Kampanyaya HDP’ê ya ji bo ‘Ji her kesî re edalet’ dest pê kir

HDP’ê kampanyaya ‘Ji her kesî re edalet’ li Enqereyê da destpêkirin. Di kampanyayê de li dijî faşîzma AKP û MHP’ê peyamên geşkirina berxwedanê hate dayîn.

HDP’ê kampanyaya ‘Ji her kesî re edalet’ ya bernameya têkoşîna dema nû li Enqereyê da destpêkirin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevlî bernameyê bûn. Nûnerên rêxistinên girseyî û gelek kesên nas jî tevlî bernameyê bûn.

Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna demokrasî û azadiyê dest pê kir. Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan û Endama Desteya Rêvebir a Navendî Îlknûr Bîngol di destpêka bernameyê de axivîn.

Di bernameyê de Hevberdevkê HDK’ê yê berê Onûr Hamzaoglû, wezîrê berê Ziya Halîs, siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekîncî, nivîskar Dogû Ergîl, siyasetmedar Nesrîn Nas, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî axivîn û bal kişandin ser berxwedan û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û edaletê.