Karabûdak: Divê em bibin Xizirên hev!

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Şaxa Enqereyê Mûstafa Karabûdak bal kişand ser gefên li dijî Elewiyan û got ku “Divê em bibin Xizirên hev.”

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Şaxa Enqereyê Mûstafa Karabûdak derbarê zextên li ser Elewiyan û nîşankirina malên Elewiyan ên li Îzmîrê ji ANF’ê re axivî.

Karabûdak diyar kir ku ji Kerbelayê heta îro qetlîam li ser Elewiyan hatiye kirin û got ku “Hemû qetlîamên heta îro hatine kirin, hemû jî qetlîamên çandî ne. Sêwas, Çorûm, Meletî, Mereş. Dema em li van qetlîaman dinihêrin em dibînin ku mesele ne bi tenê qetilkirina Elewiyan e. Mesele ev e ku wan qels bike, aboriya wan hilweşîne û wan bide koçkirin.

‘ELEWÎTIYA KU HATIYE SUNNÎKIRIN’

Tişta ku Elewiyan li gundan nedikirin, êdî li bajaran dikin. Cenazeyê xwe ji camiyan radikin, mewlûdê didin xwendin. Ev encamên polîtîkayên qetlîamê ne. Elewîtî hatiye Sunnîkirin. Tişta ku îro li Îzmîrê pêk hatî, ne pêşîn e. Berê jî li Meletî û Erzîncanê jî çêbûbû.Dewlet daxuyaniyên pûç dide, dibêje zarokan kiriye, serxweşan kiriye. Lê ev meseleyeke giran e. Mirov ji ber ku bi fikar in dev ji karê xwe berdidin û koçî cihên din dikin.”

Karabûdak li ser dersên dînî yên bi darê zorê jî got ku “Ji 12’ê Îlonê û heta niha dersên dînî yên bi darê zorê tên dayin, ev jî polîtîkayeke asîmîlasyonê ye. Nêrîna Elewiyan a li jin û civakê, pergalê aciz dike. Di sala 2015’an de Elewiyan piştgirî dan HDP’ê, ev jî dewletê aciz dike. Komeke Elewiyan mûxalif hene û li ber xwe didin, ev jî pergalê aciz dike.”

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Şaxa Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku Elewîtî bi polîtîkayên asîmîlasyonê nayê tunekirin û got ku “Baweriya me gelekî qedîm e. Em komek Elewiyên mûxalif bi rêya komeleyan tên ba hev û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Ev êrîş wê dîsa pêk werin. Divê em xwedî li hev derkevin û xwedî li baweriya xwe derkevin. Divê em bibin Xizirên hev.”