Kaplan: Rêgiriya desthilatdariyê didome!
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan diyar kir ku heydûtiya destgîrkirin û desteserkirina vîna gel ya ji aliyê desthilatdariyê ve didome.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan diyar kir ku heydûtiya destgîrkirin û desteserkirina vîna gel ya ji aliyê desthilatdariyê ve didome.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpisyar Salîm Kaplan têkildarî desteserkirina qeyûman daxuyaniyek nivîskî weşand.
Kaplan ev got: “Bloka desthilatdariyê ku tehemûla asgariya gerdûnî nake, serî de gelê Kurd desteserkirina îradeya gelan didomîne. Ji 19’ê Tebaxê ve heta niha bi darê zorê dest danîn li ser 28 şaredariyên me û 22 hevşaredarên me ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin dîl hatine girtin.”
‘JI GIMGIM'Ê HETA ÛRLAYÊ HEYDÛTÎ’
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ev hişmendiya êrîşkar îro hevşaredarên navçeya Kop û Gimgim ya Mûşê û bajarokê Erentepe destgîrkirin. Desthilatdarî ji serê sibê ve agahiyên şaredariyê dorpêç kirine û heydûtiya xwe ya li dijî îradeya gel û bi dîlgirtina hilbijêran re didomîne.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne vê carê heman tişt li dijî şaredariya Ûrla ya Îzmîrê ya CHP’yî kir û dixwaze derdor çavtirsandî bike.
Yên ku li dijî HDP’ê bê çare mane bi dîlgirtina nûnerên gel û desteserkirina şaredariyan jî wê nebe dermanê bê çaretiya wan.”