Kabîneya nû ya AKP’ê
Hikumeta AKP’ê bi awayê ku gelek kes li ser peywira xwe bimînin, di kabîneyê de hin guhertin pêk anî.
Hikumeta AKP’ê bi awayê ku gelek kes li ser peywira xwe bimînin, di kabîneyê de hin guhertin pêk anî.
Piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim, guherîna di kabîneyê de hate eşkerekirin.
6 wezîrên nû ketin kabîneya nû û peywira 15 wezîran jî neguherî. Cihê 5 wezîran hate guhertin û Osman Aşkin Bak, Hakan Çavûşoglû, Julîde Sarieroglû, Ahmet Eşref Fakibaba, Abdulhamît Gul û Ahmet Demîrcan jî ketin kabîneya nû.
KABÎNEYA NÛ
Awayê dawîn ê Desteya Wezîran wisa ye:
Serokwezîr: Bînalî Yildirim
Alîkarê Serokwezîr: Bekîr Bozdag
Alîkarê Serokwezîr: Mehmet Şîmşek
Alîkarê Serokwezîr: Fîkrî Işik
Alîkarê Serokwezîr: Recep Akdag
Alîkarê Serokwezîr: Hakan Çavûşoglû
Wezîrê Karê Hundir: Suleyman Soylû
Wezîrê Edaletê: Abdulhamît Gul
Wezîrê Zanist û Sanayiyê: Faruk Ozlu
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê: Omer Çelîk
Wezîra Xebat û Ewlekariya Civakî: Julîde Sarieroglû
Wezîrê Ciwan û Werzîşê: Osman Aşkin Bak
Wezîrê Parastina Neteweyî: Nûrettîn Canîklî
Wezîrê Daristan û Karên Avê: Veysel Eroglû
Wezîrê Tendirustiyê: Ahmet Demîrcan
Wezîrê Karê Derve: Mevlut Çavûşoglû
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî: Fatma Betul Sayan Kaya
Wezîrê Pêşveçûnê: Lutfî Elvan
Wezîrê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê: Ahmet Eşref Fakibaba
Wezîrê Maliyeyê: Nacî Agbal
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî: Berat Albayrak
Wezîrê Aboriyê: Nîhat Zeybekçî
Wezîrê Veguhestin, Behrvanî û Ragihandinê: Ahmet Arslan
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê: Bulent Tufenkçî
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî: Îsmet Yilmaz
Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê: Mehmet Ozhasekî
Wezîrê Çand û Tûrîzmê: Nûman Kûrtûlmûş