jî zimanê organên çapemeniyê yên girêdayî AKP’ê weşanê dikin, ne tenê zimanekî jehrî bikar tînin, di heman demê de zimanekî provokatîf e. Helwest û meylek mîna ku hewldanên çareseriyê bêwate dike, tine dike û li cihê çareseriyê şer dixwaze, nîşan dide. Weke ku gelek caran hatiye gotin, ev ziman zimanekî tund e ku dijminatiyê dike, xweşk-biratiya Kurdan û aştiya navxweyî xurt nake. Têgînên weke 'serkêşê terorîst, kujerê pitikan' ku hê ji bo Rêbertiya me bi kar tînin, ne tenê zimanê provokasyonê ye; di rastiyê de li hemberî îradeya gelê me bêhurmetiyek tê kirin. Li hemberî mirovekî ku gelê Kurd weke Rêberê xwe qebûl dike û pêbawer dike, pênaseyên bi vî rengî kirin, bêhurmetî û heqareta li îrada gelê Kurd e. Eger Rêber Apo ne weke şexsek, lê rêbertiyeke ku temsîla gelê qedîm dike be, hingî her nêzîkatiya li hember Rêber Apo tê pêşxistin, nêzîkatiyeke li hemberî gelê me ye. Ji ber vê yekê, helwesta dûrxistina Rêbertî yan jî tevgerê û gelê Kurd ji hev, polîtîkaya şerê taybet e, zimanekî şerê taybet e.
Her kes dizane ku ev ne rast e û piraniya gelê Kurd li pişt Rêber Apo ye. Ji ber ku vê rastiyê dizanin, ji bo Rêber Apo serlêdan dikin. Ji aliyekê ve têkoşîna ku tê dayîn, berxwedana ku tê pêşxistin û geşedanên ku bi Şerê Cîhanê ya Sêyemîn re li Rojhilata Navîn pêk hatin, wan mecbûr kir li deriyê Rêber Apo bixin. Gotin di cih de be mecbûr mane ku biçin ber lingê Rêber Apo, lê li aliyê din zimanê heqaretê jî bikar tînin. Çapemeniya mûxalîf jî ji aliyê din ve nava hev dixe û helwestên cuda raber dike.
*Bi berdewamî dibêjin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di pêvajoyek zehmet de ye û ji ber vê mecbûr dimîne ku çek dane. Gotinên bi vî rengî çiqas rastiyê nîşan didin?
Eger weke ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê di pêvajoyek zehmet de dijî, an jî mîna ku dibêjin tevgera me bêbandor kirine, wê demê hewcehî bi tiştek wiha nedikir. Di rewşek wiha de wê neçûbana deriyê Rêber Apo nexistibana. Eşkere ye ku têkoşîna me xwedî hêz û îrade ye û di pirsgirêka ku dê siberoja Tirkiyeyê diyar bike de rewşeke atorê sereke ye. Ji bo vê jî tê xwestin ku rê li ber hin pêşketinan veke, lê uslûb, ziman û nêzîkatiya ku tê raberkirin berovajî ye. Bi vî zimanî û nêzîkatiyê ti pêvajo bipêş nakeve. Ji ber vê yekê divê vê uslûbê biguherînin. Eger di vê mijarê de di nêzîkatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd de jidil bin û weke ku dibêjin derdê wan xweşk-biratî û aştiya navxweyî be, ne di gotin de be divê ewil zimanê xwe yê şer û helwesta xwe biguherînin. Li ku derê hatiye dîtin ku aştî bi şer û gefan pêk tê?
* Dema em li rewşa îro dinêrin, gelo guhertinek çawa dikare were pêşbînîkirin?
Beriya her tiştî divê rayedarên Tirk vê yekê zanibin: Pirsgirêka gelê Kurd a bawariyê ya li hember dewleta Tirk heye. Ewil pêdivî bi tedbîrên xurtkirina baweriyê heye. Divê dewlet pêşî bi helwest û zimanê xwe bawerî bide û piştre jî gavên pratîk bavêje. Tecrîda li ser Rêber Apo hê ranebûye, êrîşên li qada leşkerî dewam dikin, bi rojane êrîşên hewayî dewam dikin, zext û girtinên li hemberî gelê me dewam dikin. Li gorî agahiyên herî dawî di çapemeniyê de wiha hate gotin: 65 kes hatine binçavkirin û polîtîkaya zextê ya faşîzan didome. Li Rojava rewşeke şer heye û ev helwest bi israr tê dewamkirin. Bi gotineke din, di polîtîkaya tundî û tinekirinê de guhertineke herî biçûk jî nîne. Mînak; Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan li ber mirinê ne û girtiyên temenê wan mezin, ev çend car in xist rojevê. Ev tiştekî wiha ye ku dibe ku li her welatî û bi awayekî asayî pêk were, lê li eniya AKP'ê deng nîn e, guhên wan girtî ne. Ma qey niyet û nêzîkatiya çareseriyê bi vî rengî dibe? Eşkere ye ku li eniya AKP'ê tiştekî bi vî rengî nîne.
* Yanî îradeya MHP’ê ya çareseriyê ji ya AKP’ê xurttir e?
Ji niha ve ji rastgiran heya çepgiran, piraniya siyaseta Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî çareseriya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, dibîne. Li gorî çavdêriyên me tevî nêzîkatiyên newêrek û helwestên kêm jî beyanên piştevaniyê ya ji bo pêvajoyê çêbûn. Lê belê li hemberî vê aliyê ku bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan nade, dev ji zimanê şer tundiyê bernade û pratîkên şer didomîne Tayyîp Erdogan û AKP’ê ye. Rewşa heyî wisa dixuye. Hê jî ne rastiyan, serî li taktîkên şerê taybet û zimanê şerê taybet dide. Ji bo rewşeke çareseriyê divê rastiyan bibînin. Divê dev ji vî zimanê şerê taybet, helwest û pratîkên xwe berdin.
* Qesta we ji van gotinan çi ye?
Afirandina têgihiştinê ya di nava civakê de, tew di van deman de ne tenê di nava civaka Tirkiyeyê de, di çarçoveya hewlên afirandina têgihiştinên asta navneteweyî de zimanekî tije dezenformasyon tê bikaranîn. Bi gotinên nerast hewlên berovajikirina pêvajoyê hene. Mînak dibêjin; ‘Di nava Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd nemaye, lê belê divê pirsgirêka Kurd ya derve ku armanc dike Tirkiyeyê perçe bike, were çareserkirin.’ Ev yek zimanê hewldanên afirandina têgihiştinekê ye ku vê yekê li gorî polîtîkayên xwe dikin. Dibêjin; ‘Pirsgirêka Kurd hebû, lê belê me çareser kir.’ We çawa çareser kir? A niha nêzîkî 10 hezar siyasetmedar di girtîgehan de ne. Her roj bombebaran pêk tên, her roj balafirên şer dixebitin û her roj şer heye. Ev çareseriyeke çawa ye? Ma bi qirkirinan, tundiyê û kuştinan pirsgirêkeke civakî dikare were çareserkirin? Eşkere ye ku nayê çareserkirin.
Li aliyê din jî dibêjin ku em weke tevger lawaz bûne û hêza me ya leşkerî êdî hema bibêje bi dawî bûye. Tew herî dawiyê Tayyîp Erdogan jî wezîrê wî yê karên derve jî digotin; ‘’Kêm wextê rêxistinê meye, wê di demeke nêz de dawî lê were û ji holê rabin.’’ Lê belê rastî ne wisa ye û tam berovajî vê gotinê ye. Di dîroka me ya têkoşînê de em di serdema xwe ya herî baş û serkeftî de ne.
Min di destpêka axaftina me de şehadetên li Gabar û Bestayê bi bîr anîn. Li Bestayê pevçûn sê rojan berdewam kirin, li wir endamekî me yê ji komîteya navendî şehîd bû û li gel endamên me yên komîteya navendî, endamên me yên konseya fermandariyê hê jî li qadên di nava sînorên Tirkiyeyê de ne û hêzên me yên gerîlayan li seranserê sînor bi cih bûne. Girêdayî van yekan hûn nikarin bibêjin ku me dawî li tevgerê aniye. Her wiha her sal gelek çalakî û pevçûn pêk tên. Ji ber vê yekê li Bakurê Kurdistanê, yanî di nava sînorên Tirkiyeyê de şerek heye. Her sal operasyonên leşkerî tên kirin ku hejmara leşkeran ji deh hezarî derbas dibe.
Rewşa herî sosret jî ew e ku; ev çar sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê, yanî li ser xakên Başûrê Kurdistanê bi piştevaniya NATO’yê, PDK’ê û dewleta Iraqê projeyeke dagirkirinê heye. Armanca vê projeyê ew bû ku di nava 2-3 mehan de dawiya me bînin û jiholêrakirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Lê belê ev çar sal in nikarin bikevin Zapê. Bi hemû hêza xwe bi bikaranîna teknîkan, bikaranîna çekên qedexekirî, bikaranîna notirvan, ew çeteyên li Sûriyeyê, hêzên PDK’ê û dewleta Iraqê xwestin li Zap û Metînayê hemberî gerîlayan encamekê bi dest bixin. Baş e kîjan encam derket holê; çi bi dest xistin?
* Yaşra Guler di dawiya meha Mijdarê de diyar kir ku wan kilîd girtiye…
Ev berovajikirina rastiyan e. Belkî jî ev kes raporên bi vî rengî pêşkêşî serekên xwe dikin û piştre jî girêdayî wan yekan daxuyaniyan didin civakê. Lê belê ev ne rast in û hemû jî derew in. Divê ji kesên ku diyar dikin ku kilîd hatiye girtin, bipirsin ku kilîd çawa hatiye girtin. Wan xwest di navbera Amediye û Dêralokê de li Girê Baharê bi piştevaniya PDK’ê û dewleta Iraqê xeteke rêyê xêz bikin û rêyeke nû ava bikin, lê belê nekarîn. Bi berxwedana gerîlayan ya bêhempa û tevî hemû êrîşên xwe yên hewayî bejahî jî nekarîn encama ku hêvî dikirin, bidest bixin.
* Her roj têkildarî van yekan parvekirina dikin, bi rêya çapemeniyê hin dîmenan parve dikin…
Divê hemû civak û gelê me vê yekê bizanibin; Artêşa Tirk ev çar sal in tevî bikaranîna hemû derfetan jî hê jî nekariye bikeve Zapê û wê kontrol bike. Tu hêzên girêdayî dewleta Tirk hê nehatiye li ser Ava Zapê. Şikefta Parlamentoyê ku kampên me yên esas li wir in û Girê Cûdî hê jî di bin kontrola gerîlayan de ne. Rast e; li rojhilatê Ava Zapê hin girên bilind di destê dewleta Tirk de ne lê belê gelî di bin kontrola me de ye û hêzên me li vê herêmê ne. Artêşa Tirk ev çar sal in nekariye li van deran hêzên me têk bibin û bikevin geliyê. Di rewşa heyî de dewleta Tirk li seranserê Ava Zapê kariye li du cihan temasê pêk bîne. Yek li ser xeta Bakur e ew jî dikeve başûrê Çelê; ya din jî nuqteya li rex bendava li pişt Dêrelokê ye ku ew jî bi saya piştevaniya PDK’ê pêk hat. Lê belê li qada navendî tu temas û kontrolên wan tune ne. Tu kesî nekariye xwe bigihîne wir. Ew der di bin kontrola gerîlayan de ne. Madem hûn tiştên berovajî van yekan îdîa dikin; wê demê personelên şerê taybet ên ku hûn weke rojnamevan dibin li her cihî, bînin Ava Zapê jî. Nikarin bînin. Ji ber ku ew der ne di bin kontrola artêşa Tirk de ne. Li aliyê başûr, bi alikariya PDK’ê, qaşo xwestin li ser rêyê kilîdê temam bikin; nekarîn wê jî bikin, di daxuyaniyên xwe de gotin ku ‘kilîd hate girtin.’ Ev yek ne rast in. Ev hewlên xapandina civakê ne.
A niha hêzên gerîla li Metîna, Zap, Avaşîn û Xakurkê li ber xwe didin û li van herêman şer berdewam dike. Qaşo ew artêşa duyemîn a NATO’yê ye; teknîkên herî pêşketî bi kar tînin, lê belê ev 4 sal in nikarin gerîlayên PKK'ê ji vir derxînin. Girêdayî van yekan çawa dikarin bibêjin ku PKK di warê leşkerî de lawaz bûye? Rastî ev e: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi biryardarî, fedekariya mezin, bi taktîk û performansa xwe ya leşkerî xwedî serketineke mezin e ku ev çar sal in rê li ber artêşa NATO’yê ya duyemîn girtiye. Girêdayî van yekan gotina; 'PKK lewaz bûye' ne rast e. Encamên şerê heyî li holê ne.
Bi vê mijarê ve girêdayî her tim fektora teknîka şer di rojevê de ye. Lê belê li hemberî vê teknîkê, gerîla bersivek çawa ya serketî bi dest xistin e em dibînin. Ev rewş di bîlançoyê de jî diyar dibe. Bi kurtasî gerîla li hemberî vê teknîka şer kêm windahî dide û li aliyê din bi xwe jî êdî teknîkê bikar tine. Hûn dikarin vê mijarê çawa binirxînin?
Belê; rayedarên dewleta Tirk piştî ku ÎHA û SÎHA’yan bi dest xistin, îdîa kirin ku ew ê bi van çekan gerîla tine bikin. Heta wezîrê hundirîn ku mirov hewce nake navê wî bîne ziman jî hê di sala 2016’an de gotibû, ‘Di sala 2017’an de wê êdî kes behsa navê PKK’ê neke.” Bi vî awayî dîrok nîşan dan û bi israr daxuyanî dan. Îcar çi bû? Şer berdewam kiriye û heta îro jî didome. Niha PKK’ê li dijî ÎHA û SÎHA’yên ku hûn ewqasî jê bawer dikin jî çareseriyek dîtiye. Li dijî wê gihiştiye asta ku sîstema parastina hewayî ya pêwîst bi dest bixe. Heta niha gelek balafirên Aksungur, Akinci, Bayraktar TB-2 û ANKA hatine xistin. Çima ew wezîrê parastinê behsa yek ji vana nake? Derbasî pêşiya raya giştî bibin û bibêjin, "ewqas ÎHA û SÎHA’yên me hatine xistin!" Ger cesareta te hebe vê rastiyê ragihîne! Ma ev yek ne rast in? Dîmen hene. Veşartina vê, rastiyan naguherîne.
Hêzên leşkerî yên PKK’ê bi tecrûbe, jêhatîbûn û serketinên ku li qada şer bi dest xistine re îro xwedî wê teknolojiyê ye ku dikare êrîşên teknîkî yên dewleta Tirk têk bibe û dê vê yekê hê bi pêş ve bibe. Niha em xwedî wê hêzê ne ku di aliyê teknolojî de hemû hedefên dewleta Tirk ên li tevahiya Bakurê Kurdistanê û heta hin beşên Anatoliya Navîn û Deryaya Spî jî di nav de derbe bikin. Eger heta niha me ev yek nekiribe, sedemên vê hene, lê heke hewce bike em ê bikin. Em xwedî wê astê ne ku li gelek navendên girîng ên aborî û leşkerî bixin. Derfetên wê yên teknîkî di destê me de ne. Ji ber vê yekê, nabe bi ti awayî qala rewşeke lewazbûyî bê kirin. Em li gorî daneyên heyî diaxivin. Em propagandaya ziwa nakin. Li gorî daneyên şênber em vê yekê tînin ziman. Eger mîna ku tê îdîakirin hêza me lewaz bûye, ji xwe heta niha li vir jiyan ne pêkan bû.
Xwestin me di nava sê mehan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tine bikin. Ji bo vê jî ji bo ku ji NATO, Iraq û PDK'ê destekê bistînin, ketine nav hewldanên mezin. Tevî her cure fealiyetên dîplomatîk, hewldanên leşkerî yên dijwar jî pêk anîn, lê encam diyar e. Eşkere ye ku ji bo encamekê bi dest bixin, hebûna jeostratejîk a Tirkiyeyê jî di nav de hemû îmkanên xwe yên leşkerî, dîplomatîk, aborî û hwd. bi kar bînin, lê cardin bi ser neketin. Li holê rewşeke têkçûnê yan jî serketinê nîne, lê belê nêzîkatiyek mîna ku rêxistina li hemberî wê têkçûye û ji ber vê neçare teslîm bibe ji raya giştî re tê nîşandan. Ev nêzîkatiyek xetereye û dê rê li ber encamên gelekî giran veke ye. Tayyîp Erdogan dibêje, ‘An wê çekê xwe danin an jî wê tevî çekên xwe binax bibin.’ Başe wê demê ma qey wê pirsa ‘eger hêza we heye ku hûn wan tevî çekên wan binax bikin, çima heta niha we nekir’ nepirsin? Di serî de Recep Tayyîp Erdogan divê gelek bawerî nede raporên fîşal ên jê re tên ragihandin û divê bizanibe ku, em komke ji mirovên bi şeref û birûmet in ku ji bo doza ku em jê bawer dikin, dikarin bê dudilî her fedekariyê bikin. Em weke Apo’yiyan ti carî serî li ber ti gefekê netewînin û em ê ti carî serî netewînin. Lê belê eger hewldanên bi nirx ên dîrokî yên Serok Apo bi awayekî rast bê pêşwazîkirin, em ê jî amade bin ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin.
Binêrin, li çavê her kesê/î dinêre û dibêje, ‘me çawa we di xendekan de binax kir, niha jî em ê we wisa binax bikin.’ Di vir de bi awayekî zelal helwesta hembêzkirina hovîtiya li Cizîrê û zilma herî mezin a dîrokê heye. Li Cizîrê çi qewimî? Tu kes di xendekê de an jî cihek din nehat binaxkirin. Li wan jêrzemînan, bi ser mirovên birîndar de benzîn rijandin û bi awayekî saxî şewitandin. Yek ji hovîtiya sedsala 21'an hate nîşandan. Erê, niha li Xezeyê jî komkujiyên bi heman rengî hene, lê li ti cihî me nebihîst ku benzîn tê rijandin û mirov bi saxî tên şewitandin. Lê belê vana ev yek kirin. Mirovên me yên sivîl ên bêguneh, mirovên me yên bêparastin qetil kirin. Tenê doza wan xwedîderketina li ziman, nasname û rûmeta xwe bû. Li jêrzemînan bê ku bibêjin jin, zarok, ciwan an jî kal in bi saxî şewitandin. Û niha jî xwedî li vê derdikevin. Dema dewlet hovîtiyên bi vî rengî dike, her cure pêkanînên kuştin û qetlîamker dike, ne xem e, lê dema em wek gel di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe didin, weke terorîzmê dihesibînin.
Bi kurtasî eger samîmiyet hebe, wê kes bi rêbazên bi vî rengî yên şerê taybet negihêje encamekî. Tevî ku negihiştin armanca xwe bi gotinên mîna ‘me wan têk bir’, ‘em êdî hatine dawiya rê, wê dawî li hebûna rêxistinê bê anîn’ û hwd. uslûbê propotandayê şerê taybete û dervî rastiyê ye. Bi vê uslûbê wê ti encamê bi dest nexin. Li ser bingeha vê agahiyên nerast, hin nivîskarên şerê taybet dibêjin, "ba ber bi Tirkiyeyê ve radibe.’ Lê belê pêşketinên li herêmê rû didin radixe pêş çavan ku rastî berovajî ya tê gotin e. Bi hilweşandina rejîma Baas a 61 salî re, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di rastiyê de pêvajoyeke nû ne tenê li Sûriyeyê dest pê kir. A rastî bi hilweşîna rejîma Baas’ê re ne tenê li Sûriyeyê pêvajoyeke nû li tevahiya herêmê bi pêş ket. Di serî de Filistîn, piştre jî Lubnan û herî dawî jî pêvajoya li Sûriyeyê, pêvajoya jinûve dîzaynkirina herêmê bi awayekî şênber derket holê.
* Kurd wê di vê pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinê de cih bigirin?
Helbet êdî divê Kurd jî di nava vê ji nû ve dîzaynkirinê de cih bigirin. Ji xwe pêşketinên girîng di vê xalê de tê jiyîn. Çawa ku li herêmê gelên bingehîn hene, yek ji wan gelên qedîm gelê Kurd e. Diyar e, gelê Kurd bi pêşketina ku di salên dawî de bi dest xist û asta ku di asta neteweyî û navneteweyî de wergirtiye, wê di jinûve dîzaynkirina herêmê de teqez hebe.
* Dewleta Tirk tiştê esasî ya ku jê ditirse ev e?
Dewleta Tirk ji vê yekê gelekî bi fikar e. Sedema bingehîn a tirsê ev e, lê di vê mijarê de eksana din dixwaze li ser Rêber Apo vê pêvajoyê bipêş bixe. Rêbertî dixwaze li ser bingeha wekhevî û yekîtiya gelên Kurd û Tirk pêvajoyeke çareseriyê bi pêş bixe. Ev projeyek e ku wê tirs û fikarên hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê sivik bike. Lê belê, li şûna ku bersivê bidin vê, radibin û serî li gefxwarinê û rêbazên cuda ên sebotekirinê didin. Divê li ser vê yekê bifikirin.
* Ji van gotinan em fêm dikin ku weke PKK'ê vebijêrkên we yên cuda hene...
Bêguman weke PKK'ê di vê demê de gelek vebijêrkên me hene. Li pêşiya me vebijêrkên pir mezintirîn hene. Di rastiyê de dewleta Tirk vê dizane, lê ji raya giştî vedişêre. Ji ber ku vê dizanin pêdivî dîtin ku tecrîd û îzolasyona ku ev çar sal in li Îmraliyê bê navber didomîne, hinek sivik bikin. Rêber Apo hem di çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê hem jî yên herêmê de di pozîsyoneke bingehîn de ye. Ev rastiyek e. Tirkiye yan wê were vê çareseriyê yan jî wê neçar bimîne ku geşedanên ku bêyî daxwaza wan pêk bên, qebûl bike. Ji ber vê yekê, divê dev ji vê helwesta xwe ya xwe ser her tiştî re dibîne berde û bibîne ku bi gefxwarinan nikarin bigihêjin encamekê.
*Bi geşadanên 27'ê Mijdarê yên Sûriyeyê ve girêdayî li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hin geşadên tên jiyandin. Dewleta Tirk wekî li her alî, tevgera we xist navenda polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê û bi zimanê gefê dev ji êrîşên xwe bernade. Di vê mijarê de hûn dikarin çi bêjin?
Di pirsgirêka Kurd de Rojava pencereyekê cuda ye. Li wir rewşekê şoreşî ya ku li raya gişti ya navnetewî re bûye mal heye. Her tim dibêjin PKK-PYD-YPG, lê ev jî zimanê şerê taybet e. Li wir wekî ku dibêjin PKK ne pirsgirêk e. Li wir rewşa 'PKK'ê kirina pirsgirêk' heye. Nexwe PKK çûye wir, şer kiriye, nêzî 2000 şehîd daye, gelek birîndar haye û piştre ji wir derketiye. Di rewşa heyî de hin birîndar, gazî û mirovên wê li wir hebin, ev nayê wê wateyê ku PKK li wir e. Qet guman tuneye ku gotinên bi vî rengî ji bo dewleta Tirk wir bike hedef tê gotin. Li wir Kurd hene, Ereb hene, Asûrî-Suryanî, Ermenî hene. Artêşa wan a ku bi hev re çêkirine heye: rêveberiya wan hevpar heye, pergalekê demokratîk heye. Li wir avakirina pergalekê ku xwe disperê azadiya jinê û ekolojiyê heye. Dewleta Tirk ji vê gelek aciz e û dixwaze tune bike. Jixwe eşkere îlan dike ku wê tune bike.
*Gelo dikare tune bike?
Teqez nikare tune bike.
*Çima?
Berî her tiştî bi qasî ku me çavderî kir pêşengên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji tecrubeyên berê gelek ders derxistine. Yanî dubare pêvajoya Efrîn, Serêkanî û Til Ebyad'ê naye jiyandin û çêbûna wî jî zehmet e. Lê belê ji ber ku di vê mijarê de bi rêbazên şerê taybet, bi ûslubê şerê derûnî nêz dibin dikevin pêşiya rastiyê.
Bi qasî ku me jî şopand hêzên li Şehba-Til Rifatê bi îradeya xwe biryar dan ku ji deverê vekişin. Yanî li wir rewşekê têkbirin û têkçûyînê nîne. Pevçûnekê rojek ajotî heye: pey re pêvajoya sekinandina pevçûnê û paş de vekişîn destpê dike. Li Minbicê hin rewş hatin jiyandin ku em jî nizanin. Hem leşkerî hem siyasî hin rewş çêbûne. Bi qasî ku me fêmkir ji aliyê hêzên navnetewî ve bi bandora polîtîkayên rojhilata Firatê re jî vekişîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çêdibe. Qasî me bihîst hin peyman tên çêkirin, lê pêwîstiyê wan peymanan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di pratîkê de naye pêkanîn.
Bu kurtî rewşa hêza xwe nedane şerkirin û paş ve vekişîna QSD'ê heye. Lê çeteyên wir û dewleta Tirk di ragihandinê de ji vê weke serkeftinekê leşkerî behs kirin. "Em serketin, SMO'yê ku em piştgirî dikin ji Minbicê QSD'ê paqij kir." Propagandayên bi vî rengî kirin. Lê belê bi qasî ku tê dîtîn tiştek wisa nîne. Lewre pêkhateya ku dibêjin SMO hêzêkê paramîlîter e. Hîn ferasetekê wan a zêdetir talanker, diz û dest datîne malê gel heye. Têkbirina wî ya QSD'ê ne mijara gotinê ye. Carekê şeklê wî ji vê re ne guncav e.
QSD hêzêkê ku tecrûbeya wê heye û li hemberî DAÎŞ'ê têkoşînekê bêhempa meşandiye ye. Ji ber vê jî hêzêkê ku ispatkiriye ye. Di rewşa heyî de li Sûriyeyê tu hêz xwedî kapasîteyê ku QSD'ê têk bibe nîne. Lewre di dema çûyî de jî pevçûn di navbera wan de çêbûn û ev rastî derket holê. Di vê meha dawî de pevçûnên ku li Qaraqozax, Tişrîn û Derhafirê tên jiyandin vê rewşê derxist holê. Gelek caran çeteyê ku rayedarên dewleta Tirk birêxistin kiribûn xwestin li Qaraqozaxê cihê ku Tirba Silêman Şah heye bigirin. Her wiha ji bo bendava wê derê bidest bixin her tim êrîşan pêk anîn, lê vê bi tu awayî ser nexistin. Ji rêxistinên cîhadîst-selefî yên Çeçen, Kirgiz û Turkîstanî jî hêz anîn li wir xistin tevgera êrîşê. Qaşo difikirin ku 'Qafkas hîn şerker in û dikarin wir bigirin.' Wan jî anîn û dan şerkirin. Wan pêkhate hemûyan xistin wir. Teknîka dewleta Tirk, wesayîtê wan ên zirxî, ÎHA û SIHA'yê wan bi awayekê çalak di dewrê de ye. Di esasê xwe de li wir dewleta Tirk şer dike. Qaşo wek şerê wekaletê dimeşe, lê bixwe di nav de ne. Yê ku rêvedibe, plan dike bixwe ne. Lê belê serneketin. Hîn jî di herêmê de hekimiyeta QSD'ê heye. Heta yên êrîş dikin têk diçin. Di vê pêvajoyê de çand nûçeyên weke ku ew herêm ji destê QSD'ê hatiye girtin û SMO li wir bicih kirine hat weşandin? Gelek nûçe çêkirin: xwestin têgihîştina mirovan biguherînin.
Di esasê xwe de li gorî bernameya 27'ê Mijdarê hêzên HTŞ'ê wê Helebê bigirin û ji wir ber bi Hamayê ve biçin. Ev hêzên SMO'yê ku dewleta Tirk birêxistin kiriye jî wê Til Rifat, Minbîc û pey re jî Kobanê, Tebka, Reqa, Dêrazor, Qamişlo, yanî herêmên xweser ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tesfîye bikira. HTŞ’ê xwe gihand Şamê, lê ev hêza ku jê re dibêjin SMO jî hat li Qaraqozax û Tişrînê eliqî ma.
*Abdulkadîr Selvî ji bo vê rewşê dibêje, 'pêla frenê kirin.'
Kesekî ku pêla frenê dike nîne. Bala xwe bidin hêzên navneteweî êrîşa artêşa Tirk erê nekirin. Lê bi artêşa paravan a ku hatiye birêxistin kirin re xwestin vî şerî bimeşînin û qadên rêveberiya xweser tesfîye bikin. Di vê mijarê de plana dewleta Tirk li Qaraqozax û Tişrînê xitimî, lê bi çûyîna HTŞ'ê ya li Şamê re bi serket. Niha vê bi awayek cuda ji raya giştî vedişêrin. Bi kurtî projeya dewleta Tirk li wir bi serneket. Hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe parastin.
*Ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di rojên destpêkê de berdewam nûçeyên wek eşîrên Ereb rabûne û hin bajaran bidest xistine çêkirin, lê niha hinek navber dane nûçeyên bi vî rengî.
Bêgûman di vê mijarê de jî derew kirin. Hin derketinên biçûk çêbibin jî bi şeklekê hemû hatine çareser kirin. Di rewşa heyî de cihê herî aram û ewle ya Sûriyeyê dîsa herêmên ku di kontrola rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.
*Berî vê we got QSD’ê ji Minbîc û Til Rifatê li gorî biryarekê derketiye. Ev rewş ji bo hin deverên din jî dibe ku derbasdar bibe?
Ji aliyê leşkerî ve qasî ku me bihîstiye gelek amadekariyên YPG-YPJ û QSD'ê heye. Mînak pergala binerd. Rast e, dibe ku li Minbîc û Til Rifatê bi hin biryaran derketin, lê texmîn nakim ku ji deverên din derkevin. Carekê din jî vê bêjin: ev çeteyên SMO ne klasê QSD'e ne. Ew nikarin tiştek bikin. Dibe ku artêşa Tirk bixwe daxil bibe, lê êrîşê ku artêşa Tirk li Kobanê bike wê şer herî kêm 3 sal bajo. Mêzekin li Zapê di tunelên 300 metre de ev 3 sal in şer didome. Ma qey li cihên wekî Kobanê û Qamişlo û hwd. jî di tunelên bi kîlometreyan de mirov nikare 3 sal şer bike? Bêguman dikare şer bike.
Pêwîste ev bê zanîn: Kurd êdî terzê xwe yê şer pêşxistine. Xwe gihandin yek şerê binerd, yek jî pêşxistina şerê parastina hewayî. Ji ber vê tu wateya gotinên wek, 'em ê kulmê hesin lêdin û bigirin' tune ye. Wê kulmê te yê hesin li wir perçe bibe. Ew karwan derbas bû. Êdî tenê hûn ji teknîkê fêm nakin, hinekê din jî fêm dikin. Kurd jî fêm dikin û pêşdixin. Kurd êdî ji siyasetê jî dîplomasiyê jî fêm dikin. Ji hûnera şer jî fêm dikin. Pêwîste ev bê zanîn. Ji ber vê dema gotinên wek, 'em ê li her derê bixin û derbas bibin' derbas bûye.
* Herî dawiyê hûn dixwazin têkildarî pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, çi bibêjin?
Hewlên Rêber Apo û çarcoveya çareseriyê ya pêşxistî gelekî girîng in. Wê ev yek hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê pir baş be û terzê çareseriyê yê herî rast e. Divê ev yek bi vî rengî were nirxandin. Lê belê ger desthilatdariya AKP’ê bi awayekî rast nêzî vê yekê nebe, beriya her tiştî wê bi xwe winda bike. Tevî van rastiyan, nêzikatiyeke berovajî wê bibe sedema windakirina wan. Yanî di vê pêvajoyê de ne tenê gelê Kurd hewcehiya gelên Tirkiyeyê û dewleta Tirk jî bi çareseriyê heye. Tevî hemû tiştan ger şer tercîh bikin, ev dibe tişteke cuda. Rêber Apo tercîha gelê Kurd danî hole, lê belê ger hûn guh nedin vê yekê, biçûk bibînin û bi xapandin û taktîkên şerê taybet di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin. Îdîaya me ya di vê mijarê de diyar û eşkere ye. Îdîaya me ya serketina di warê leşkerî de ji hemû gavan xurttir e û bi tecrûbeya 40 salî kûrahiya me taktîkî, performansa me ya leşkerî, asta me ya teknîkî û ruhê fedaîyane ya hêzên me em ê di şerê rewa yê parastinê de bi ser bikevin. Tecrûbeya ku stratejî û taktîkên vê yekê pêş bixin, heye. Lê belê di dema jinûvedîzaynkirina herêmê de pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêbertiya me ve hatî pêşxistin, ji bo herkesî gelekî girîng e. Nirxandina vê yekê gelekî girîng e. Di rewşa berovajî de wê li herêmê şer kûrtir bibe û ne pêkan e ku dewleta Tirk di vîşerî de bi serbikeve. Hevsengî guherîn. Şens û derfeta biserketina gelê Kurd û hêzên şoreşê yên li herêmê ji hemû gavan zêdetir bûne.