Venezûela, bi îdîaya ‘komploya navneteweyî’ sînor girt
Venezûela çend saet beriya merasîma sondxwarinê ya serokdewlet Nîcolas Madûro, bi hinceta ‘komploya navneteweyî’ sînorê xwe yê bi Kolombiyayê re ji bo sê rojan girt.
Venezûela çend saet beriya merasîma sondxwarinê ya serokdewlet Nîcolas Madûro, bi hinceta ‘komploya navneteweyî’ sînorê xwe yê bi Kolombiyayê re ji bo sê rojan girt.
Li Venezûela walîyekî herêmî beriya ku Serokdewlet Nîcolas Madûro dest bi wezîfeya xwe bike roja Înê bi hinceta ‘komploya navneteweyî’ sînorê xwe yê bi Kolombiyayê re ji bo sê rojan girt.
Waliyê eyaleta Tachîra Freddy Bernal got, “Agahiyên me li ser komploya navneteweyî ya ji bo têkbirina aramiya Venezûelayê hene."
Beriya ku Madûro dest bi wezîfeya xwe bike çend roj berê, bi dehan kes ku di nav de rayedarekî FBI û leşkerekî DYE’yê jî heyî, bi îdîaya amadekariya "êrîşa terorê" hatin girtin.