Kampanyaya BDP’ê ya 'hikûmet gav biavêje’ Atalay dide fikirandin!

Kampanyaya BDP’ê ya 'hikûmet gav biavêje’ Atalay dide fikirandin!

Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, got “Em bi guman li nirxandin û daxuyaniyên rojên dawî yên BDP’ê dinihêrin.” Atalayê ku hîn jî pêvajoyê bi peyva “teror” terîf dike, ji bo gavên divê hikûmet biavêje jî wiha axivî: “Wê teror û şîddet bi dawî bibe. Li pey wê eger hebin pirsgirêk wê saziya siyasetê bê gel hevdu.”

Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ku ji bo lêkolînan hatibû Kirikkale li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Beşîr Atalay der barê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman û got ku mirovên aqilmend piştî xebateke 2,5 nîvan a li 7 herêman rapor pêşkêş kirine û wiha berdewam kir: “Em niha li ser wan 7 raporên cuda dixebitin” û destnîşan kir ku dema ev bi encam bibe jî têkildarî pêvajoya çareseriyê wê tevkariyê li nexşerêya wan a nû bike.

Atalayê li ser “Komîsyona Nirxandinê ya Pêvajoya Çareseriyê” axivî û dîsa di axaftina xwe de binavkirina “hêmanên terorê” domand kir destnîşan kir ku di vekişînê de derengmayîn heye, lê pêwîst e mirov wê neke pirsgirêk û di vê xalê de jî ev anî ziman: “Di encam de divê tiştên hatine gotin bi cih werin û ew pêvajo baş bi rê ve biçe.”

Atalayê ku got ji her beşa civakê ya welat piştgiriyeke mezin ji bo pêvajoya çareseriyê  heye, da xuyakirin ku PKK û yekîneyên îstixbaratê hevdîtinan dikin û destnîşan kir ku têkildarî pêvajoyê tu soz û teahûd nedane; bi BDP’ê re wek beşa siyasetê hevdîtinan çêdibin.

Di berdewama axaftina xwe de Atalay  têkildarî kampanyaya ku BDP bi mîtîngan ji hikûmetê re dibêje, “gav biavêje”  jî got ku ew bi guman lê dinihêrin wiha axivî: “Li Mêrsîn, Edeneyê û Amedê ku careke din BDP, bang li gel dike da ku derkevin kolanan em rexne dikin û bi pêvajoyê ve girêdayî em helwesteke bi berpirsiyar nabînin. Ên pêvajoyê bi rê ve dibin divê di vê mijarê de hişyar bin. Em bi guman van mijaran dişopînin.”