Kalkan: Ya ku ji hev bikeve wê ne tenê DAIŞ be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, piştî rizgarkirina Reqayê ya ku ji hev bikeve wê ne tenê DAIŞ be, wê dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan jî ji hev bikeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji News Channel, ji bernamaya ‘Ulkeden’ re axivî û geşedanên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyê nirxand. Kalkan helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Imraliyê weke banga têkoşînê nirxand û got: "Helwesta Rêber Apo banga jiyana azad e, banga têkoşîna azadiyê ye, banga têkoşîna demokratîk e. Ji bo hemû gelê Kurd, jin, ciwan, alîgirên demokrasî û azadiyê banga têkoşînê ye. Ji bo azadî û demokrasiyê û bi dest ve anîna wê û gihaştina jiyaneke rast e. Helwesta Rêbertî tê vê maneyê."

Kalkan bal kişande ser girîngiya operasyona Reqayê û got, "Bila operasyona Reqa bi pêş ve biçe, bila DAIŞ hinekî ji hev bikeve, wê hingî gelek rastî derkevin holê. Ya ku ji hev bikeve wê ne tenê DAIŞ be". Kalkan bi domdarî got, jihevketina DAIŞ’ê di heman demê de nîşaneya jihevketina hikumeta AKP’ê ye.

Niha li Rojhilata Navîn şerekî giran heye. Kurdistan bû navenda vî şerî. Dema ku ji vê pêvajoyê mirov dinere, mirov dibîne  hêmanên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastinan de beriya bi salan destnîşan kirin roj bi roj pêk tên. Tam di pêvajoyeke wiha de li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke giran hatiye danîn. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ji Birêz Ocalan ti agahî nayê wergirtin, hevdîtin hatine qedexekirin. Rewşa Birêz Ocalan a ji 5’ê Nîsana 2015’an ve hûn çawa dikarin pênase bikin?

Beriya her tiştî dixwazim bibêjim, hewl didin zilmeke herî giran a dîrokê li Imraliyê sazkar bikin. Çi têkiliya vê bi sincê re, bi hiqûq û mirovahiyê re nîn e. Li holê ya heyî ne girtîgeh e, ne darizandin e. Berê jî me gotibû, Rêber Apo bi zelalî vekir. Bi rengekî vekirî rewşa rehîngirtinê ye ev.  Rehîn kirin jî zexta herî giran e. Ev jiyan, di vê rewşê de bi zexta 24 saetan pêk tê. Zexta psîkolojîk zexta herî giran e. Ji bo ramana te, ji bo baweriya te zext li mirov tê kirin. Tê gotin, ‘’Tu yê mejiyê xwe li gorî sîstema xwe ya sazkar nedî xebitandin, tu yê li gorî pîvan û berjewendiyên xwe nefikirî, tu yê li gor daxwaza min bifikirî, li gorî min bijî.’’ Ev rewş ji kolekirinê jî wêdetir e.

Ev zext û lêferzkirin kete sala 19’an. Divê em baş dozaja zextê fêhm bikin. Helbet, divê em mezinahiya berxwedana li dijî vê zext û zilma giran jî fêhm bikin. Ji bo vê jî, careke dî ez berxwedana li Imraliyê slav dikim. Ev berxwedan bû berztirîn berxwedana mirovê azad. Divê em hemû wiha bizanibin û wiha fêhm bikin. Bi rastî jî berxwedaneke di ser berxwedaniya însên re ye. Rêber Apo di parastinan de got ku ew çawa dikare vê berxwedanê pêk bike û jiyana berxwedêriya wî xwe dispêrê çi. Bi rastî jî heke armancên berz, ramanên kûr nebin, di wan şertan de, li dijî wan lêferzkirinên giran mirov ne 19 salan, nikare 19 mehan, 19 rojan, 19 saetan jî li ber xwe bide û li ser piyan bimîne.

Naxwe ew bawerî, zanabûn, kûrbûna ramanê, armanca  ku dike Rêber Apo demeke ev çend dirêj li dijî vê zilmê li ser piyan bihêle  çiye? Girîng e ku em van hemûyan fêhm bikin. A rast Rêber Apo di parastinan de ev hemû vegotin. Lê ji bo ku baştir were fêhmkirin divê mirov li vê jiyanê binere. Fêhmkirina vê jiyana berxwedêr, hewldana fêhmkirina vê wê bi dest me ve bîne ku em heqîqeta Rêber Apo, rasteqîniyên ku Wî dike hêzeke berxwedaniya mezin baştir fêhm bikin û derxînin holê. Li ser vê zemînê berxwedan pêk tê. Divê ev ji hêla her kesî ve were fêhmkirin.

Ji hêla dî ve jî hêlên takekesî yên berxwedanê nîn in. Ev kûrbûna ramanî û ev berxwedana tiştekî takekesî bi dest ve nayîne. Ne ji bo berjewendiyeke takekesî ev pêk tê. Bi ser de berjewendiyeke malbatî-eşîrî jî nîn e. Hemû ji bo gel, ji bo gelan, ji bo mirovahiyê, ji bo jin-ciwanan û ji bo jiyana azad tê kirin. Ev helwesta mirovê azad, têkoşîna jiyana azad e. Belê, li zindana Amedê berxwedana 82’yan çêbûbû. Li wir lehengiyên mezin hatin nîşandan û berxwedêriya me ya mezin Kemal Pîr got, ‘’Em ew çend ji jiyanê hez dikin ku dikarin di ber wê de bimirin’’. Ên ku azweriya wan a jiyana azad, azaweriya wan a mirovahiyê ne ev çend berz bin nikarin berxwedaniya wiha mezin nîşan bidin. Ya ku kir ku Rêber Apo 19 salan li dijî zext û zilma ev çend giran li ber xwe bide, bi teqezî fêhmkirina wê jiyana azad, pejirandina wê, ji bo pêgirîbûna bi wê re, rasteqîniya pêgirîbûna bi jiyana azad re ye ku dikare her tiştî di ber de bide. Rasteqîniya ku Kemal Pîr derbirî bi temamî rasteqîniya Rêbertî bû. Divê ev hêl jî were zanîn. Divê her kes bizanibe ku helwesta mirovî ev e. Ji vê pê ve helwesta mirovî nîn e. Rêber Apo ji bo ku ev helwest were fêhmkirin got, ‘’Vê berxwedanê tenê resenî min nebînin, tenê ji min bendewar nebin, tenê ji min nexwazin, divê em hemû wiha bin.’’ Tekane krîtera jiyana rast, azad, mirovî û bi namûs ev bû. Ji bilî vê bi rengekî dî jiyan nabe. Divê ev rasteqînî jî were fêhmkirin. Divê were zanîn û fêhmkirin ku  Rêber Apo di rewşeke wiha de ku tê xwestin mirovahî were kuştin, ji bo avakirina mirovahiya azad û jiyandina wê û jiyîna wê vê berxwedanê didomîne û ev berxwedan ji bo her kesî ye. Berxwedana ji bo hemû mirovahiyê ye.

Rêber Apo di nîşeya hevdîtina dawî de bal kişandibû ser wan talokeyan ku çareserî çênebe wê rû bidin. Wê şerekî çawa çêbibe û komkujiyên çawa çêbibin? Wê bobelatên çawa mezin bi ser ser Tirkiyê de werin? Ev destnîşan kirin. Niha Tayîp Erdogan ê ku Imraliyê bi vî rengî dihêle û dide jiyîn dibêje, ‘’wê Tirkiyê dabeş bikin’’. Rêber Apo gelek caran got: ‘’Heke hûn neyên ser rêya rast, heke hûn hinekî nebin xwedî hişmendiyeke demokratîk û siyaseteke demokratîk, hûn ê ji hev dabeş bibin, hûn ê hilweşin û komkujî bi ser we de werin bibînin. Nebêjin tim em ê bikin û wê ji me re bimîne, rojekê yên ku wê bi serê we de bînin jî wê peyda bibin’’. Belê, wê dabeş bikin lê çima wê dabeş bikin? Siyaseta kê zemîneke wiha ya dabeşkirinê çêkir? Kî ji vê berpis e? Qet behsa van nake. Ji bo vê jî Rêbertî rewş bi zelalî diyar kir. Got: ‘’Bila ti kesek min neke amûra raman û siyaseta xwe’’.  Ew helwest li dijî me jî danî. Got: ‘’Bi rastî jî heke wê çareseriyeke demokratîk, jiyaneke demokratîk  çêbibe, ez amade me ku her cure peywir û rola xwe pêk bînim.’’ Her cure helwesta ku weke ku  lîstik were lîstin ya bi gotina ‘çareserî çêdibe’ red kir û xwest ku her kes cidî be û xwedî helwesteke demokratîk be. Vedixwînê demokratîkbûnê, çareserîbûnê û di serî de jî rêveberên Tirkiyê vedixwîne. Hemû hêzên siyasî yên dinyayê, hemû hêzên têkildarî Kurdistanê û pirsa Kurd vedixwîne. Dibêje û dixwaze ku bibin xwedî helwesteke cidî û rast a demokratîk.

Ji bo tevgerê û gel jî dixwaze ku em li ber xwe bidin, têbikoşin û jiyana azad û demokratîk bi dest ve bînin. Dibêje: ‘’ Heke hûn ê behsa jiyanê bikin tenê wiha dibe, li derveyî vê ti tiştekî divê hûn bi rengê jiyanê qebûl nekin. Ya ku dixwazin bidin we, li we bikin û bi we bidin xwarin bi teqezî ne jiyana azad e. Ji koletiyê jî wêdetir rewşeke derî mirovbûnê ye. Divê hûn qet vê qebûl nekin. Ji bo vê jî divê hûn bîrewer bibin, rêxistinî bibin, vê pergala faşîst û qirker divê hûn hilweşînin û bi gelan re di nav yekîtiya xwîşk û biratiyê de, divê hûn jiyana azad û demokratîk ava bikin.’’ Di nav vê çarçoweyê de, helwesta Rêber Apo banga Jiyana Azad e, , banga Têkoşîna Azadiyê ye, ji bo hemû beşên demokratîk, rewşenberî, hunermend ên Tirkiyê, ji bo hemû gelê Kurd, jin, ciwan, alîgirên demokrasî û azadiyê banga têkoşînê ye ji bo azadî û demokrasiyê û bi dest ve anîna wê û gihaştina jiyaneke rast. Helwesta Rêbertî tê vê maneyê.’’

Rasteqîniya Rêbertî ev e. Divê ev ji hêla her kesî ve were zanîn.  Yên ku bi hesabê, ‘’em dikarin Wî bikişînin hêleke dî, jê sûd werbigirin’ li bendê ne, belesebep li bendê ne, wê vî tiştî nebînin. An wê  li jiyaneke azad, mirovî bigerin û bibînin an jî ji Rêber Apo wê tiştekî dî nebînin.

Birêz Kalkan, di axaftina xwe de we behsa têkoşînê kir. Gerîla jî bi biharî re pratîkeke zêde nîşan dide. Ji hêla leşkerî ve, li gorî salên bihurî gerîla performanseke girîng a leşkerî nîşan dide. Helîkoptêr têne xistin, windahiyên artêşa Tirk berbiçav têne dîtin. Dest li ser mewziyên wan têne danîn, tang têne rûxandin, bi vî rengî şerek heye. Dewleta Tirk propaganda dikir û digot, ‘’Bi biharî re êdî PKK wê nebe’’. Ên ku wiha gotin çûyina ser cenazeyên polîs-leşkeran îro ji xwe re kirine mesaiya sereke. Rewşa ku şerê leşkerî derxistî holê hûn çawa dikarin vekin?

Belê, em di meha Hezîranê de ne. Meha Hezîranê ji bo me ‘Meha Fedaîbûnê’ ye. Bi rastî jî fedaîbûneke kûrbûyî li Kurdistanê bi gerîlayên Kurdistanê re heye. Berxwedaniyên bi lehengî hene. Ez hemû şehîdên vê berxwedaniyê yên li dijî faşîzmê û qikirinê bi vê wesîleyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ez hemû kesên berxwedêr slav dikim. Serketina wan pîroz dikim. Bi taybetî jî çalakiyên gerîla yên ku hesab dipirsin slav dikim. Bi rastî jî li ser navê mirovahiyê, li ser navê azadî û xwîşk û biratiya gelan hesab dipirsin. Ma wê ji bo yî çi yê dî be! Heke niha li vê dinyayê hinekî derfeta nîqaşê û ramanê dikare çêbibe,  ev bi çalakiyên fedaî yên gerîlayan e, yên di xeta berxwedaniyê de ye ku gerîla pê azadiyê, demokrasiyê ferz dike. Heke ev jî nebe weke ku bi rastî jî wê ji kujer, zordar, zilmkar, dîktator û faşîstan re bimîne xuya dike, heke ne ji van çalakiyên hesabpirsînê be weke ku mirovahî, azadî wê were jibîrkirin. Wê Rojhilata Navîn, Mezopotamya û hebûna gelê herî qedîm ê Mezopotamya weke ku wê were jibîrkirin, hebûna gelan wê were jibîrkirin. Kesek wê behsa hebûna Kurdan û azadiya wan neke.

Divê mirov karekterê felsfefîk, îdeolojîk, siyasî, rêxistinî, dîrokî, civakî, demokratîk ên çalakiyên gerîla baş fêhm bike. Her wiha divê mirov karekterê wê yê ronîkir ku rasteqînyan derdixîne holê û taybetmendiyên wê baş bibîne. Rasteqînî bi berxwedana gerîla derdikevin holê. Çalakiyên gerîla zimên vedike, zimanên zalim, ku hema bi xwînê dipeyivin digire. Hevseng û wekheviyekê ava dike. Rastî çiye, şaşî çiye, qencî çiye, kirêtî çiye, xweşikî çiye! Van hemûyan derdixîne holê û pîvanê diyar dike. Pîvana red û qebûlê diyar dike. Gerîla ji hêzeke ku şer dike, bi ser dikeve ya leşkerî wêdetir, beriya her tiştî hêzeke wiha ye heqîqetan derdixîne holê, rastiyê ronî dike. Divê mirov vî karekterê têkoşîna gerîla baş bibîne.

Belê, me berê jî gotibû, bi Hezîranê re geşedan wê reng biguherin. Berxwedana antî-faşîst li her eniyê wê kûrtir bibe. Berxwedana ciwanan, jinan, rewşenbîr, hunermend, kedkaran, gundî û ekolojîstan heye. Herî pir jî ekolojîst li ber xwe didin. Bi rastî jî jî bi vê sedemê ez wan pîroz dikim. Bê rêxistin in, hêza wan nîn e lê ramanên wan xweşik in. Heke zêdetir berxwedêr bin û li encamê asê bibin, ji bo wan jî, ji bo mirovahiyê jî wê encamên mezin bi dest ve bînin. Ez ji dil bi vê bawer im û dizanim ku ev jî bi vê bawer in. Ji ber ku heke bawerî pê neanîbûna têkoşîneke wiha nedidan. Baweriya her kesî heye. Ji bo mala xwe, kuçeya xwe, bajar, dar, çiya û çemên xwe biparêzin mirov li ber xwe didin. Berxwedan jî bi rastî dibe giştî. Çawa ku dîktatoriya faşîst a Erdogan- Bahçelî hewl didin ku êrîşa faşîst a qirker bi giştî bikin, li dijî  vê jî berxwedana hemû beşên civakî jî dibe giştî, bihêz dibe.

Li ser vê xalê, me gotibû her wiha wê çalakiyên ku hesabê bipirsin jî derkevin holê. Gerîla ji faşîzma AKP-MHP’ê helbest wê hesab bipirse. Niha çalakiyên ‘jê zêdetir hesab pirsînê’ li hemû qadan, li Boatan, Zagros, Serhad, Amed, Dersimê dibin. Ji Serhadê ta bi Amanosê, ji Dersimê ta bi Zagrosê, li çar aliyên Bakurê Kurdistanê çalakiyên lehengî yên gerîlayan bûn. Dîmenên çalakiyan hene. Em van dibînin, tang têne rûxandin. Helîkoptêr têne xistin. Zilamê ku dibêje, ‘ez ê feth bikim’ nizane bê ka wê çi feth bike. Dawiya dawî lê hate xistin û çû. Piştî ku lê hate xistin xwest ku bikin leheng lê mirovek dikarîbû derkeve û bibêje, ‘’çi kar û barê vî zilamî li van deran hebû?’’. Çend mirov kuştin, destê wî di xwîna çend Kurên mezlûm, ciwan geriya? Diviya wiha jî lê binerîyana. Lê wiha nekirin. Ji bo ku civaka Tirk bixapînin, xweşbêjiyeke pûç û vala dikin. Niha bi hezaran derewan li hev tînin. Di wê mijarê de biryargeha navendî ya gerîla dem deman daxuyaniyên ku rasteqîniyan derdixin holê didin û hêlên şerê psîkoloîk pûç dikin. Ên ku rast dibin ev dibin. Kêm jî dibin. Divê zêdetir mudaxele were kirin û divê zêdetir bi zelalî werin vegotin. Ji ber ku heqê civakan, gelan, mirovan heye ku rastiyê hîn bibin. Heqê herî mezin ê mirovan ew e ku hînî rastiyan û rasteqîniyan bibin.

Faşîzm, şerê taybet, şerê psîkolojîk mafê agahdarbûna rastiyê ji holê radike. Tirkiye bûye girtîgehek. Ji Dîlokê dest pê kirine heta bi Qersê li ser sînor dîwêr lê dikin û Tayyîp Erdogan pesnê xwe bi vê dide. Hemû dîwarên şermê hatine hilweşandin. Erdogan wê dîwarên xwe bi dîwarên şermê biparêze? Wê li pişt dîwaran xwe veşêre û wiha hebûna xwe bidomîne? Ev nîşan dide bê ka çendî qels e, çawa li ber hilweşînê ye û di rewşeke hetiketî de ye. Ew radibe û pesnê xwe pê dide. Ew qas kesên ku ji xwe re dibêjin em nûçegihan in, televizyon im, li şûna ku bibêjin, ‘ti rewşa te ya ku tu xwe pê bipesinîne nîn e, tu şepirze yî’ radibin pesnê wî didin. Ji ber ku ji wî dixwin û ji wan weye ku kes fêhm nake. Ji bo ku gelek tiştan ji gel veşêrin tam tarî dikin. Berevajî dikin û vedişêrin. Di vê mijarê de pêdivî bi çapemeniya azad heye, bi çapemeniyeke ku xwe daye wê rêyê ku civakê rast agahdar bike. Ez dixwazim bang li derdorên çapemeniyê yên Tirkiyê û dinyayê jî bikim. Hewl nedin ku rastiyên Tirkiyê ji şalavkarên AKP’ê hîn bibin, hemû derewîn in.

Niha hinek lêkolîn dikin, beriya bi 2 salan li Sûrê çi bûye, nizam beriya bi 15 salan li Botanê, li Mêrdînê komkujiyê çawa bûne. Mirov ji van re dikare bibêje, ‘rojbaş’, hûn li kû bûn? Ev rewş nedihate zanîn? Dihate zanîn lê wê demê bûne amûrê AKP’ê yan jî bûne amûrê destilatdariya şer a berdest. Dadmendî heke di dema xwe de be dadmendî ye. Di hiqûqê de hatiye gotin dadmendiya derengketî ne dadmendî ye. Ez baş ji hiqûqê fêhm nakim lê gotinên wiha di hiqûqê de hene. Hiqûqnas dibêjin, a rast û rasteqîn jî ew e. Lê niha wiha tê kirin, divê hin tiştan mirov neke amûrê siyasetê. Siyaset kirine amûrê berjewendiyê lê mirov êşê dikişînin, têne kuştin. Mirovên li Şirnexê, li Sûrê, li Cizîrê ji malên xwe têne kirin. Ti hêla vê ya ku mirov bike siyaset, nîqaş bike nîn e. Li vir heqê herî sereke, heqê jiyanê tê tinekirin. Îmkanên mafê jiyanê têne tinekirin. Ev qirkirin û komkujî ye. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Niha ev nayên dîtin? Tê dîtin, çawa neyê dîtin? Lê ji ber ku li hesabên wan nayê xwe kerr dikin. Dilê wan kengî bixwaze wê demê rastiyê derdixin holê. Ev ne rast e. Ez jî bang li Ewropa, dinyayê û raya giştî dikim; wiha nabe.

Divê mirov her tiştî ji dewletê hêvî neke. Divê civakîbûyin hebe, divê insîyatîvên civakî hebin. Em di demeke wiha de ne ku dive sazî û dezgehên şoreşger zêdetir rêxistinî bibin û fonksiyonel bin. Ser rastiyan digirin. Li hêla dî rêveberiya Tayyîp Erdogan ku zilm, komkujî û qirkirina giran dike. Rastiyan wiha dixwazin veşêrin. Hewl didin ku ser rastiyan bigirin divê ev rastî were dîtin. Komkujiyên herî giran ên dijî mirovî çêbûn divê ev were zanîn. Şehîdgeh bombe kirin. Bombeyên hezar kîlo bi ser hestiyên mirovan de avêtin. Ev dikare bi hiqûq, dadmendî, siyasetê were nirxandin? Heke wiha be êdî her tişt qediyaye. Tiştekî mirovahiyê namîne. Mirov nikare bibe heyîna ji mirovan jî wêdetir. Niha li Kurdistanê ev tişt dibin.

Li hêla dî gelê Kurd, jin, ciwan bi lehengî li ber xwe didin. Gerîla performanseke girîng diyar kir, diyar dike û wê zêdetir diyar bike. Şertên dema têdeyî, hêza teknîkê hîn dibe, fehm dike, perwerde dike û birêxistin dike. Wê têkoşîna zêdetir perwerdebûyî û rêxisinbûyî bide. Ew çend tiştên ku gerîla wê bikin hene. Gerîlatiya xeta modernîteya demokratîk tiştên ku dikare bike hê 30 ji 100’ê wê jî nekiriye. 80 ji 100’î hê xwedî wê zerengiyê ye ku dikare hêza lêxistinê, taktîkê, afirîneriyê û dewlemendiya şêwazê pêk bîne. Bila her kes wiha bi gerîlayê Kurd zanibe. Ji bo vê jî bila her kes baweriya xwe ya bi gerîla û desteka xwe bidomîne. Ciwan divê zêdetir tevlî nav gerîla bibin. Ji ber ku têkoşîna esasî ya ku wê hesab bipirse, encamê bistîne têkoşîna gerîla ye. Divê em têkoşîneke hesabê dipirse bidin. Bila her kes baş bizanibe ku gelê Kurd bi dehan salan dikare li ber xwe bide. Em behsa civakeke wiha dikin ku bi sedan salan ji bo ku hebin û azad bibin li ber xwe daye. Gerîlayê Kurdistanê xwedî wê enerjî, îdîa û biryardariyê ye ku dikare bi dehan caran hesab bipirse. Hêza berbelavbûnê û zerengiya wê heye. Vê dike û wê zêdetir bike.

Pêvajo bi rastî jî pêvajoya geşkirina berxwedana dijfaşîst û hilweşandina wê ye. Ev faşîzm hem Tirkiyê û hem Rojhilata Navîn genî dike. Di zûtirîn demê de divê mirov xwe ji vê xilas bike. Li kirinên faşîzma AKP-MHP’ê ya bi DAIŞ’ê re hevpar binerin, rasteqînî û rizîbûneke ku ji dîroka xwe dûr ketî li Rojhilata Navîn pêk anîne. Ji bo vejînê û zindîbûnê teqez divê ev nexweşî were tinekirin û ji holê were rakirin û ev pêkan e. Civak heke têbikoşin dikarin bi ser bikevin. Rêveberên dewleta Tirk ev 40 sal in temenekî li PKK’ê dikin. Salan dibêjin û teqwîmê diyar dikin. Dibêjin, ‘me tine kir, em tine dikin, me ev qas kuştin’’. Encam li holê ye. Ji gotina ‘an wê biqede an wê biqede’ hatin ‘em diqedînin, wê biqede’. Lê bi ser neketin. Lê hatine rewşa serjêkerên kirêkirî. Suleyman Soylu ne Wezîr mezîr e. Serjêkerê kirêkirî ye. Mirov şerm dike ku mirov bi van re ji heman celebî ye. Ev ên wiha çawa li vê dinyayê, hem jî li ber serê me şîn hatin? Mirov ev qasî jirêzê, ev çend zalim dibe?

Lê tiştekî ku nekirin, kêm hiştin nîn e. Divê mirov nebêje ku van gotin û nekirin. Çi tişta ku ji dest wan hat kirin. Dijî mirovahiyê her tişt kirin. Ev qas e, jê wêdetir tiştekî ku bikin nîn e. Xwedêgiravî me yê Adar nedîtiba, me yê Nîsan nedîtiba. Kesî wê behsa PKK’ê nekira. PKK wê bihata jibîrkirin. Lê PKK di dema xwe ya herî xurt û qudret de ye. Bûye pêşengê Rojhilata Navîn, pêşengiya mirovê azad dike. Ramanên Rêber Apo li her deverê ji hêla ciwan, jin û kedkaran ve tê xwendin. Ji hêla tevgerên sosyalîs û demokratîk ve tê xwendin. Rêber Apo her ku diçe ji hêla dinyayê ve baştir tê naskirin. PKK’ê û gelê Kurd bêhtir nas dikin. Kurdîtî bi rasteqîniya ku mirovahiya azad diparêzin ji hêla hemû gelên çewisandî, jin û ciwanan ve têne nasîn.

Niha em ji çar eniyan ve têdikoşin. Gerîla hatiye asteke wiha, ku berê di eniyekê de, herî pir di du eniyan de dikarîbû şer bike. Niha li sê-çar eniyan bi lehengî şer dike. Li dijî hêzên ku ti kesek nikarîbû şer bike Gerîlayên Kurdistanê şer dikin. Şerê li dijî DAIŞ’ê ispata vê ye. Hê jî li dijî DAIŞ’ê ya ku hilweşiyayî, dema ku hinekî li ber xwe dide her kes jê direve. Ji bo rawestandina DAIŞ’ê ciwanên Kurdistanê li ber xwe dan. Gerîla, ciwan û jinên Kurd lehengî nîşan dan. Têkoşînên wiha çêbûn ku faşîzma AKP-MHP’ê anîne vê astê, li Tirkiyê sîstema faşîst, qirker şikandin û anîn asta siyasetê biguherînin, ev bi têkoşîna di xeta lehengiyê çêbûn.

Gotinên wan propagandayên rojana ne. Wiha bi agahiyên şaş dixwazin civakê hêvîdar bikin û ser rastiya xwe nixumînin û nehêlin ku civak rastiyê bibîne û li dij derkeve. Hemû bi armanc in. Şerê psîkolojîk e û ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîn e. Jixwe diyar bû jî ku ne wiha ye. Duh çi bi serê wan hatibe ku digotin em ê ‘’PKK’ê tine bikin, têkoşîna Kurd bi qedînin’ wê wiha bi serê yên niha jî were ku heman gotinê dibêjin. Ên ku di vê de israr dikin, zû dereng wê bikevine rewşa yên beriya xwe de. Niha kes nema behsa wan ên berê dike ku wan jî heman tişt digotin. Lê gelê Kurd, Tevgera Azadiyê dibe hêviyeke ku li dinyayê berbelav dibe, dibe tevgera mirovahiyê û biratiyê, mezin dibe û tê naskirin.

Heftiya bihurî li Tirkiyê geşedanên girîng çêbû. Wekîlê CHP’ê Enîs Berberoglu hate girtin. Beriya niha di mijara têkoşîna hevpar de a li dijî AKP-MHP’ê we gotibû ‘bêdeng nemîne, wê dor bigihije te’ jî û hişyarî dabû. Niha weke ku dor gihaştibe CHP’ê. Li dijî vê CHP’ê meşek da destpêkirin. Ev meş dikare bibe rêbazeke rast a têkoşînê? Têkildarî vê helwesta nû ya polîtîk a CHP’ê hûn ê çi bibêjin?

Rastiya gotina ‘bêdeng nemîne, wê dor bigihije te’ di şoreşên dinyayê de weke dersekê diyar bûye. Berxwedana li dijî faşîzmê bi vî rengî hatiye jiyîn, tecrûbeyeke wiha bûye xwemalî mirovahiyê. Em jî divê sûd ji vê werbigirin. Faşîzm bi berxwedanê tê têkbirin, hilweşandin. Mirov serê xwe ji faşîzmê re natewîne. Mirov ji faşîzmê tiştekî hêvî nake. Mirov tiştekî ji wê naxwaze. Navê wê li ser e , faşîzm e, tevgera tinekirina mirovahiyê ye. Pergala komkujiyê û zilmê ye. Li dijî faşîzmê mirov têkoşîna rizgariyê dide û mirov jê xilas dibe. Me ev ji tecrûbeya hevpar a gelên dinyayê wergirt. Li Tirkiyê jî hin hewl didin ku vê fêhm bikin. Tevgereke wiha çêbû. Ev tevger her ku diçe geştir dibe. Lê ev piştî tecrûbeyên bi êş çêdibin. Mixabin li şûna ku mirov ji jiyana civakên din ders werbigire, heman rewşê nejî, mirov di bin heman zilmê de nejî, dubarebûna vê ne rewşeke baş e. Niha di rewşa berdest de bi giştî dubarebûnek heye. Tiştên ku bi serê gelên din hatiye dubare dibe.

CHP bi vê helwesta xwe di rewşeke pir taloke de ye. Divê bi rengekî zelal veke bê ka ew çiye. Wê  bibe çi û dixwaze bibe çi divê bi zelalî diyar bike. Tiştên ku CHP dike aşê faşîzmê digerîne. Ev 15 sal in aşê AKP’ê digerîne. Ev 15 sal in yê ku AKP li ser desthilatdariyê hişt ne Erdogan lê rêveberên CHP’ê bûn. Divê ev baş were fêhmkirin. Divê ev rewş bi rexnedayinê were rastkirin. Ez amade me ispat bikim ku rewş wiha ye. Em li 15 salan binerin. Em ê vê rastiyê bibînin. Niha hay jê çêbûne dimeşin. Lê bi kê re? Li dijî faşîzmê du rewş hene: Yek; mirov li ber xwe dide û du; mirov dibe yek. Gotineke eniya dij-faşîst û tifaq heye. Li dijî faşîzma Hîtler wiha têkoşîn hate dayin. Faşîzm wiha têk çû. Li dinyayê yên ku dijberî hev jî bûn li dijî faşîzmê hatin cem hev. CHP wiha dike? Na. Li dor xwe komek çêkiriye, yên li derveyî xwe diqewirîne, parçe dike, dabeş dike. Hêzên ku wê yekîtiya antî-faşîst, eniya dij faşîst pêk bînin parçe dike. Kî ji vê sûd werdigire? Têkoşîna dijî faşîzmê jê sûd wernagire. Ev helwest aşê faşîzmê digerîne, dibe nivişka ser nanê faşîzmê. Beriya her tiştî divê ji vir mirov bi rê bikeve.

CHP hêzeke girîng e. Zemîna wê li gelek deveran têdikoşe. Bi hêzên şoreşger, sosyalîst, welatparêz re bi hevparî tevdigerin. Bi dest hev girtine. Girseyeke wê ya pir milîtan û wêrek heye. Lê polîtikaya ku partiya berdest dike şaş e. Mînak divê mirov vê pirsê ji rêveberiya CHP’ê bipirse: ‘’Desthilatdariya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî faşîst e yan ne?’’ Pêşî divê pênase baş were kirin. Li Tirkiyê çi heye? Desthilatdariyeke çawa heye? 20’ê Tîrmehê, darbeya Rewşa Awarte çi anî? Li vir şîlotiyek heye. Heke dibêjin ‘faşîzm heye’ wê demê polîtîkaya ku rêveberiya heyî dike şaş e. CHP dibêje, ‘bila her kes were, tevlî min bibe, bibe dûvelinga min’’. Kes wiha nake. Naxwe CHP jî wê bibe parçeyek. Bi vî rengî ti caran wê nikaribin rêveberiyê jî bi dest ve bînin û nikaribin bibin desthilatdar jî. CHP’yî bila vê bibînin, bila vî hesabî bipirsin. CHP bi kê re tifaqê dike? Bi çend hêzên nêzî xwe re hevkariyê dike û hemû hêzên dî li derve dihêle. Bi sendîkayan re, bi tevgerên jin û ciwanan re têkiliya wan çawa ye? Beriya her tiştî li pêşberî berxwedaniya Kurd a ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê ev çend şer kiriye, li dijî qikririnê rûmeta mirovahiyê parastiye rewşa wê çiye?

Em li dijî faşîzmê şer dikin. Ên ku li dijî faşîzmê şer kirin, ji hêla sosyalîst, şoreşger, demokratên sosyal ve leheng hatine ragihandin. Em vê jî li hêlekê bihêlin. Ev qas gelê Kurd heye. Komele, saziyên demokratîk, saziyên siyasî hene. HDP, HDK heye. Partî, tevgera siyasî ya demokratîk heye ku 13 ji 100’î deng standiye, ev qas wekîl kirine meclîsê, 100 şaredarî bi dest ve anîne. CHP bi vê re tifaqê nake. Bi wan re nabe yek. Li şûna vê rê vekir ku wan bixin girtîgehê. Destlênedana wekîlan kê rakir? Wê demê min yê derdora xwe re gotibû;’’Hêvî dikim ku pêşî Kemal Kiliçdaroglu bi xwe bixin girtîgehê’’. Heke gel, şoreşger, demokrat bi berxwedanê vê faşîzmê hilneweşînin roj wê were û wê Kemal Kiliçdaroglu bi xwe têxe girtîgehê,Tayyîp Erdogan. Qet bi ber we nakeve, ez vê bi zelalî dibêjim. Niha wekîlê wan jî xistin girtîgehê, wê yên dî jî têxiyê. Biya min diviya wekîl berê li vê fikirîbûna û têkoşîneke karîger bidana. Wê demê me ji hêzên nav CHP’ê re û ji wekîlan re gotibû, ‘ev ê li we jî bixîne’. Lê niha rewş hatiye vir.

Divê zemîna CHP’ê were bîrewerkirin. Çend gotinên xweş dibêjin divê kes bi vê nexape. Encama van gotinan û kirina çiye? Encam diçe kû, ji kê re xizmetê dike, divê ev were dîtin. Aşê kê digerîne. Bi mîtîng û meşekê faşîzm têk naçe. Bila kesek kesî nexapîne. Kiliçdaroglu çû Yenîkapiyê, axivî, bû hevkarê faşîzmê. Ev tenê bi têkilî û tifaqê dibe. Heke mirov li hev bikin û têkoşîna hevpar bidin ev ê pêk were. Hêvî dikim li dijî faşîzmê têkoşîna karîger bidin. Lê belesebep ne hewce ye ku mirov hêvîdar bibe, bikeve nav bendewarî û xeyalan, ji ber ku piştre hêvîşikestî dibin. Ji ber ku ev kar wiha nabe. Li dijî faşîzmê tifaqa dij-faşîzmê hewce ye, yekîtî lazim e, enî lazim e. Ev jî heye yan na? Ê ku neyê vê rastiyê, meyla yekîtiyeke wiha û têkoşînê nîşan nedin, kî dibin bila bibin neçar in ku li pêş faşîzmê bieciqin û têk biçin.

Di polîtîkaya derve de serê Tirkiyê di têkiliyên Rojhilata Navîn de ketiye belayê. Bi taybetî piştî krîza Qatarê ev rewş bêhtir hate xuyakirin. Welatên Kendavê li dijî Qatarê çûne lêferzkirinan. Tirkiye bi carekê re bi hawara Qatarê ve çû, yasaya ku ji bo leşkeran bişîne li meclîsê erê kir. Divê mirov têkiliyên Qatar-Tirkiyê çawa fêhm bike?

Welatên Ereb çima lêferzkirin li ser Qatarê danîn?

Sê sedem têne nîşandan; li Misrê destek da Îxvaniyan, li Filîstînê destek da Hamasê û li Sûriyê jî destek da DAIŞ’ê. Ya dî jî tê sûcdarkirin ku destek daye terorê.
AKP, Tayyîp Erdogan çima lê xwedî derdikeve? Çi dibêje yanî, dibêje ne wiha ye? An jî dibêje, normal e ku wiha be? A rast li gorî Erdogan ev ne sûc e, ji bo wê min pirsî. Helbet wê xwedî lê derbikeve. Heke ev sûc bin, tiştên ku weke sûc têne nîşankirin, rêgezên Tayyîp Erdogan in, rastiyên wî ne û ew van diparêze. Ez bawer nakim bi Hamasê re rewş wiha be. Hamas hate Tirkiyê jî û ma. Piştî hin peymanan ji Tirkiyê hatin derxistin. Li wir jî diman. Rewşeke wiha nebû. Têkiliya xwe bi Îxvanê re çiye we jî nizanim. Lê me ev dizanî; Siûd, Qatar û AKP bi tifaqekê li pişt DAIŞ’ê ne. Hinan perwerde dikirin, hinan ji hêla darayî ve fînanse dikir û hinan jî diparastin û nûçeya wê dikirin. Ji bo vê jî Qatar bi taybetî jî ji hêla fînansamana darayî ve xuya dikir, derdikete pêş. Tirkiye jî birêxistinî dikir û bi rê ve dibir.

Niha krîz derkete holê. Serokê DYA’yê Trûmp bi zelalî diyar kir ku krîz wî derxistiye. Trûmp ev rewş wiha vegot: ‘’Min got teror tê fînansekirin, li wan deran hin hene. Dewletên wan deran gotin, Qatar vê dike, sûcdar derketin holê. Wê demê gotin wê helwest were nîşandan û her kesî bi hev re helwest nîşan da’’. Niha piştî ku li dijî Îranê têkoşîn derkete pêş, Siûdî weke ku ji vê eniyê hinekî dûr ket. Bi Emerîkayê re têkilî danî. Erdogan jî got heke hûn ê li dijî Îranê şer bikin ez bi we re bim. Çû bi Emrîkayê re rûnişt, Emrîka hesabê wî nekir. Ev polîtîkaya Erdogan pûç bû. Emerîka Siûdî qebûl kir. Tişta ku Siûdî kir Erdogan jî xwest bike lê bi ser neket. Ji ber ku, qey tiştên ku kirin, sûcdariya wan pir girantir e. Li paş Qatar û Tirkiye mabûn. Jixwe rexne li Tirkiyê kirin. Qatar dane pêş, berk u rastiya wan zêdetir derdiket pêş. Ji ber ku dema bi Qatarê dest pê kirin Erdogan bi carekê re anî ser xwe. Ji ber ku dizane ku tişta ji Qatarê re tê gotin ji wî re tê gotin. Bi Qatarê re kirin, ango hevkarê hev ên sûc in. Ev rewşeke zelal e. Lê wê çi qasî bi ser vê de biçin em bi vê nizanin.

DAIŞ bi carekê re dernekete holê. Hinan ew derxistin. Jixwe ev dihate zanîn. Bi rastî jî bi ser wan de yên ku destek dane DAIŞ’ê diçin? Wê biçin? Bi ser Mûsil û Reqayê de diçin. DAIŞ li ber têkçûnê ye. Qet nebe yên ku heta niha destek dane DAIŞ’ê, yên sûcdar bila werin diyarkirin. Li hêla dî jî, bi rastî jî niha alîgir in ku DAIŞ were têkbirin? Ez wiha nabînim. Hin derdora ji ber ku DAIŞ wê têk biçe ketine nav tirsekê. Wê DAIŞ’ê ji tinebûnê çawa xilas bikin ketine nav vê lêgerînê. Ji ber ku gelek hêz hene ku bi hêzên provakasyonê yên weke DAIŞ’ê, li gor dilê xwe li kûderê bixwazin siyasetê dikin. Dixwazin wê bi dest bixin, bi vê wateyê gelek polîtîka hene di nav vê de.

Lê ev balkêş e, tê gotin Qatar hem destek daye DAIŞ’ê û hem jî Heşdî Şebî. Destek daye gelek rêxistinan, destek dane rêxistinên ku yên din jê re rêxistinên terorê dibêjin. Me wiha pê dizanî; Sidû, Qatar, Tİrkiye, DAIŞ ji hêla mezhebî ve nêzî hev in. Niha heke desteke ji bo Heşdî Şebî jî hebe ev tespît ji holê radibe. Naxwe ev Qatar bi rastî jî kî ye, iye, çi kiriye heta niha? Divê ji nû ve lêkolîna van were kirin.

Niha yên ku dibêjin ew bi Qatarê re hatine pêşberî hev, duh bi Qatarê re dost bûn, bi hev re bûn. Bi kîjan sedemê desteka darayî dane, bila derkeve holê em bibînin. Ev rewşên cidî ne. Tişta ku li herêmê tê jiyîn rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Têkildarî berbelavbûna şer a li herêmê û kûrbûna wê, di ser Qatarêr e rastiya Tirkiyê û Îranê derkete holê. Tirkiye û Îran li Rojhilata Navîn hêzên ku statûkoya netew-dewletê li ser piyan dihêlin. Bêyî guherîna van li Rojhilata Navîn guherîn veguherîn nabe. Qatar kevirê hîmî bûye, piştî ku ev diyar bû mudaxele lê bû. Hêla vê ya Îranê jî heye. Berfirehiya wê baş nizanim lê hêla vê ya Tirkiyê jî heye. Lê wek ku ya ku tê kirin lêpirsîna darayî ye. Lê divê ev neyê fêhmkirin; dema ku DYA di ser Qatarê re pêvajoya lêpirsîna darayî kir Tirkiye derkete holê û mudahele kir. Di cih de YE rabû dest pê bi lêpirsînê kir bê ka 2,5 milyar Euroyê ku dane Tirkiyê, li kûderê hatine bikaranîn. Ewropayê jî ji bo Tirkiyê lêpirsîna darayî kir.

Niha Qatar ji hêla DYA û Rojhialta Navîn ve hatiye pêçandin. Tirkiye jî ketiye çiqûberê. Li hêlekê de rasterast parçeyek ji mudaxeleya Qatarê ye û ji hêla dî ve jî Ewropayê jî heman mudaxele lê kir. Ango Ewropa guman dike ku pereyên ku dane Tirkiyê ji rêxistinên terorê re çûne, dana DAIŞ’ê û niha dixwaze vê derxîne holê. Ev helbet ji bo rêveberiya Tayyîp Erdogan rewşeke pir giran e. Ji ber ku ji ser ta piyan qirêjî ye. Beriya bi 15 salan bi gotina ez ê li dijî gendeliyê têbikoşim hate ser kar û ev çend di nav gendeliyê de fetisî, ev rewşeke kêmpeyda ye. Lê ketin vê rewşê, niha bi vê rewşê ne. Hê doza Riza Zarrab heye. Weke ku di pey re wê vê bikin rojevê.

Dawiya faşîzma Tayyîp Erdogan tê, dikarim vê bibêjim. Bi teqezî li gel têkoşînên hundir ev jî hene. Jixwe gel, hêzên demokratîk, jin û ciwan têdikoşin, wê hilweşînin. Lê her wiha ji der ve jî hatiye pêçan. Wê hesabên kirinên wî jê bipirsin. Xwe biaqil hesiband, ji her kesî pere stand, weke dilê xwe bi kar anî, xwar vexwar, da rêxistiniya çete. Niha helbest her kes wê hesabê tişta ku dayî bipirse. Wê bibêjin te ji min stand, te çi pê kir? Divê Tayyîp Erdogan jî hesab bide. Ji vê hêlê ve wê tengezar bibe. Bi qutebirî; dawiya dîktatoriya Erdogan-Bahçelî tê. 16’ê Nîsanê, piştî referandûmê sîstemek hate avakirin. Ya ku piştî referandûmê wê rû bide, wê hilweşîna vê dîktatoriyê, vê faşîzmê be, ne bi sazîbûna vê. Divê her kes bi vê bizanibe û li gorî vê jî têkoşîneke karîger bide.

Geşedanên li herêmê hevdemî dibin. Di demeke wiha de ku krîza Qatarê rû da û Tirkiyê hate asêkirin operasyona Reqayê ber bi dawiyê ve diçe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ketin navenda bajêr. Her wiha li deverên weke Bab, Idlîbê çeteyên bi ser Tirkiyê ve di nav xwe de şerê hev dikin. Ev hemû dikarin weke feşkilîna DAIŞ’ê were xwendin? Mirov têkiliyeke çawa dikare di nav geşedanên herêmê û operasyona Reqayê de deyne?

Em vê bibînin; Hêzên Sûriyeya Demokratîk gotin em pêngava dawî, pêngava rizgarkirina Reqayê di didin destpêkirin û di roja pêşî de jî serketina xwe nîşan dan. Bi dehan mîrekên wan hatine girtin, teslîm bûn. Nûçeyên wiha hene ku dibêjin ev qas çete hatin kuştin, ev qas gundên derdorê hatine bi dest xistin. Ev rabûneke mezin bû. Bandora vê ya li derdorê pir zêde bû. Bandor li her kesî kir. Piştre tevgera Heşî Şebî çêbû. Biya min bi vê re têkildar bû. Îran di cih de mudahele kir. DYA jî ku bi rengê koalîsyonê di nav de ye, li Urdunê û ji deverên din bandor kirin. Qewetên Esad xistin tevgerê. Krîza Qatarê jî, bûyerên Tahranê jî, bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê, paytexta DAIŞ’ê re têkiliya xwe heye. Ev bûyer hemû ne yek in lê bi hev re têkildar in.

Operasyona rizgarkirina Reqayê ji niha ve bandora xwe kir. Dixwazim vê bibêjim. Bi ser de em bibînin ku DAIŞ li paytexta xwe şikiyaye, hatie eciqandin, ji Reqayê hatiye derxistin. Helbet hevseng wê li bin guhê hev bikevin. Wê pir biguhere. Serfiraziya Reqayê tenê li Sûriyê na, li Iraqê û hemû herêmê hevsengên siyasî-leşkerî pir mezin biguherîne. Wê têkilî û tifaqên nû, şerê nû diyar bibin. Ji bûyerên Tehranê heta bi Reqayê ev hemû bi hev re têkildar in. Ango nîşan dide bê ka wê çi bibe. Hê bayê destpêkê bû sedema van bûyeran. Encama wê, wê pir zêdetir be.

Bi feşkilîna DAIŞ’ê re wê  têkilî û tifaqên nû diyar bibin. Lê li ser zemîna diyarbûna hin rasteqîniyan ev ê pêk were. Ev DAIŞ çi bû, kî bû, kê derxiste holê, kî, heta bi kûderê di nav de bû, destek danê? Li pey kî hebûn? Ya girîngtir çima êrîş bi ser Kurdan de birin? Kê ew bi ser me de şand? Em gelê Kurd û hêzên azadiyê wiha bêyî xwestina me,  di demeke wiha de ku em amade bûn, ji neçarî me rahişt vê îhaleyê. Çima 3’yê Tebaxa 2014’an ji bo qira Êzîdiyan bînin ketin Şengalê? Kê ev da kirin? Bi rastî jî DAIŞ’ê  bi xwe kir? Belê bi DAIŞ’ê re nîjatperestiya şowen heye, dijminatiya li Kurdan heye. Lê di rewşeke wiha de ku hê nû derketibû holê çima berê xwe da qirkirina Kurdan? Li gel ku li wir gerîlên Kurd, HPG, YJA-STARê pêşî lê girt û fersenda qirkirinê bi dest ve neanî jî, çima berê xwe da Kobanê? Kê di 15’ê Îlona 2014’an de berê DAIŞ’ê da Kobanê? Ev ê diyar bibin. Bila operasyona Reqayê bi pêş ve biçe, DAIŞ zêdetir bifeşkile gelek rastî wê derkevin holê. Yê ku feşkilî wê ne tenê DAIŞ be. Ev şerê çeteyan yê li Sûriyê hemû wê bifeşkile. Ev çete çi bûn, kî bûn, ji kû derketin, kî li pey wan bû? Yê feşkilî wê DAIŞ, faşîzma AKP-MHP’ê be. Yê feşkilî wê xeta Tayyîp Erdogan û siyaseta wî be. Wê derkeve holê bê ka ev siyaseta çendî qirêjî û komkuj e.

AKP’ê berê xwe dabû wan kesên ku dixwestin desteka li çeteyan derxînin holê û hewl dabû ku rastiyan veşêre.

Nûçegihan, Can Dundar ew qewirandin. Ji ber ku gotin tirên MÎT’ê ji mal û milkên xwe, ji welatên xwe hatin qewirandin. Lê Can Dundar fîlmê Mustafa Kemal çêkiribû. Vî kesî fîlmê kesê ku jê re tê gotin damezirînerê TC’ê ye çêkiribû. Di nav civaka Tirk de ew qasî dihate naskirin. Lê gotin, ‘’Te ji xwe re lê, te çima got tirên MÎT’ê’ û ji welata xwe hate qewirandin, xistin zindanê, dan revandin. Niha ev rastî wê derkevin holê. Wê derkeve holê bê ka sûcdarê esasî kî ye, li pey wan kî heye û ji bo Erdogan êdî têkçûna dest pê dike. Divê her kes vê bibîne. Yên ku hê jî ji Erdogan hêvî dikin belesebep hêvî dikin. Ew êdî ji bo her kesî weqayeke bêhêvî ye. Heke tifaqekeke alternatîf a xwedî bernameyeke ku wê Tirkiyeye nû ava bikin derkeve holê û bi hev re têkoşîna antîfaşîst bidomînin, temenê dîktatoriya Erdogan-Bahçelî bi heftiyan e. Bi carekê re dikare bifeşkile. Rewşa wan wiha ye, lê qelsiya esasî ji qelsiya têkoşînê tê.

Di vê pêvajoya şer a Rojhilata Navîn de Kurdistan di pozîsyona navendî de ye. Lê li Kurdistanê partiyên wiha hene ku siyasetên cihê dikin. Mînak PDK li Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi meyla ku van krîzan bike fersend referandûm kire rojevê. Got ew ê biçe referandûma serxwebûnê. Lê ev ne bi biryara parlamentoyê bû. Li gorî we, di pêvajoyeke wiha de helwesta ku ji bo Kurdan were nîşandan ev e? Kurd fersenda ku rewşê bi xwe re anî divê wiha binirxînin? Tevgera we Kongreya Netewî tercîh dike. Ev ê bibe rêbaza rast? Li ser nîqaşa referandûmê hûn dikarin çi bibêjin?

PDK bi serê xwe nikare rojeva Kurdan çêbike. Rewşa Başûrê Kurdistanê jî bi serê xwe nikare rojeva Kurdan diyar bike. Divê ji vê jî mirov xwe dûr bike û dev ji vê biqere. Dîrok hatiye diyarkirin lê wê bibe yan na ne diyar e. Heke were gotin, hûn veqetiyan, hûn dewleteke cihê ne, werin li gorî rêveberiya dewletî sîstemekê ava bikin, PDK wê vê qebûl bike? Ez ji vê ne bawer im. Bi ya min wê qebûl neke û red bike. Ji ber ku di rewşe berdest de ji tiştekî wiha re ne hazir e. Propagandayeke wiha tê kirin, ango referandûm li dijî hin hêzan weke propagandayekê tê kirin. Gelo hin hêzan xwestin gefê li Tirkiyê û Îranê bixwin û ev bi rêveberiya PDK’ê dane gotin?

Dibe ku Israîl be?

Hin hene û vê didine kirin. Rêveberiya PDK’ê jî qaşo li dijî me vê dike. PKK’ê berê paradîgmaya dewletî pir bi xurtî diparast. A rast li Kurdistanê diyardeya dewletê PKK’ê anî. PDK’ê wê demê di bernameya xwe de nikarîbû dewletê binivîsîne. Nikarîbû bi gotinê jî bibêje, qels bû. Me demên wiha pir dîtin. Lê PKK’ê ev bi xurtî kir. Di civakê de hişmendiyeke wiha çêbû, xurt bû. Niha wiha difikirin; ‘’PKK’ê wiha got, ji bo vê jî xurt bû. Heke em jî wiha bibêjin, hêza ku PKK’ê bi dest xistî em ê jî bi dest bixin, em ê bi vê jî PKK’ê qels bikin.’’ Ev nêzîkatiyeke pûç û vala ye, tiştekî bi dest mirov ve nayîne. Şaş nêzîk dibin. Bi vê, li ber civakê dixwazin zorê li me bikin û me qels bikin Lê ne wiha ye. Belê, PKK berê hin ramanên cuda diparast û niha jî diparêze. Lê PKK tenê bi gotinên xwe desteka civakê nastîne, bi rengê gotina xwe, bi xwedîderketina li gotinên xwe û bi rastbûna xwe desteka civakê da pey xwe. Ji bo vê jî PDK’yî dixapin. Dibêjin  û ji wan weye ku her kes wê bide pey wan, ji PKK’ê veqetin. Me PKK tengazer kir! Ne wiha ye.

Rêber Apo jî parastin nivîsî. A rast ew bû. Got, ‘’Gel ne got ka çi dibêjin, nerî bê ka çawa dijîn û wiha ji PKK’ê bawer kir’’. Di PKK’ê de gotin û şêwaza gotinê, bawerîkirina bi gotina ku dibêje û şêwaza kirina vê esas e. Niha jî PKK tiştên pir xweş dibêje. Hişmendiya xwe ya berê ya şaş û ne têrkar bi rexneyê rast kir. Bêhtir bi civakê re bi aheng bû. Xwe bêhtir kire civakparêz. Gotin û kirinên wê niha bêhtir li hev in. Ji bo vê jî PKK ji vê hêlê ve di dema xwe ya herî xurt de ye. Di demeke wiha de ye ku bêhtir xwe bi civakê dide bawerkirin. Hêza xwe ji wir distîne. Bi gotinên wiha ne pêkan e ku PKK were qelskirin û bi paş ve xistin. Ji ber ku tiştekî wiha nîn e.

Referandûm hê zelal nebûye. Û biryar ne parlamentoyê standiye. Ka bile berbiçav bibe wê demê em ê fikra xwe ava bikin. Lê dixwazim vê bibêjim, ji hêla civakê ve, dewletbûyin nabe bûyina her tiştî. Arîşeya netewî ne arîşeya dewletî ye. Arîşeya netewî, wek navê wê jî diyar e, arîşeya bûneweriya civakî û arîşeya xwerêveberinê ye. Rêveberî ne dewlet e. Hêzên serwer ên mêtinger ji bo gelan bixapînin ev li hev anîne. Rêveberî xwe bi xwe rêveberina civakê ye. Kurdan berê bi rengê eşîrî û qebîleyan xwe bi rê ve dibirin. Mînak ev ne dewlet bû. Lê bi civakî xwedî xwerêveberiyê bûn. Îro jî heye, rêveberî ew e.

Dewlet amûra zext û mêtingeriyê ye. Kesek nikare wiha bi rengekî dî pênase bike. Jixwe her kes jî pênaseya wê wiha dike. Hemû pirtûk jî wiha dinivîsin. Ji bo vê jî ya girîng ne dewlet e, ya girîng ew e ku civak xwe rêxistinî bike û xwe bi rê ve bibe. A girîng ew e ku bi rengekî azad û serbixwe divê mirov xwe bi rê ve bibe. Vê rêveberiya Kurdistana azad û serbixwe PKK parastina wê dike. PKK ji azadî û serxwebûnê wêdetir ti tiştekî dî neparastiye. Ti têkiliya dewletan bi azadiyê re nîn e. Amûra zext û mêtinê ye. PKK xwe ji vê rizgar kir. Rêgezên rêveberiya azad û demokratbûnê derxiste holê. Vê diparêze.

Tevgera serxwebûna Kurdistanê PKK ye. Serxwebûna şîar û rêgaza PKK’ê ye. Azadî û Serxwebûn bi PKK’ê çêbû û bi pêş ve diçe. PDK berê çi diparast? Bila bernamaeyên xwe vebêjin. Lê di vir de şaşîtiyek heye. Arîşeya netewî jî bi dewleteke azad û serbixwe tê fêhmkirin lê me dît; dewleteke serbixwe nîn e. Hemû dewlet bi hev ve girêdayî ne, hem jî bi têkiliyên zextê û mêtingeriyê, bi koledarî bi hev ve ne. Dewlet nikarin serbixwe bibin. Civak serbixwe dibin. Di hişmendiyê de mirov dikare serbixwe bibe. Serxwebûn bi raman, îdeolojî û bi rêgezê dibe. Ev sîsika PKK’ê ye, karekterê Rêber Apo ye. Ji bo vê jî pêrabûnên şaş in. Civak bila vê rastiyê bizanibe.

Weke ku hûn pê dizanin em di meha Remezanê de ne û beşê misilman ê civakê rîtuelên xwe bi cih tîne. Her wiha li navenda Amedê, li Sûrê berxwedan heye. Sifreyên rûzemînê têne danîn. A rast nirxên demokratîk ên Îslamê bûne hêmanên berxwedanê. Hem ji bo sifreyên ku li Sûrê hatine danîn, hem ji bo berxwedana Sûrê û ji bo Remezanê hûn dixwazin çi bibêjin?

Di Remazanê de Misilman rojî digirin, ez hêvî dikim ku qebûl bibe. Civaka Misilman bi xwedayineke jidil, di nav dijwariyan de rojî digire. Xwedê wê qebûl bike, bi vê bawer im. Her wiha cejn tê, cejna wan ji niha ve pîroz dikim. Rojî û cejn di nav bûneweriya civakî ve taybetmendiyên girîng in. Bi carekê re dernetine holê. Civak bi jiyanê ev nirx derxistine holê. Rojî ji bo nefsê têkoşîneke herî girîng e. Tê maneya ku mirov ên li derveyî xwe fêhm bike, nas bike, bi rewşa hejaran, birçiyan zanibe û ji bo vê jî tê maneya parvekirinê. Di cejnê de jî jixwe par ve dikin. Di encama vê de xwarin, vexwarina hevpar kelecaniyê dide, mirovan tîne cem hev. Ya rast ev e.

Niha vê di nav têkoşîna dijî faşîzmê de bi renge hevgirtinekê bi pêş ve dibe civaka me. Ji bo vê jî van hewldanên afirîner watedar dibînim. Divê zêdetir were pêşxistin. Diviya di her qade de pêk bihate ne tenê li Sûrê. Ev îbadetên ku bûye xwemalî jiyana civakê û ji gewhera jiyana civakî derketiye holê, divê hêlên wan ên xwîşk û birabûnê werin geşkirin. Divê wiha kesek van red neke. Lê divê nêzîkatiyeke bê mane kirin jî nebe. Divê bi rastî jî em bigihin wateya wê.

Niha sifreya li Sûrê çima girîng e? Ji ber ku aliyê dî hildiweşîne. Ew sifre dibe sembol û nîşaneya hevparbûnê ya bûnewerî û parvekirina mirovan a li dijî hilweşîne. Ew jî dibêjie, ‘ez misilman im’ û hildiweşîne, rojî jî digire. Ev nayê fêhmkirin. Ango hemû milk jê re bûye mal. Bi dilê xwe dixwe û bi kar tîne. Nizane yê dî di çi rewşê de ye. Naxwe rast nêz nabe. Çend roj berê, li Sûrê, di çalakiyê de hate gotin: ‘’Di rojeke wiha pîroz de, di rojiyê de mirov mala mirovan hildiweşîne?’’ Av tine, elektrîk tine, van li ser wan dibirin. Zilmê li mirovan dikin. Hem xwedigiravî dibêjin, ‘em misilman in, rojî digirin, em ê cejnê bikin’ û hem jî zilmê li wan mirovan dikin ku rojî digirin, xwe ji cejnê re hazir dikin. Elektrîk û avê ji ser wan dibirin û malên wan hildiweşînin. Ev rewşeke pir xirab e, hêlekê vê ev e.  Li dijî vê mirov li ber xwe bide, weke cem hev, mirov hemû baweriyê, dîn, hişmendiya wê bike amûra jiyana hevpar û berxwedana li dijî zilmê pir girîng e. Bi rastî jî ev pir nirxdar in û divê zêdetir werin nirxandin. Sifreyên rûzemînê bû rengekî girîng ê jiyana hevpar û hevgirtinê. Hêvî dikim zêdetir were xurtkirin. Ez careke dî cejna gelê me pîroz dikim.