Kalkan: Sala 40. wê bibe sala şoreşê

Kalkan: Em bi şêweyekî şênber, plankirî û pêşdîtî dest bi sala 40. a PKK'ê dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a qenala Medya Haberê û bersiv da pirsên Dervîş Eren.

Kalkan bi bîr xist, ku partiya wan dikeve sala 40. a damezrandina fermî û bi vê wesîleyê salvegera partiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel pîroz kir.

Kalkan destnîşan kir ku ew hêvîdar in ev cejn rê li ber azadî û serketinê vekir û got, "Ev yek di heman demê de bangeke civîna me ya komîteya navendî ye. Komîteya me ya navendî sala 40'î girîng dît û ji bo sala 40'î plansaziyeke taybet amade kir. Bang li hemû endamên partiyê û gel kir ku di xeta Rêbertî de bibin xwedî pîvanên partiyê, li her qadê bi seferberiya rêxistinî û li ser xeta serketinê têbikoşin. Helwesta welatparêzî û şoreşgerî ya sala 40'î bi vî rengî hate destnîşankirin. Ji bo têkoşînek bi vê rêbazê were meşandin, biryarên gelekî girîng ên îdeolojîk, polîtîk û leşkerî stand û armancên girîng danî pêşiya xwe."

Kalkan bi bîr xist, ku zext, tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, rojeva herî girîng a civîna wan bû û got, "Ev yek di heman demê de ji bo me cihê rexnedayinê ye. Dewamiya pêvajoyeke bi vî rengî ya zext û zordariyê, bi awayekî cidî tehdeyê li tevger û gelê me dike."

Kalkan da xuyakirin ku di civîna komîteya navendî de wan nêzîkatiyên nû yên faşîzma AKP-MHP'ê nirxandine û hewl dane sekna Rêberê Gelê Kurd fêhm bikin. Kalkan wiha dewam kir: "Rêbertî fermanê dide me ku em bi pratîkeke serketî û rast a ku pêşwazî li vê pêvajoyê bike, nîşan bidin. Ji me re dibêje; Şoreşê bikin. Me ev yek bi zelalî tespît kir."

LI HER QADÊ WÊ BIBE SALA ŞOREŞÊ

Dûran Kalkan anî ziman, ku weke gel û tevger ew bi pêşnberî, plansazî û bi rengekî pêşdîtî dest bi sala 40. a tevgera azadiyê dikin û got, "Em bawerin wê sala 40. encamên têkoşîna 39 slaan mezin bike û pratîkek li gorî wê nîşan bide. Partiya me wê di sala nû de hê bi mezinî şer bike û hê bi mezinî bi ser bikeve. Sala 40. wê bibe sala şoreşê."

SERKETINA REQAYÊ HEVSENGÎ JI HEV XIST

Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serketina hêzên QSD'ê li Reqayê û anî ziman ku vê serketinê hevsengiyên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn leqandiye.

Dûran Kalkan diyar kir ku ji destpêkê ve eşkere bû ku ev encam derkeve holê û got, "Hê dema nû dest pê kir, ji krîza Qatarê, şerê Tehranê heta êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê gelek bûyerên nû rû da bûn. Me diyar kiribûn ku eger DAIŞ li cihê jê re paytext dibêje bê pelçiqandin û têkbirin wê hevsengiyên li herêmê bi rengekî cidî bên guhertin. Ya ku niha diqewime, eleqeya xwe bi vê heye. Referandûm jî, êrîşa artêşa Iraqê jî, bûyerên li Siûdî diqewimin jî, bûyerên li Lubnanê diqewimin jî pêwendiya xwe bi vê ve hene. Li Iraqê di asta darbeyê de hin bûyer qewimîn. Li Siûdî darbeya qesrê hate kirin. Li Lubnanê serokwezîr îstifa kir. Ev hemû, bûyerên ku serketina Reqayê rê li ber wan vekirine."

LI PIŞTI SERKETINA LI DIJÎ DAIŞ'Ê, BERXWEDANA BAKUR HEYE

Kalkan destnîşan kir ku li pişt têkoşîna li Iraq û Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ'ê, li pişt serketina li Şengal, Kobanê û Mexmûrê, têkoşîna lehengî ya li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzm AKP-MHP'ê hatiye meşandin hene.

Kalkan da xuyakirin ku eger gelê Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tênekişiya, wê berxwedana li Rojava ne bi vî rengî bûya.

Kalkan got, "Ji ber ku AKP ji xwe xwedî li faşîzma AKP'ê derket. Yê ku digot 'Kobanê li ber têkçûnê ye, dikeve. Dor wê were Efrînê' Erdogan bû. Yên ku berê êrîşên DAIŞ'ê dan Şengal û Kobanê, TC û rêveberiya AKP bûn. Bêyî qelskirina rêveberiya AKP'ê li dijî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest nediketin. Lewma navenda stratejîk a li Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê ye. Pêwîste têkoşîna li Bakur bi vî rengî were fêhmkirin."