John ê cîhadperest di êrîşa hewayî de birîndar bû
John ê cîhadperest di êrîşa hewayî de birîndar bû
John ê cîhadperest di êrîşa hewayî de birîndar bû
Hat ragihandin, ku çeteyê DAIŞ'ê yê serê dîlgirtiyên cîhana Rojava jê dikir û weke John ê cîhadperest dihat naskirin, di êrîşa hewayî de birîndar bûye.
Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê, li ser John ê cîhadperest ku kujerê dîlgirtiyên Îngilîz David Haines û Alan Henning e daxuyaniyek da û diyar kir ku ev endamê çete di êrîşeke hewayî ya li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê birîndar bûye.
Berdevkê Wezaretê ji medya Îngilîz re axivî û anî ziman ku agahî gihaştine ber destê wan ku nîşan dide John ê cîhadperest birîndar bûye, lê belê ne karine vê agahiyê piştrast bikin, ne jî tekzîb bikin.
Rojnameya Îngilîz Mail on Sunday beriya niha ragihandibû ku John ê cîhadî, li bajarê El Kaîmê di bombekirina civîneke serkêşên DAIŞ'ê de birîndar bûye. Hatibû îdîakirin ku di êrîşê de herî kêm 10 endamên çete hatine kuştin, zêdeyî 40 jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, John ê cîhadperest jî di nav de birîndar anîne Reqqayê û tên dermankirin.