Kanat: Desthilatdarî digevize

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Fatîn Kanat diyar kir, êrişa li ser KCD'ê encama siyaseta dij bi Kurd e û got, "Ev rê rêyeke bêdawî ye. Di nava rewşa xwe ya xitimandî de digevize."

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Fatîn Kanat ji ANF'ê re axivî. Kanat diyar kir, operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dewama nêzîkatiya dij bi Kurd e û got, "Em di demeke welê de ne ku desthilatdarî êrişê dibe ser hemû rêxistiniyên bi navê Kurd û Kurdistanê. Êrişa li ser KCD'ê jî encameke nêzîkatiya dij bi Kurd e. KCD bûye hedefa desthilatdarî ku hiqûqa dijminatiyê li ser tê ferzkirin. Tevî ku KCD li gorî mewzûata qanûnê tevdigere, saziyeke qanûnî ye û siyaseta demokratîk dimeşîne jî desthilatdarî nêzîkatiyeke wiha nîşan dide. Ev rêyeke bêdawî ye. Wê bi kêrî desthilatdariyê neyê. Derfeta Kurdan a ji bo bidestxistina mafê xwe, wan dixe nava tirs û fikaran. Ketine nava rewşeke xitimî û di nav de digevizin."

PARASTINÊ BÊBANDOR DIKE

Kanat bal kişand ser pêşnûme qanûna AKP-MHP'ê ya sîstema 'baroyên piralî' û destnîşan kir ku bi vê yekê re hewl tê dayin ku hîmê herî girîng ê parastinê bêbandor bikin.

Kanat bi bîr xist ku baro mûxalîfê desthilatdariyê ye, ji bo vê yekê têk bibe sîstemeke baroyên piralî xistine rojevê û got, "Ev pêşnûme qanûn ji xwe amade bû. Axaftina Baroya Enqereyê ya li ser rexnekirina Serokê Karên Diyanetê kirin bahane û bi vî rengî rojev guhertin. Li welatê ku bêhn lê çikiya ye dixwazin sazî û rêxistinên ku daxwaza bêhnstandinê dikin û îtirazê dikin, veguherînin."

Kanat anî ziman, eger sîstema baroyê piralî bû qanûn hingî wê saziyên şopandina mafên mirovan û baro lawaz bibin û got, "Di heman demê de baroyê nku ji aliyê navendên parastina mafên mirovan ve hîmekî bingehîn e û parêzeriya mafên mirovan dike, wê bi vê qanûnê re lawaz bibe. Pirsgirekên civakî yên heyî wê girantir bibe."

Kanat bi dewamî bal kişand ser aciziya desthilatdariyê ya li medya civakî û destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze medya civakî jî kontrol bike.

Kanat diyar kir, desthilatdariya ku hewl dide mûxalefetê û rexneyê jî mîna propagandaya terorê nîşan bide, wê di vir de bi ser nekeve.