BI DÎMEN

Kampanya 'NA' li Ewropayê berfireh dibe

Li bajarên Kleve, Essen ên Elmanyayê û li bajarê Wels ê Awûstûryayê kampanya 'NA' a ji bo referandûmê dest pê kir. Li bajarê Wîtenê jî jinan stant vekirin û li ser kampanyayê agahî dan.

Li bajarên Kleve, Essen ên Elmanyayê û li bajarê Wels ê Awûstûryayê kampanya 'NA' a ji bo referandûmê dest pê kir. Li bajarê Wîtenê jî jinan stant vekirin û li ser kampanyayê agahî dan.

KLEVE

Li bajarê Kleve yê Elmanyayê, ji bo referandûma destûra bingehîn a 16'ê Nîsanê 'Platforma NA' hat avakirin. Zêdeyî 150 Kurdistanî û dostên wan li Kleve The Rîlano Hotelê li hev civiyan û platforma 'NA, NEÎN, HAYIR' a Kleveyê ava kirin.

Di civînê de, ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir Parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Aktaş û endama Tevgera Jinên Êzidî Yildiz Aktaş axivîn.

Piştî ku platform hat ragihandin, li bajarê Kleve û herêma derdorê, karê ji bo zêdekirina dengê 'NA' dest pê kir.

Endamên platformê dan xuyakirin, ji bo pêşî li xeyalên dîktatoriyê yên Erdogan bigirin û li dijî zilma zaliman sekneke bi rûmet nîşan bidin, ew ê bi coşeke mezin kampanya 'NA' bimeşînin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî xebatên kampanya 'NA' dest pê kirin. Bi vê armancê civînek hat lidarxistin û parlamenterê berê yê Wanê yê HDP'ê Ozdal Uçer lê axivî.

Uçer bal kişand ser girîngiya xurtkirina kampanya 'NA' û got, "Li Kurdistanê AKP-dewlet zilmê li gel dike. Teroreke mezin dike. Hêzên dewletê yên li Farqîn, Sûr, Cizîr, Şirnex û Geverê teror kirin, niha heman komkujiyê li Nisêbînê dikin. Li dijî vê yekê divê em bi xurtî xwedî li Nisêbînê derkevin. Li dijî AKP-Erdogan ê bi zext û zordariyê hewl dide sîstema xwe ya dîktatorî ava bike, lazim e em bi xurtî karê referandûmê bimeşînin."

WÎTEN

Li aliyê din, Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal a Essenê, stanta 'NA' li Wîtenê vekir. Jinan li vê derê li ser kampanya 'NA' belavok belav kirin û agahî dan. Her wiha bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî 'NA' nivîsandin.

Meclîsê da xuyakirin, ku ew xebatên xwe yên agahdarkirinê, di rojên pêş de jî bidomîne.

WELS

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Wels ê Elmanyayê li hev civiyan, dest bi karê kampanya 'NA' ya ji bo referandûmê kirin.

Siyasetmedarê Kurd Denîz Dersîm li civînê axivî û diyar kir, tifaqa AKP û MHP'ê ku serkêşiyê ji bloka neteweperest, olperest û zayendîperest re dike, zerarê dide civaka Tirkiyeyê. Dersîm da zanîn, ev klîk hewl dide, destûreke bingehîn a ku berjewendiyên wan ên siyasî garantî dike, bide qebûlkirin.

Dersîm destnîşan kir, Erdogan ê ku ti qîmeta wî li qada navneteweyî nema ye, mîna pêvajoya Kobanê di vê pêvajoyê de jî dikare bê têkbirin û got, "Divê li ser sindoqan, li kolanan em bi ser bikevin."