Kadrî Bagdu li Zurîh hat bîranîn
Kadrî Bagdu li Zurîh hat bîranîn
Kadrî Bagdu li Zurîh hat bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Bagdu yê li Edeneyê ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Zurîh hat bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan axivî Ocalan got ku guleya li çapemeniya azad hatiye xistin, li lêgerîna aştî û azadiyê hatiye xistin.
Hevsera Bagdu Şemsê Bagdu ya bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû got, “Guleyên li hevserê min hatiye xistin, wê di vê meşa bi rûmet de nebe astengî. Serê gelê Kurd, şervanên leheng ên li Kobanê û serê Rêber Apo sax be.”
Piştî Şemsê Bagdu endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar bi rêya telefonê beşdar bû. Aydar sersaxî ji malbata Bagdu re xwest.
Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dawî bû.