Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" li Rihayê ji nû ve hat destpêkirin

Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" li Rihayê ji nû ve hat destpêkirin

Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rihayê ji nû ve hat destpêkirin.

Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" ya ji bo Rêberê Gelê Kurd, li Rihayê ji aliyê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr ve ji nû ve hat destpêkirin. Piştî ku standa li navenda bajêr di 1'ê Mijdarê de ji aliyê polîsan ve hat rakirin, endamên DBP'ê îro li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê stand careke din vekirin.

Di dema daxuyaniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Serokê Rêxistina DBP'ê ya Rihayê Celalettîn Erkmen û gelek endamên partiyê amade bûn.

Erkmen di daxuyaniya xwe ya li vir de bibîr xist ku armanca kampanyayê li gelemperiya Tirkiyeyê, berhevkirina 10 mîlyon îmzeyan e û bang li hemû welatparêzan kir, ku xwedî li standa ji bo azadiya Ocalan derkevin.