Bakirhan hişyarî da desthilatdariyê: Ev rê ne ti rê ye, dest jê berde!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê da û got, "Ev rê ne ti rê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji polîtîkaya qeyûm berde."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan serdana buroyên Enqereyê yên Ajansa Mezopotamya, JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê kir.

Bakirhan, piştî serdanê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarên Akdenîz a Mersînê û wiha got: “Me gelek caran vegot û ispat kir. Ev rê ne ti rê ye. Ev yek, van meseleyan çareser nake. Xespkirina îradeya gel, kompasa li ber îradeya gel, ne tu rê ye. Bêhurmetiyeke mezin a li dijî vîna gel e. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dev ji van polîtîkayên qeyûm berde. Em wan vedixwînin cidiyetê. Li rexekî wê nîqaşên pêvajoyê bên kirin û li rexa din jî operasyon tên kirin. Em serî li ber van sepanan natewînin. We gelek caran ceriband lê we tu encam bi dest nexistin.”

Bakirhan, da zanîn ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê biçe Mersînê û got: “Em ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”

Bakirhan têkildarî nîqaşên piştî hevdîtina bi Rêber Apo Ocalan re tên kirin jî ev tişt anî ziman: “Heke ev nîqaş bi rastî jî derbasî pêvajoyekê bibin, wê demê divê zemîna ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze bê amadekirin û qilfeya Îmraliyê bê vekirin. Em nizanin dê çi bi van hevdîtinan bibe û wê veguherin tiştekî çawa. Şandeya me ji me re got ku rojeveke weke efûya giştî tune ye.”