Kampanya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûr berfireh dibe
Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin, li gelek herêmên Başûr belav dibe.
Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin, li gelek herêmên Başûr belav dibe.
Endamên Rêxistinên Ciwanan li Silêmanî, Ranya, Kerkuk û Helepçe ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûrê Kurdistan û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê dabûn destpêkirib. Ciwan, mal bi mal, kolan bi kolan, dikan bi dikan digerin û îmze kom dikin. Gel di her alî de gelekî kêfxweş nêz dibe û di heman demî de nêrînên xwe yên dijdagirkeriyê tîne ziman.
KERKUK
Endamên Ciwanên Welatparêz li bazara Kerkukê dest bi îmze komkirinê kirin. Beriya ku dest bi komkirina îmzeyê bike li ser navê Ciwanên Welatparêz Hisên Mistefa axifî. Hisên got, “Em Ciwanên Welatparêz ji bo derxistina dagirkeriya Tirk dest bi îmze komkirinê dikin. Em qebûl nakin ku dagirker li ser axa me hebin.” Ciwanan li nava Kerkukê dest bi îmze komkirinê kirin.
RANYA
Li gelek deverên Ranyayê, ciwanan dest bi îmze komkirinê kirin. Endamê Ciwanên Welatparêz Saman Ehmed, “Em nerazîbûnên xwe tînin ziman. Faşîstên Tirk êrîşî kesên sivîl û her deverê dike. Em bang li hikumeta herêmê û Iraqê dikin dawî li van tiştan bînin. Em ciwanên Başûrê Kurdistanê êrîş û dagirkeriya Tirk qebûl nakin. Em bang li her kesî dikin ku wek erkekî niştîmanî dengê xwe bilind bikin.”
Ciwanan li gelek deverên wek Çar Qurne, Pişter û Bîtwen îmze komkirin. Dema îmze komkirina ciwanan gelê deverê eleqederbûnek mezin nîşan da. Dema îmzekomkirinê peşmergeyekî dêrîn got, “Dema em têdikoşiyan û me serî hilda, herê dirust bû. Lê a niha dagirkeriya Tirk hatiye, em wek berê ne dikarin li bajar ne jî li gundan bijîn.”
HELEPÇE
Li navenda bajarê Helepçe ji alî ciwanan ve îmze tê komkirin. Li Helepçeyê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê îmzeyan tê kirin.
SILÊMANÎ
Ciwanan li deverên Erbat, Şarbajêr, Bazyan, Tekye û Mêrgapanê jî xebatên komkirina îmzeyan dan destpêkirin.
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer, di roja bîranîna Şehîd Zîlan li Qendîlê bi şîara, “Ji bo Kurdistaneka azad û serbixwe, faşîzmê û dagirkerî birûxîne” Pêngava Seferberiya Heftanîn ragihand. Jinên Ciwan, di çarçoveya seferberiyê de dest bi kampanyaya îmzeyê kir.
Di sala 2011'an de jî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer, li Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina hêzên dagirkeriya Tirk ji Başûr û Iraq mîlyonek îmze kom kiribûn.
Kampanyaya îmzeyê li ser Change.org ê jî hatiye destpêkirin û li ser medyaya dîjîtal jî gelekî belav bûye.