Karasû: Divê li dijî biryara DYA'yê têkoşîn bê geşkirin

"Mîna komploya li dijî Rêber Apo, DYA'yê destek daye polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk. Divê gelê me bi vê rastiyê zanibe, guh nede gotin û şîroveke din a xapînok û têkoşîna xwe geş bike."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nirxand.

Karasû destpêkê got, "Divê were zanîn bê ev biryar çima hatiye girtin" û diyar kir, sedema esasî îdeolojîk, siyasî û aborî ye.

Karasû işaret bi berjewendiyên qirêj kir û got, "Trûmp siyasetmedarekî bazirgan e. Di berdêla vê biryarê de tiştek qezenç kiriye ya jî wê tiştekî qezenç bike."

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku biryar dijminatiya li gelê Kurd e û ev tespît kir: "Nabe ku rêveberiya DYA'yê mîna mêtingerên qirker ên li Tirkiyeyê bêje 'Kurd cuda ye, PKK cuda ye'. Cîhan tev pê zane ku ev gotina dewleta Tirk ji bo nixumandina qirkirina Kurdan, ji bo nixumandina dijminatiya li Kurdan e. Tevgera demokrasî û azadiyê ya Kurd a herî xurt niha têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê ye. Eger dewleta Tirk karibe PKK'ê tasfiye bike, wê vê carê dijminatiyê li tevgereke din a siyasî ya li dijî wê têdikoşe bike. Ji ber ku dewleta Tirk ne di rewşeke wiha de ye ku bersivê bide daxwazên tevgera siyasî ya Kurd. Tenê Kurdan li dijî hev bi kar tîne. Eger DYA dibêje, 'PKK cuda ye, Kurd cuda ye' wê çaxê nîşan dide ku mejî û polîtîkayên wê û yên dewleta Tirk weke hev in. Her kes zane ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminê Kurdan e."

KÎ BIXWAZE TIŞTEKÎ JI TIRKIYEYÊ BISTÎNE, DIJMINATIYA PKK'Ê DIKE

Karasû diyar kir ku li gelemperiya cîhanê kî bixwaze tiştekî ji Tirkiyeyê bistîne beriya her tiştî dijminatiya PKK'ê dike û wiha dewam kir: "Li nava Tirkiyeyê jî kî bixwaze ji aliyê aborî, civakî ya jî siyasî ve rantekê bi dest bixe, dijminatiyê li PKK, Abdullah Ocalan û Kurdan dike. Heta ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, ev rewş wê bi vî rengî dewam bike. Yek ji sedemên vê biryara DYA'yê ew e ku dixwaze Tirkiyeyê li dijî Îranê bi kar bîne. Beriya Şerê 2. ê Kendavê û destwerdana li Iraqê, li dijî Rêber Apo komplo kiribû. Dibe ku destwerdaneke leşkerî li Îranê neyê kirin. Lê belê dixwaze pirsgirêkên li Îranê zêde bike, Îranê li polîtîkayên DYA'yê bîne û desthilatdariyê biguherîne."

Karasû bi dewamî bal kişand ser zêdebûna bandora îdeolojîk û siyasî ya PKK'ê ya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku sedema herî girîng a vê biryarê jî ev e. Karasû got, "Ji ber ku komploya li dijî Rêber Apo bi ser neket, li dijî rêveberiya rêxistinê dest bi komployeke nû kiriye. Ji ber ku bi hewldan û bandora rêveberiya PKK'ê nêrînên Rêber Apo li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li nava civakê belav bûye."

Mûstafa Karasû bêdengiya DYA'yê ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi bîr xist û got, "Ji bo Federasyona Bakurê Sûriyeyê bikişîne ser xeta xwe çavên xwe li dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk girt. Eger armanceke bi vî rengî ya DYA'yê nebûya, wê helwesteke cuda li dijî êrîşan nîşan bida. Ji aliyekî ve bi bêdengiya li pêşberî êrîşan, li aliyê din jî bi biryareke wiha ya li hemberî rêveberiya PKK'ê re dixwaze Şoreşgerên Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê tengav bike. Ji bo xatirê berjewendiyên siyasî û aborî yên qirêj, dijminatiyê li PKK'ê dike ku PKK pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e."

AKP-MHP BI ZORÊ LI SER DESTHILATDARIYÊ DIMÎNIN, EV BIRYAR PIŞTGIRIYA JI BO DESTHILATDARIYA WAN E

Karasû bi bîr xist ku ev biryara DYA'yê piştî hevdîtinên li Tirkiyeyê hatiye dayin û got, "Ji bo Tirkiyeyê hîn bêhtir di polîtîkaya xwe de bi kar bîne ev biryar daye. Di vê demê de Tirkiye ji aliyê siyasî û aborî ve gelekî tengav bûye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi zorê li ser piyan dimîne. Mîna sala 1998'an, ketiye rewşeke welê ku bêyî piştgiriya derve nikare li ser desthilatdariyê bimîne. Ji ber ku têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê desthilatdariya AKP'ê dihejîne. Tenê bi faşîzm û zordariyê li ser piyan dimîne. Lê belê ev sîstema zordar têrê nake ku pê karibe li ser desthilatdariyê bimîne. DYA'yê bi vê êrîşa li dijî PKK'ê re ji AKP'ê re gotiye, 'Ez ê destekê bidim desthilatdariya te, tu yê jî bi ya min bike'. Wateya êrîşa li dijî rêveberiya PKK'ê ev e."

'DIŞIBE BIRYARA LI DIJÎ RÊBER APO'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku ev biryar dişibe biryara li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Armanc heman armanc e. Dema ku mirov zext û zordariya li Îmraliyê jî tînin ber çavê xwe, hingî tê dîtin ku ev êrîş ji ya sala 1999'an bêhtir metirsîdar e. Nêzîkatiyeke sist a li hemberî vê biryarê wê bi kêrî desthilatdariya AKP-MHP'ê bi kêrî mêtingerên qirker were. Nêzîkatiyeke wiha wê têkoşîna azadiyê ya li hemû parçeyên Kurdistanê qels bike. Ev biryar ji bo qelskirina hemû beşên civakî û gelên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin hatiye dayin.

'LI DIJÎ BIRYARÊ DIVÊ LI HER DERÊ TÊKOŞÎNEKE XURT BÊ KIRIN'

Li dijî vê biryarê divê li her derê têkoşîneke xurt bê kirin. Daxuyanî tenê têrê nake. Divê temamiya gelê Kurd û hêzên siyasî li ber vê biryara DYA'yê rabin. Gelê Kurd divê li her devera lê ye bi awayekî bê navber têbikoşe. Gelê Kurd ancax bi têkoşîneke xurt dikare pêşî li vê komployê bigire. DYA'yê mîna komploya li dijî Rêber Apo destek daye polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk. Ji ber ku Tirkiye serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan dike, hingî ev biryar li dijî têkoşîna jiyana demokratîk û azad a Kurdan a li hemû parçeyan biryara destekkirina mêtingeran e. Divê gelê me bi vê rastiyê zanibe, guh nede gotin û şîroveyên xapînok û têkoşînê geş bike. Her nêzîkatiya ku vê têkoşînê sist dike, wê bi kêrî mêtingeriya qirker were. Dost û dijmin di demên wiha de diyar in. Helwesta hemû partiyên siyasî yên Kurd ên li dijî vê biryarê girîng e."

Karasû got, "Divê hemû partiyên Kurdan ji DYA'yê re bêjin, 'mafê te nîne ku helwesteke bi vî rengî nîşan bide. Desteka ji bo polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk, dijminatiya li hemû Kurdan e'."

Mûstafa Karasû diyar kir, ne tenê Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê û gelên alîgirê jiyana demokratîk û azad li ber vê biryarê rabin û bi Kurdan re li dijî vê biryarê têkoşînê geş bikin.