Karakaş: AKP/MHP tenê kuştinê û xwînê tîne

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Îshak Karakaş got AKP û MHP tenê kuştinê û xwînê tînin.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Herêma 1’ê ya Stenbolê Îshak Karakaş derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê axviî. Karakaş ku bi nasnameya xwe ya nûçegihaniyê tê naskirin got ew ê bibe dengê girtiyan, bibe şoprarê paradigmaya azadîxwaz, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê.

‘JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ EZ Ê LI MECLÎSÊ BIM’

Karakaş ku Çileya bihurî hatibû girtin û xwedî nasnameya nûçegihaniyê ye got ew ê li Meclîsê ji bo azadiya nûçegihanên girtî têbikeoşe. Karakaş her wiha diyar kir ku ew li girtîgehê bi nasnameya xwe ya nûçegihaniyê ji nêz ve rewşa girtiyên nexweş şopandiye û li girtîgehê hînî wê bûye ku ev çendî rewşeke girîng e û domand: ‘’Meseleya girtiyê nexweş jî wê tim rojeva min de be. Ji bo ku ez van probleman di rojevê de bihêlim û encamê jê bistînim ez ê kursiyê melcîsê kilît bikim.’’

‘STENBOL BAJARÊ HERÎ MEZIN Ê KURDAN E’

Karakaş bal kişande pirbûna nifûsa Kurdan a li Stenbolê û got, ‘’Ev bajar bajarê herî mezin ê Kurd e. Ez dixwazim hem ji bo civaka Kurd a Stenbolê û hem jî ji bo gelên Stenbolê siyasetê bikim. Li vîbajarî derdoreke min a berfireh heye. Di serlêdana namzetiyê de alternatîfa Amedê jî hebû. Lê daxwaza min a pêşî Stenbol bû, Hêla Anadoluyê bû ku dijîm û rojnameya xwe lê belav dikim. Ango herêma 1’ê.’’

‘DEK Û DOLABÊN AKP’Ê NAQEDIN’

Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Karakaş bal kişande ser zext û zordariya dewleta Tirk a li ser HDP’ê û got, ‘’Li gel hemû êrîşên dewletê û faşîstan jî mîna 7’ê Hezîrana 2015’an kampanyayeke bi coşî û hêvî didome.’’

Karakaş her wiha got di hilbijartinan de HDP wê dengê xwe zêde bike û Demîrtaş jî dengekî zêde bistîne  û domand, ‘’Lê dek û dolabên vê hikûmetê naqedin. Ji bo vê jî pir girîng e ku em ji bendê derbas bikin.’’

Karakaş her wiha got heke nehêlin ku HDP bendê derbas bike AKP bimîne ser desthilatê wê êrîşkariya xwe ya li ser Rojhilata Navîn bidomîne û ji bo vê aştiya Rojhilata Navîn divê HDP bendê derbas bike û AKP ji desthilatê bikeve.

‘HDP DI SIYASETA TIRKIYÊ DE WE DIYARKER BE’

Karakaş got heta ku partiyên dî û civaka Tirkiyê doza Kurd çareser nekin û heta ku Kurd nebin xwedî statû wê demokrasi nebe û bi ketina AKP’ê re wê bêhiqûqiya li ser HDP’yiyan were pirsin. Karakaş got, ‘’Di serî de serok Demîrtaş  mê hemû hevrêyên xwe ji girtîgehê derxînin. HDP bi rengê xwe yê ku partiya Tirkiyê ye, piştî 24’ê Hezîranê di siyaseta Tirkiyê de wê bibe diyarker û bibe aliyek ji aştiya Rojhilata Navîn.’’

HDP PARTIYEKE EKOLOJÎK E

Karakaş bal kişande ser hêla ekolojist a HDP’ê û got, ‘’Ez jî ekolojist im û di şexsê neviyên xwe de ji bo ku şertên jiyaneke baş bihêlim ez ê alîgirê têkoşerên hawîrdorparêz bim. Ez ê bibim endamekî têkneşikestî yê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û di vê rêyê de têbikoşim.’’

‘DIVÊ HER KES LI DIÎ HALANA ŞER A AKP’Ê RAWESTE’

Karakaş herî dawî bal kişande ser planên AKP’ê yên li ser kuştin û xwînê û got, ‘AKP beriya hilbijartinê dixwaze şer derxîne. Fêhm kir ku wê têk biçe û niha li ser xwîna mirovan dixwaze bi qumarê bilîze. AKP tenê kuştin û xwînê ji civaka Tirkiyê re tîne. Ez bang li hemû hilbijêrên hemû partiyan dikim: Divê ev planên xwînî yên AKP’ê werin dîtin û her kes li dijî vê halana şer raweste.’’