Kadikoy ji bo ODTU li ser piyane

Kadikoy ji bo ODTU li ser piyane

Li Kadikoy a Stenbolê bi sedan kesî bi armanca êrîşa li hemberî xwendekarên ODTU şermezar bikin meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên ‘Berxwe bide ODTU Kadikoy bi te re ye’ hatin berzkirin.

Erîşa polîsan li hemberî xwendekarên ODTU’yê di saetên êvarê de di navbera xwendekar û polîsan de veguherî pevçûnê û li Stenbolê bi sedan kes ji bo piştgiriyê bidin xwendekaran daketin kolanan.

Girse li Boga hatin cem hev û bê navber dirûşme berzkirin. Girseya li ber Heykel civiya rê li trafîkê girtin û çalakî bi dirûşmeyan didome.

Li vir li Taxa Gazî jî gel daket kolanan û êrîş protesto kirin. Her wiha bang li gelê Gazî hat kirin ku tevli çalakiyê bibin.