Karaca: Polîtîkayên qeyûm belavî her derê bûne
Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca got, “Polîtîkaya qeyûm a desthilatdariya AKP-MHP’ê, ne tenê li Kurdistanê, li her dera Tirkiyeyê belav bûye.”
Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca got, “Polîtîkaya qeyûm a desthilatdariya AKP-MHP’ê, ne tenê li Kurdistanê, li her dera Tirkiyeyê belav bûye.”
Alîkara Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Sevda Karaca diyar kir ku li dijî êrîşên desthilatdariyê, yek ji wezîfeyên esas a dikeve ser milê hêzên têkoşînê dîtin û nîşandana van êrîşan e û got, rêya têkoşîna li dijî qeyûman yekîtî ye.
Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca têkildarî tayînkirinên qeyûm, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku qeyûm ne tenê li Kurdistanê, belavî her derê Tirkiyeyê jî bûye. Karaca got, “Gelê Kurd hem di hilbijartinên giştî de, hem jî di hilbijartinên xwecihî de peyameke pir eşkere û zelal da. Ev peyamek bû ku êdî gel daxwaza aştiyeke bi rûmet dike û di heman demê gel vê sîstema OHAL’ê ya desthilatdariyê, red dike. Desthilatdariyê ev peyam, weke gefekê li dijî hebûn û bekayên xwe dîtin. Weke bersiva li dijî vê gefê, hewl dan ku gel bitirsînin û gef lê bixwin. Gelê Kurd aliyê xwe hilbijart û şaredariyên xwe bi dest xist. Rêya têkoşîna li dijî qeyûman, yekîtî ye.”
WEZÎFEYA HÊZÊN TÊKOŞÎNÊ
Sevda Karaca diyar kir ku pêkanînên antîdemokratîk ên desthilatdariya AKP-MHP’ê, her roj zêde dibin û ev tişt got: “Bernameyeke ekonomiyê heye ku hewl dide destkeftiyên kedkaran tune bike. Li çar aliyên welêt, êrîşkariyeke heye ku hewl dide berxwedana karkeran tune bike. Li aliyê din paşverûtiyek heye ku hewl dide mafên jinan, tune bike. Yek ji wezîfeyên herî esas a ku dikeve ser milê hêzên têkoşînê, dîtin û nîşandana van êrîşan e.”