Jinên Tolhildêr li gelek bajaran çalakî kirin
Înîsiyatîfa Jinê Tolhildêr ragihand ku di 5 û 10'ê Mijdarê de li gelek bajaran çalakî kirine û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê bang kir.
Înîsiyatîfa Jinê Tolhildêr ragihand ku di 5 û 10'ê Mijdarê de li gelek bajaran çalakî kirine û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê bang kir.
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku 5'ê Mijdarê li hemberî alîgirên faşîst nijadperest ên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirine.
Li gorî daxuyaniyê, li navçeya Ceyhan a Edeneyê wesayiteke faşîstan ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye şewitandin.
Hate ragihandin ku li navçeya Tarsûs a Mersînê li hemberî polîsên taybet ên di hundirê wesayita bi tîpa akrep a zirxî de bû çalakiya bi molotofkokteylan û teqemeniyan, çekên ferdî hatiye kirin, di encamê de 2 polîsên faşîst bi giranî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê li Hadimkoy a Stenbolê bufeyek hate şewitandin, li hemberî polîsên ku hatin cihê bûyerê bi bombeyên deng bersiv hate dayin.
Înîsiyatîfê diyar kir ku li Kagithane ya Stenbolê wesayiteke faşîstan, li navçeya Ceyhan a Edeneyê wesayiteke faşîstan, li Arnavûtkoy a Stenbolê wesayiteke faşîstekî AKP-MHP'ê hatin şewitandin.
Hate ragihandin ku li navçeya Karapinar a Konyayê 3 wesayit û kargeheke faşîstan, li navçeya Ereglî ya Tekîrdagê 3 keştiyên faşîstên AKP'yî hatin şewitandin.
Her wiha hate gotin, li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê qemyoneke nijadperestan û wesayitek hatin şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê di 10'ê Mijdarê de li Erzîromê kargeheke AKP'iyan, li taxa Akçabûrgaz a Stenbolê wesayitek hatin şewitandin.