Julîde Kûral: Em piştgiriyê bidin çapemeniya Kurd

Di kampanyaya "Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê de hunermend Julîde Kûral nobed dewr girt

Kampanyaya "Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin di roa 36. de ye. Hunermend Julîde Kûral nobed dewr girt. Kûral bi xebatkarên rojnameyê re tevlî civîna rojevê bû û li ser rojevê nîqaş kirin. 

Kûral sedema piştevaniya xwe ya bi Ozgur Gundemê re wekî "Ez xwedî li mafê xwe yê ragihandinê derdikevim" îzah kir û wiha got: "Ji ber ku ez azadiya çapemenî, fikr û îfadeyê diparêzim li vir im. Ez hunermendek im û ji rojnamevaniyê fêm nakim lê ji bo xwedîderketina li mafê xwe yê ragihandinê û mafê civakê yê ragihandinê bûm parçeyeke vê nobedê."

Kûral anî ziman ku ji bo mafê ragihandinê divê her kes bibe parçeyeke piştevaniyê û bal kişand li ser zextên li ser çapemeniya Kurd tên kirin. Kûral got "Li dijî çapemenî, hunermend, ziman, çanda gelê Kurd ji her demê zêdetir zext hene. Li dijî vê zextê divê em hemû li cem hev bin. Hemû azadiyên me her roj ji destên me tên girtin. Bêdeng mayîn, naxftin wê bê wateya ku sibehê bedelên giran dayînê" kir. 

Kûral destnîşan kir ku bi zext û lêpirsînan ve tê xwestin hemû derdorên muxalîf tên xwestin bên bêzarkirin û wiha axivî: "Bi vî rengî dixwazin civakê bitirsînin. Eger baxivî, tiştekî cuda bibêjî, daxwaza azadî, demokrasî û aştiyê bikî tu yê rastî lêpirsînan bê, piştre jî tiştên cuda bê, dixwazin vê bibêjin."

Kûral di dawiyê de banga avakirina eniya demokrasiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em di demeke kin de bên cem hev, eniya azadî û demokrasiyê ava bikin. Eger em hêza xwe bikin yek dikarin hin tiştan biguherînin."